Besê Hozat: PDK dixwaze Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke Tirkiyeyê

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku PDK hewl dide Başûr bike wîlayeteke fermî ya Tirkiyeyê û got, "Tirkiye dixwaze Başûr bike wîlayeteke xwe û yekî ji Barzaniyan deyne serî. Diyar e di vê mijarê de li hev kirine."

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê ji 17'ê Nîsanê û vir ve êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê dike. Di nava 23 rojên derbasbûyî de artêşa Tirk derbên giran xwar. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat li ser van êrişan û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê.

PDK û Barzaniyên ku bi navê hikumeta Kurdistanê ya Federe tevdigere, têkiliyên bi Enqereyê re zêde kirin. Li pişt van têkiliyan gelo bazariyeke çawa heye?

Beriya ku bersivê bidim pirsa we, dixwazim di şexsê şehîdên meha Gulanê de şehîdên şoreşê bi bîr bînim. Ji rêberên mezin ên tevgera şoreşê ya Kurdistanê û Tirkiyeyê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn di 2'ê Gulanê de, Denîz Gezmîş, Yûsûf Înan û Huseyîn Înan 6'ê Gulanê, Hakî Karer, Çaran û Îbrahîm Kaypakkaya di 18'ê Gulanê de şehîd bûn. Di şexsê van şoreşgerên mezin şehîdên azadiyê û şoreşê hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û bi minet bi bîr tînim. Bi têkoşîneke bi heybet em xwedî li bîranîna wan derdikevin.
6'ê Gulanê di heman demê de salvegera komploya 1996'an e ku li dijî Rêber Apo hate kirin. Komplo niha jî bi rengê tecrîdê û êrişên qirkirinê dewam dike. Komplogeran bi hêrs şermezar dikim.
Her wiha 4'ê Gulanê salvegera 85'an a Terteleya Dersimê ya 1938'an bû. Canên ku di qirkirina Dersimê de bi rûmetî li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan di şexsê Seyît Riza-Besê, Alîşêr-Zarîfe û Nûrî Dersimî de bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînim. Dewleta Tirk a mêtinger qirker zû yan jî dereng wê hesabê kiryarên xwe bide vî gelî. Heman polîtîkaya qirkirinê îro jî dewam dike û dixwazin qirkirinê temam bikin. Mêtingeriya qirker bi êrişa dagirkeriyê ya li ser Zapê re dixwaze terteleya sed sal e dewam dike bigihîne asta dawî. Lê belê bi berxwedana gel û gerîla ev hesab wê bê têkbirin, wê pêvajoyeke welê bide destpêkirin ku dewleta Tirk a faşîst bi rastiya xwe ya qirker a sedsalî re rû bi rû bimîne.

Em bên ser pirsa we; êdî sirek nîne ku PDK'ê bi Tirkiyeyê re hin peymanên cidî kiriye. Eşkere ye ku dixwaze petrol û gaza li Başûrê Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re derbasî Ewropayê bike û DYE û Ewropa jî piştgiriya vê dikin. Hin şîrove tê kirin ku krîza gazê ya ku ji ber şerê Rûsya-Ûkraynayê rû da, bi hin aliyan ve bi vî rengî çareser bikin. Lê belê ev şîrove tenê parçeyekî rastiyê ye. PDK bi salan e petrol û gaza başûr difiroşe Tirkiyeyê. Wan bi xwe eşkere kirin ku di vê mijarê de peymanek ji bo 50 salî çêkirine. Sedemeke girîng a pirsgirêkên navbera Iraq, YNK û PDK'ê ev e.

Tirkiye xwe dispêre van peymanan û hewl dide ku heta Mûsil û Kerkûkê serweriya siyasî û leşkerî bike. Bi vî rengî dixwaze xwe bigihîne sînorên Mîsakî Mîlî ku armanca wan a sed salî ye. Dixwaze tevahiya Başûr û Rojava dagir bike û siberojê gava ku konjonktureke siyasî ya guncaw bi dest xist, herêmên dagir kiriye desteser bike. Armanca stratejîk a Tirkiyeyê ku bi dagirkeriyê dixwaze pêk bîne teqez ev e; xwegihandina sînorên Mîsakî Mîllî ye. Ji ber ku PKK'ê weke astengiya herî mezin a li pêşiya van armancên xwe yên stratejîk dibîne, tasfiyekirina PKK'ê ji bo xwe kirine pirsgirêka mayindebûnê. Ji xwe PKK li hemberî polîtîkayên qirkirin, dagirkirin û desteserkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker, mîna dîwarekî mezin disekine.

