KJAR’ê şehîdên sêdarê bi bîr anî

KJAR’ê şehîdên sêdarê bi bîr anîn û banga berxwedanê li gelê Kurd, bi taybetî li jinan kir ku her derê bikin cihê têkoşîn û berxwedanê.

Rejima Îranê 9’ê Gulana 2010’an çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd li gel şoreşgerek Îranî yê bi navê; Şirîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan, li girtîgeha Evîn a Tehranê bi dar ve kirin.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya salvegera 12‘emîn a şehadeta şehîdên sêdarê daxuyaniyek da û ew bibîranîn. 

“DESTKEFTIYÊN MEZIN JI BO GELÊ ME BI DEST XISTIN”

KJAR’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku wek rêhevalên wan bi moral û kelecaneke bilind li têkoşînê dewam dikin û got: “ Em ê asta xebata xwe bilindtir bikin û vî karwanî bigihînin serkeftinê. Gelê Kurd herî zêde meha Gulanê li dijî faşîzmê têkoşiyaye. Van şehîdan destkeftiyeke mezin ji bo gelê me bi dest xist û jiyaneke nû pêşkêşî gelê me kir. Ji wê boneyê van têkoşeran bi xebat û fikra xwe çanda berxwedan û serkeftinê di nava gelê me de afirand.”

KJAR’ê di beşeke din a daxuyaniyê de jî wiha got: “ Şirîn Elemhulî bi moralê ku ji çanda berxwedanê wergirtibû, tu car radest nebû, ew jî mîna pêşengên wek Leyla Qasim, Sara, Bêrîtan û Zîlanê ji jinan re pêşengtî  kir û bersiva hişmendiya zilamsalariyê da.

Di dîroka dûvdirêj de tu hêzeke desthilatdar û dîktator nekariye rê li ber têkoşîna ji bo azadiyê bigire û nekariye hêza gel piştguh bike. Encax bi rêxistinkirina gel hemû hêzên dagirker werin têkbirin. Berxwedan û têkoşîna rewa ya jinan û gel dikare dawî li hişmendiya darvekirinê ya rejima Îranê bîne.”

Di dawiyê de KJAR’ê banga berxwedanê li gelê Kurd, bi taybetî li jinan kir ku her derê veguherînin cihê tekoşîn û berxwedanê da ku piştgiriya pêşengên xwe bikin.