KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Rojhilatê Kurdistanê sê kesên din hatin binçavkirin
Dewleta Îranê ku li Rojhilatê Kurdistanê kampanya zextê zêde kiriye, li Ûrmiye û Pîranşarê bêyî hincetan nîşan bide herî kêm 3 kes binçav kir. -
Hêzên gerîla li Zap û Metînayê li dagirkeran xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêmên Zap û Metînayê li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Dagirker jî bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî sûcên şer dikin. -
Girtiya nexweş Hanîfe Arslan rakirin nexweşxaneyê
Girtiya bi nexweşiya giran Hanîfe Arslan ji bo rapora heyetê rakirin nexweşxaneyê. -
Kongreya 4’emîn a KJAR'ê hate lidarxistin
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, çaremîn kongreya xwe lidar xist. -
Xizmên windayan ên li Geverê: Hûn ê hesabê bidin
Bi wesîleya Hefteya Têkoşîna li Dijî Windayên Binçavkirî a Navneteweyî li Colemêrgê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku kiryar nehatine cezakirin û peyama berdewamkirina têkoşînê hat dayîn. -
Li Rojhilatê Kurdistanê di nava mehekê de 29 kes hatin bidarvekirin
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand ku di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 10 kolber û kasibkar hatine kuştin, 29 kes hatine bidarvekirin û zêdetirî 70 kes jî hatine binçavkirin. -
Li Amedê protesto: Em ê heta azadiyê têbikoşin
Cezayên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew ê gav paşve neavêjin û têkoşînê mezin bikin. -
Artêşa Tirk a dagirker 35 caran bi teqemeniyên kîmyewî û qedexekirî êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker 35 caran bi teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kir. Hate ragihandin ku beşek ji gazên kîmyewî yên hatin bikaranîn bi rengê pirtiqalî bûn. -
Li Mexmûrê bîranîna sê şehîdan
Şehîd Ehmed Rûbar, Dilxwaz Gabar û Cemîl Cûdî li Mexmûrê hatin bîranîn. -
MAK'ê li Amedê fotoxefik îmha kir
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li du nuqteyên cuda yên Amedê fotoxefikên dewleta Tirk a dagirker îmha kirine. -
Vaye lîsteya Yekîneya Parêzvanên Sînor ên Iraqê ku PDK li dijî gerîla perwerde dike
ANF'ê lîsteya hêza PDK'ê bi dest xist ku di bin navê Yekîneya parêzvanên Sînor ên Iraqê de li dijî gerîla perwerde dike. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Nûjiyan û Diljîn heta kêliya dawî li ser xeta Rêbertî bi biryardarî meşiyan." -
Li dijî polîtîkayên şerê taybet divê hîn bêhtir kar bê kirin
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku wê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê yên li dijî jin û ciwanan hîn bêhtir kifş bikin, li ber rabin. -
Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîda Îmraliyê meşiya
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin. -
Şengalî vedigerin warê xwe
Vegera xelkê Şengalê yên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûbûn, didome. 79 malbat ji Kampa Êsiya ya girêdayî Dihokê vegeriyan Şengalê û piraniya wan li Digurê bi cih bûn. -
Tevgera Azadî: Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê pêş ve diçe
Tevgera Azadî got, “Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Herêma Kurdistanê pêş ve çû.” -
Jinên Ereb jî tevlî kampanya 'Serok mêvanê mala we ye'
Meclîsa Jinên Ereb jî tevlî kampanya 'Serok mêvanê mala we ye' bû, ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve tê lidarxistin. -
Ji ber deynê qeyûm ê talanker eletkrîka MARSÛ hate birîn
DEDAŞ'ê deynê qeyûm ê talanker kir hincet û elektrîk li ser MARSÛ'yê birî. -
Besê Hozat: Divê teqez em azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat: Divê em ji gelek civakan, mirovan tevlî Pêngava Azadiyê bikin. Bi rêbazên hîn dewlemendtir, em fikrê Rêbertî û paradîgmaya wî belav bikin û teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin. -
Ji Bexdayê ji bo hindikahiyên li Başûrê Kurdistanê 5 kursî
Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê Cumane Xelay diyar kir ku Tirkmen, Xiristiyan û Ermenên li Herêma Kurdistanê ya Federal wê bi 5 kursiyan bêne temsîlkirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûne 5 kes hatin binçavkirin. Bi heman hincetê herî kêm 43 Kurd girtî ne. -
Doh 70 malbat vegeriyan, 79 malbat jî wê îro vegerin Şengalê
Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê pêl bi pêl li warê xwe vedigerin. Doh 70 malbat vegeriyan Şengalê û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin. Tê payin ku îro jî 79 malbat vegerin Şengalê. -
Gerîlayên YJA Starê: Rêber Apo em kirin xwebûn
Gerîlayên ciwan ên YJA Starê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevahî mirovahiyê re vejîneke nû ye û wiha gotin: “Em dixwazin xwe bigihînin asta heqîqeta Rêber Apo. Bi rastî Rêber Apo em kirin xwebûn. Rêber Apo me fêrî têkoşînê kir.” -
MAK’ê li dijî midûriyeta emniyetê ya Nisêbînê çalakî kir
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li dijî tecrîd û qirkirina leşkerî û siyasî ya dewleta Tirk li dijî midûriyeta emniyetê ya Nisêbînê bi teqemeniyên destçêkirî çalakî kirine. -
HPG'ê cerdevanên ku tevlî êrîşa dagirkeriyê bûne hişyar kir!
HPG'ê hemû cerdevanên ku tevlî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bûne hişyar kir û got, "Cerdevanên ku bi roleke nexêr rabin wê rojekê teqez bêne darizandin û hesab ji wan bêne pirsîn."