PDK piştgiriyê dide plana Tirkiyeyê ya ji bo xwegihandina sînorên Mîsakî Mîllî. Diyar e ku li gorî vê planê li hev kirine ku Başûrê Kurdistanê jî bikin wîlayeteke Tirkiyeyê. Ji ber vê peymana veşartî PDK bi rengekî çalak piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û hewl dide zemîneke rewatiyê ji dagirkeran re ava bike. Tirkiye dixwaze bi dagirkirin û desteserkirinê re Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke Tirkiyeyê û yekî ji Barzaniyan jî bike waliyê wê. Diyar e ku di vê mijarê de li hev kirine.

Tirkiyeyê bi piştgiriya PDK'ê beşeke girîng a Başûr dagir kiriye. Hejmara baregehên leşkerî bi du-sê qatî zêde kiriye. Artêşa Tirk ji baregehên leşkerî yên li Başûr tevdigere û operasyonê dike. PDK'ê derfet daye dewleta Tirk ku ji Başûr êriş bike. Artêşa dagirker ji Şêladizê derbasî Kukrojahro dibe û balafirên xwe ji baregehên li Başûr radibin. PDK bi her awayî derfetên îstîxbaratê, lojîstîkî, ewlekarî, stargehê û ragiahndinê dide artêşa dagirker û bi vî rengî yekser di nava şer de cih digire. Tê gotin, li hin deverên krîtîk leşkerên Tirk bi kincê pêşmergeyan tevdigerin. Lewma jî diyar e ku PDK bi rengekî çalak tevlî plana tasfiyekirina PKK'ê bûye.

Hevdîtinên dawî yên Mesrûr Barzanî yên li Îngilistanê, bilêvkirina konfederasyonê û hewldanên ji bo vê yekê jî tên zanîn. Ev hewldanên malbata Barzanî çawa dikarin bêne şîrovekirin?

Balkêş e ku heman piştî hevdîtina Mesrûr Barzanî ya bi Erdogan re derbasî Îngilistanê bû û hin hevdîtin kirin. Diyar e ku dixwaze ji bo peymana bi Erdogan re kiriye piştgiriyê ji Îngilistanê û Ewropayê werbigire. Li aliyê din ev hevdîtin rola Îngilistanê ya di vî şerî de radixe pêş çavan. Divê mirov daxuyaniyên Mesrûr ên li ser Konfederasyonê weke hewldanek ji bo nixumandina peymanên qirêj ên bi Tirkiyeyê re û hevkariya bi êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bêne nirxandin.

PDK di nava êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk de cih digire. Mesrûr Barzanî ji bo êrişên dagirkeriyê plan bike bi Erdogan re hevdîtin kir. Rastî bi vî rengî ye, di rewşeke wiha de Mesrûr ji bo peymanên qirêj ên bi dewleta Tirk re veşêre û Kurdan bixapîne got, 'Iraq dikare bibe konfederasyonek ji gelek dewletan ku parçe bûye' û hewl dide rastiyê veşêre, berevajî bike. Her wiha ev daxuyanî weke nîşaneya hewldana qutkirina Başûr ji ıraqê û girêdana wê weke wîlayetekê bi Tirkiyeyê re divê bê nirxandin.

PDK ji bo Başûr bike wîlayeteke dewleta Tirk hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, bi vî rengî dixebite. Mebesta Mesrûr Barzanî ji konfederasyonê ew e ku Iraq bi rengê dewletên biçûk bê parçekirin, bi rengê konfederasyona dewletokan rengekî nû yê siyasî jê re bê dayin û dewletoka Başûr jî bi Tirkiyeyê ve bê girêdan. Barzanî vê yekê dibêje ne ku Başûrê Kurdistanê di nava sînorên Iraqê de difikire, ji bo karibe Başûr bi temamî ji ıraqê qut bike û bi Tirkiyeyê ve girê bide vê yekê dibêje. Ji xwe rêveçûna heyî ber bi vê yekê ye. Bi rewşa heyî jî Başûr mîna wîlayeteke Tirikyeyê ye. Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, aborî, çandî û leşkerî ve serweriya xwe ya li ser Başûr di asteke mezin de misoger kiriye.

