HPG: 18 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin -HATE NÛKIRIN

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de bi qasî ku hate tespîtkirin 18 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin, çepereke çeka A4 û 2 konên leşkerî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî da

“Hêzên me bi ruhekî fedaî yê Apoyî û cesareteke mezin çalakiyan li dar dixin û ev çalakî didomin. Li Avaşîn û Zapê tîmên gerîla yên gerok gelek taktîkan bi hostetî bi kar tînin û çalakiyan li dar dixin. Di van çalakiyan de 18 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker hatine birîndarkirin, derb li helîkopterekê hate xistin, çepereke çeka A4 û 2 konên leşkerî hatin îmhakirin.

Agahiyên li ser çalakiyên gerîlayên wisa ne

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 6’ê Gulanê de saet di 12.10’an de dagirker li Qada Berxwedanê ya Werxelê ketin nav tevgerê û hêzên me bi sûîkastê li dagirkeran da. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

LI HERÊMA ZAPÊ

Di 5’ê Gulanê de saet di 12.00’an de dema ku dagirkeran xwestin li Qada Berxwedanê ya Werxelê çeperekê ava bikin, hêzên me bi çekên giran li wan dan. Di vê çalakiyê de bi xurtî li hedefan hate xistin.

Di 6’ê Gulanê de saet di navbera 21.00 û 22.00’an de 2 helîkopterên êrişê yên ku ji qada di bin kontrola PDK’ê de hatin û xwestin Qada Berxwedanê ya Kurojahro bomberdûman bikin bi awayekî koordîneyê ji çar milan ve bûn hedefa hêzên me. Di mudaxeleya hêzên me de derb li helîkopterekê hate xistin. Helîkopter negihiştin Kurojahro û ji qadê dûr ketin.

Di 6’ê Gulanê de saet di navbera 09.00 û 10.30’an de artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi teqemeniyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bomberdûman kirine. Dagirkeran piştre xwestine bi pêş ve biçin. Hêzên me bi taktîka sabotajê li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 6’ê Gulanê de saet di 15.00’an de dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Ortê ya Qada Berxwedanê ya Karkerê, bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi çekan giran li dagirkerên vir xistin. Di heman rojê de saet di 17.50’an de hêzên me 3 dagirkerên ku xwestin çavdêriyê qadê bikin, xistin bin kontrola xwe û li wan dan. Di encama van çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûn.

Di sibeha 6’ê Gulanê de hêzên me bi awayek hemxwext, dagirkerên li derdora Girê Şehîd Cûdî ya Qada Berxwedanê ya Karker û Kevirêkun a Herêma Berxwedana Serdemê ya Şikefta Birîndara bi hatin hedefgirtin û gulebarankirin. Heman rojê saet 18.40’an de dîsa dagirker ji aliyê tîmên me yên gerilla ve hatin gulebarankirin. Di encama van çalakiyên koordîne yên gerîla de ji aliyê hêzên me ve hatiye lidarxistin, 2 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne.

Di 7’ê Gulanê de dagirkerên li dora herêma Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin û hêzên me ew xistin bin kontrola xwe. Dagirkerên ku ketine bin kontrolê, saet di 06.00’an de tîmên me yên gerîlla bi taktîkên ketina hundir û lêdanê hatine gulebarankirin. Gerîlayên ku ji du aliyan ve dagirkeran hedef girtin, ji nêz ve gule li wan reşandin û 5 dagirker ceza kirin. Di heman demê de komeke din a dagirkeran ku xwest mudaxeleyî qada çalakiyê bike, ji nêz ve ji aliyê hêzên me ve hate gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Destê sêyemîn ê çalakiyê; 2 kon û 1 mewziyên A-4 ên ku dagirker tê de bûn hedef girtin. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin, 1 çeka A-4 û 2 konên dagirkeran hatin îmhakirin.

Di encama vê çalakiya koordînekirî ya tîmên me yên gerîlla yên bi ruhê mîlîtanî û cesareta Apoyî pêk hat de herî kêm 11 dagirker hatin cezakirin, çeperek ya çeke A-4 û 2 konên leşkerî hatin îmhakirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERÎ JI HEWA Û BEJAHÎ DIDOME

Bomberdûmanên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Agahiyên êrîşan wiha ne:

6’ê Gulanê saet 19:00’an quntarên Girê Zengil ê herêma Garê bi balafirên şer hatî bomberdûman kirin.

6’ê Gulanê saet di navbera 18:22:30’an de qadên Karker, Çemço, Geliyê Balinda û Sîda yên girêdayî herêma Zapê 5 caran bi balafirên şer bomberdûman kirine. Di heman rojê de herêmên Çemço û Sîda bi obus û çekên giran ji qereqolên li ser xeta sînor hatin bomberdûmankirin.

TU TÊKILIYA ME BI BÛYERA MIRINA DANÎMARKAYÎ YAN RE TUNE YE

Di encama teqîna li taxa Kanî Masî ya Duhokê de, tûrîstek Danîmarkî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Herêma ku bûyer lê qewimî, ne cihê ku em lê ne û em lê bigerin e. Em mayinên bejahiyê bikar naynin. Ev diyarde hewcedarî lêkolîn û analîzê ye. Ti eleqeya hêzên me bi vê bûyerê re nîne."