BI DÎMEN

Acar: Em xwedî li zimanê Kurdî derkevin, êrîşan têk bibin

Rêveberê Navenda Çandê ya Lêkolîn û Ziman a Arsîsayê Şevket Acar bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşên li ser zimanê Kurdî hişyar be.

ÊRÎŞÊN LI SER ÇAND Û ZIMANÊ KURD

Nerazîbûna li hemberî operasyonên hefteya derbasbûyî yên li Amedê dewam dikin ku li hemberî saziyên ziman ê Kurd hatin kirin û di encamê de 29 xebatkarên zimanê Kurd hatin binçavkirin.

Rêveberê Navenda Çandê ya Lêkolîn û Ziman a Arsîsayê ku li Wanê karê li ser zimanê Kurd dike û yek ji mamosteyan Şevket Acar anî ziman ku operasyonên hatin kirin parçeyek ji polîtîkaya asîmîlasyonê ye, li gel zext û zordariyê jî zimanê Kurdî her tim li ser piyan ma û wê li ser piyan bimîne.

'NAXWAZIN KU LI KOLANAN, LI NAVA MALÊ BI KURDÎ BÊ AXAFTIN'

Acar ji ANF'ê re axivî û got, "Salên dawî êrîşên li ser zimanê Kurd zêde bûn. Ev yek polîtîkayeke sed salî ye û dewam dike. Dixwazin zimanê Kurd asîmîle û tine bikin. Şaredarî tabelayeke bi Kurdî dadiliqînin, êrîşî wan dikin, êrîşî konserên Kurdî dikin. Ji ber ku naxwazin Kurdî di nava jiyanê de bê bikaranîn. Em van polîtîkayan şermezar dikin."

'BILA BELASEBEP HEWL NEDIN, EM DEST JÊ BERNADIN'

Acar bi dewamî got, "Li Amedê êrîş li ser saziyên zimanê Kurd hatin kirin û 29 hevalên me hatin binçavkirin. Ji ber ku ew naxwazin em bi Kurdî biaxivin, naxwazin em kar ji bo Kurdî bikin. Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e, zimanekî cîhanê ye. Çi dikin bila bikin wê ti carî nikaribin zimanê me tine bikin. Banga me ew e ku dest ji van polîtîkayan berdin. Bila belasebep hewl nedin, em ê ti carî dest ji zimanê xwe bernedin û amade ne di vê oxirê de her tiştî bikin. Zimanê Kurdî emanetê Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî û Mîr Celalettîn e. Em xwedî li vî emanetî derkevin, zimanê xwe her roj hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Bi vî rengî em ê bersivê bidin van polîtîkayên qirêj. Em ê van polîtîkayên li dijî sazî û mamosteyên ziman têk bibin."