Dozeke PDK'ê ya Kurd nîne. Doza PDK'ê ew e ku çavkaniyên Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk a mêtinger qirker bike, dewlemendiya xwe jî zêde bike. Ji xwe tê dîtin ku malbata Barzanî bi mal û milkên xwe yên li DYE, Ewropa, Tirkiye û welatên kendavê re bi dewlemendên cîhanê re ketiye nava pêşbirkê.

Agahî tên ku PDK'ê ber bi gelek nuqteyên Herêmên Parastinê yên Medyayê sewqiyata leşkerî kiriye. Tê gotin, hewl dide derbasî hin nuqteyên li Kurojharo û Metînayê bibe. Weke KCK, li gel bangên ku we kirine, hûn van hewldanan çawa dinirxînin?

Li her deverên ku dewleta Tirk nikare xwe bigihînê, hêzên xwe yên taybet Zerevan, Gulan û pêşmergeyên Roj bi cih dike. Dorê li qadên gerîla digire, rê dibire, îstîxbaratê dide deweta Tirk û dike ku li komên gerîla bê xistin. Li serê çiyê hêzên dagirker hewl dide bi cih bibe, li quntarên çiyê, gelî rêyên derodrê jî PDK hewl dide bi cih bibe. Li gel artêşa Tirk hewl dide gerîla tasfiye bike û bi vî rengî pêşî li dagirkirina Başûr veke. PDK ji ber ku di nava şer de ye, bi rengekî xwezayî bersiveke erênî nade bangên me. Rastiyeke welê ya PDK'ê heye ku tevlî konsepta tasfiyekirina PKK'ê bûye û bi rengekî çalak beşdarî êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê bûye.

Sedema dagirkeriyê polîtîkayên qirker e, piştevanê wê jî nokerî û xiyanet e. Li Başûrê Kurdistanê hevkariya PDK'ê û xiyaneta wê astengî û metirsiya herî mezin a li pêşiya yekîtiya neteweyî ye. PDK li pêşiya demokratîkbûna Başûr timî dibe asteng, her gava ku tê avêtin bi jehrî dike, têk dibe. Hewl dide mîna çîna serwer a Tirk bibe, zext û zilm kiriye hêmana esasî ya desthilatdariya xwe, çanda Tirk li Başûr belav dike û hewl dide Kurdistanê bike qada belavbûnê ya netewetiya Tirk. Helwesta dij bi demokrasiyê ya PDK'ê li pêşiya YNK, Goran û hemû partiyên din dibe asteng ku ji bo demokratîkbûnê gavê biavêjin. Wan neçar dihêle ku polîtîkayên wê yên antî demokratîk bi cih bîne. Di nava zext û zordariya PDK'ê de neparastina nirxên demokratîk û biciheanîna siyaseta demokratîk kêmasiya herî mezin a van partiyan e. Halbûkî di serî de YNK eger partiyên din ên muxalîf karibin têkoşîneke xurt a demokrasiyê bimeşînin, polîtîkayên PDK'ê yên hevkar wê bêbandor bibin. Ne Başûr wê ji aliyê dewleta Tirk ve bê dagirkirin, ne jî li nava civakê wê pirsgirêka azadî, demokrasî, edalet û xizaniyê hebe.

Dewleta Tirk û PDK di dagirkeriyê de hevkariyê dikin, YNK û hêzên din ên Başûrî bi daxuyaniyan li ber dagirkeriyê rabûn. Nêrîna KCK'ê ya li ser têkoşîna Hêzên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriyê çi ye?

Gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK'ê gelekî bi hêrs e. Hêrsa gel a li dijî dagirkeriyê gelekî mezin e. Li dijî PDK a xayin û noker ku di şerê qirkirinê de bi rengekî çalak cih digire, hêrs gelekî mezin e. Tevî gelê Başûr, her wiha ji gelek partiyên siyasî, siyasetmedar, hunermend,r ewşenbîr û saziyên sivîl jî helwesta şermezarkirinê hate nîşandan. Bi pêşengiya tifaqa çep li Hewlêrê çalakiyeke şermezarkirinê ya bi bandor hate lidarxistin. Gel li Silêmaniye, Raperîn, Çemçemal û Xaneqînê li dijî dagirkerî û nokeriyê hêrsa xwe nîşan da. Di serî de YNK; Goran û Tevger gelek partiyên siyasî li dijî dagirkerî û nokeriyê daxuyanî dan. Helwesta wan hemûyan gelekî hêja ye.

