Milîsên Jin ên Tîrêjên Rojê yên Şehîd Zîlan li Geverê çalakî pêk anîn

Milîsên Jinên Tîrêjên Rojê yên Şehîd Zîlan 2 û 4’ê Gulanê li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî polîsên Tirk çalakî lidar xistin.

Li gorî daxuyaniya Jinên Tîrêjên Rojê, şeva 2’ê Gulanê saet di 21-22’an de li dijî wesayîtên zirxî yên polîsan ên li Taxa Eskî Kişla û Taxa Ormanê digeriyan bi molotofan çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê polîsan demek dirêj gule li dora xwe reşandine. Polîsên ku li herêmê bi ser hin malan de girtin, piştre ji taxê vekişiyan.

Şeva 4’ê Gulanê saet di 23.00’an de li Yenîmahalle mal û wesayîta cerdevanekî hedef hat girtin. Polîsên ku ji bo mudaxeleyê bûyerê bikin hatin jî bi çalakiya sabotajê li wan hate xistin.

Jinên Tîrêjên Rojê da zanîn ku ew çalakî li dijî operasyonên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û qadên gerîla lidar xistine ye.