Bêguman bi çalakiyên protestoyî û daxuyaniyan pêşî li dagirkeriyê nayê girtin. Li dijî dagirkerî û nokeriyê divê gelê me yê bi hêrs, bi rengekî topyekûn rabe ser piyan. Partiyên siyasî, sazî û însiyatîf dikarin pêşengiyê ji rabûna gel re bikin. Eger her partiyên li dijî dagirkerî û nokeriyê ne girseya xwe bixe nava liv û tevgerê, gelê me yê Başûr ji heft heta heftê salî wê rabe ser piyan. Her kesên ku di bin zext û zilma PDK'ê de bêdeng in wê tevlî vê berxwedanê bibin. Partiyên YNK, Goran, Komunîst, Zehmetkêşan, Îslamî xwedî vê berpirsyariyê ne. her partî bandorê li beşeke girîng a gel dike. Wê demê divê ji bo azadiya gelê Kurd li dijî dewleta Tirk a mêtinge qirker û hevkarê wê PDK'ê helwesta herî xurt bê nîşandan û pêşengî ji berxwedana gel re bê kirin. Dîrok ji her kesî berpirsyariyeke bi vî rengî hêvî dike.

PDK'ê li Başûrê Kudistanê rejîmeke dîktatorî ava kir. Gelek rojnamevanên Behdînanî hînê di zindanê de ne û gelek ji wan ketin greva birçîbûnê. Xelkê Başûrê Kurdistanê di bin zext û zordariya xizanî û nelirêtiyê de ne. Niha jî ji ber şerê bi hevkariya PDK û dewleta Tirk, nikarin biçin gundê xwe. Hûn vê rewşa li Başûrê Kurdistanê çawa dinirxînin?

Eger ne ji hevkarî û xiyaneta PDK'ê bûya, dewleta Tirk a qirker mêtinger nekarîbû êrişên dagirkeriyê bibe ser Başûrê Kurdistanê. Êriş bi daxwaz û tevlîbûna PDK'ê têne kirin. PDK bi dilxwazî tevlî êrişên dagirkerî û qirkeriyê dibe. Di êrişên dagirkerî û qirkeriyê de ku PDK jî tevlî bûye, bi sedan gund vala kir. Gel neçar hate hiştin ku gundên xwe yên mîna bihuştê biterikînin û mehkûmî jiyaneke perîşanî hate kirin. PDK'ê bejahiya Kurdistanê radestî dagirkeriya dewleta Tirk a qirker faşîst kir. Qadê bejahî têk bir. Xwezaya wê hate talankirin, dar hatin birîn, zindiyên wê bi kîmyasalê hatin bijehrkirin. Li ser vexwendin û îstîxbarata PDK'ê her roj bi dehan bombe têne barandin, kevir, çiya, dar, giha û av tê bi jehrkirin, welatê mîna bihuştê Kurdistanê dikin çol. PDK vê hovîtiyê tîne serê Kurdistanê. Bi hevkarî û xayîntiyê dike ku dewleta Tirk a faşîst qirker êrişî Kurdan, êrişî xwezaya Kurdan bike û paşeroaj azad a Kurdan dike qurbanê qraliyeta malbata xwe.

PDK'ê bi dewleta Tirk re li ser petrol û gazê peymanên ji bo 50 salî çêkiriye. Gaz û petrola Kurdistanê difiroşe Tirkiyeyê û bi pereyê ji vê yekê bi dest dixe li Tirkiyeyê, DYE'yê û li gelek welatan bi milyaran dolarî ji xwe re mal û milkan dikire. Xezîneyan li bankayên bijarte yên cîhanê radizîne. Gel perîşan bûye. Çandinî têk çûye. Qadên çandiniyê hatine tunekirin. Bi salan e karmend nikarin çend qurişan mûçeyên xwe werbigirin. Xwendekar di nava sefaletê de ne. Bêkarî, xizanî, birçîbûn di asta herî bilind de ye. Tundiya li dijî jinê di asta hovîtiyê de ye. Gel xistine wî halî ku ji bermahiyên Tirkiyeyê, ji çopa Tirkiyeyê xwe xwedî dike. Kurdistan kirine bazara malê erzan, sergoyê Tirkiyeyê. Mirov nikarin pariyek nan bibin mala xwe, mamoste bi salane nikarin mûçeyên xwe bistînin, ciwan ji ber bêhêvîtiyê Kurdistanê diterikînin, lê elîtên PDK'ê bêrî, qaseyên xwe dadigirin, li pey kirîna qesran e.

Gelek rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên ku ji civakê re qala rastiya PDK'ê kirin di zindanan de ne. PDK ji bo rastiya xwe ya qirêj veşêre dengên muxalîf hemûyan bêdeng dike; çawa ku faşîzma AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê dike, ew jî her kesên muxalîfên xwe dixe zindanê. Yên ku ji bo xwe weke metirsîdar jî dibîne bi komployan ji holê radike.

Mijareke din a balkêş jî êrişa bi fuzeyan a Îranê ya li ser Hewlêrê ye. Îran çima van êrişan dike? Piştî êrişa bi fuzeyan a meha Adarê ya ji Tebrîzê ber bi Hewlêrê ve, çapemeniya Îranê ragihand ku ev yek di heman demê de peyamek li hemberî Tirkiyeyê ye. Hûn çawa dinirxînin?

Tirkiye li herêmê polîtîkayeke hegemonîk a neo-Osmanî dimeşîne. Hewl dide ku bandorê li tevahiya cografya di bin serweriya Osmaniyan de bû bike. Di heman demê de dixwaze xwe bigihîne sînorên Mîsakî Mîllî, bidestxistina Mûsil û Kerkûkê jî ji xwe re kiriye stratejiyeke bingehîn. Bi piştgiriya PDK a hevkarê xwe, dixwaze vê armanca xwe pêk bîne. Ev stratejî û polîtîkaya Tirkiyeyê bêguman ji bo Îranê ku li herêmê têkoşîna hegemonîk dimeşîne cihê aciziyê ye. Ji xwe di navbera Îran û Tirkiyeyê de di herikîna dîrokê de timî têkoşîneke hegemonîk a herêmî hatiye meşandin. Belavbûna Tirkiye li herêmê ku welatekî NATO'yê ye û hewl dide vê bi piştgiriya PDK'ê bike, bêguman ne li berjewendiyên Îranê ye.

Diyar e polîtîkaya PDK'ê ya li Bexdayê jî Îranê aciz dike, li dijî berjewendiyên xwe dibîne. PDK bi salan e bi piştgiriya DYE û Tirkiyeyê polîtîkaya parçekirina Şîa dimeşîne. Bi parçekirina Şîa re hewl dide li ber Îranê rabe. PDK dema ku vê dike, her wiha DYE û Tirkiyeyê jî li Başûrê Kurdistanê vediguherîne hêzeke serwer. Tê zanîn ku li ser daxwaza bi israr a PDK'ê, DYE'yê dema ku leşkerên xwe ji Iraqê vekişand, li Başûrê Kurdistanê bi cih kir. DYE'yê hêza xwe ya leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê gelekî zêde kir û xurt kir. Bi heman rengî PDK'ê dewleta Tirk a faşîst ku endamekî NATO'yê li Başûrê Kurdistanê kir hêzeke bi bandor. Niha nêzî pêncî baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Başûrê  Kurdistanê hene. Ev baregeh di heman demê de baregehên NATO'yê ne. Li her derê MÎT, CÎA, MOSSAD bi rêxistin in û li gel Parastin dixebitin. Dibe ku Îran van bûyeran hemûyan li dijî xwe neyînî dibîne. Dikare bê gotin ku êrişa bi fuzeyan a li ser Hewlêrê pêwendiya xwe yekser bi van bûyeran re heye.

Eşkere ye ku Îran li dijî berjewendiyên xwe xetere dibîne ku DYE, Tirkiye û Îsraîl bi destê PDK'ê li Iraqê têne xurtkirin. Rastiyeke ku DYE ji bo berjewendiyên xwe, ji bo ewlehiya Îsraîlê ya li herêmê gelekî girîng dibîne ku Îran lawaz bibe, rejîma Îslamê ya Îranê bê guhertin û Îran li sermayeya global bê entegrekirin. DYE ji bo vê pêk bîne bi salane ambargoya aborî û siyasî li Îranê ferz dike. Kuştina Qasim Silêmanî li Bexdayê peyameke balkêş a ji bo Îranê bû ku DYE û Îsraîl dikarin çi bikin. Êrişa bi fuzeyan na li hemberî Hewlêrê jî weke peyameke Îranê ya li hemberî DYE, Îsraîl, Tirkiye û PDK'ê dikare bê nirxandin.