Gulan Avaşîn: Wê bibînin bê Zap cihekî çawa ye

Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê Gulan Avaşîn: Şerê ku niha niha dewam dike wê girantir bibe. Madem hatine vê derê, wê bibînin bê ev der cihekî çawa ye. Wê bi rengekî mezin bişikên.

Di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK'ê berxwedaneke lehengî tê kirin. Ji fermandarên pêngavê Gulan Avaşîn tevlîbûna gerîla ya li vî şerî, çalakiyên gerîla nirxand. Gulan Avaşîn destnîşan kir ku ji bilî serketinê gerîla di vî şerî de rêyeke din nas nake û wiha axivî:

"Beriya her tiştî, bi navê milîtanên PKK û PAJK'ê em ji çeperên şer ên herêma Zapê heskirin û hesreta xwe ji Rêbertî re radigihînin. Di şexsê şehîdên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin. Şerê ku sala 2021'ê ji Zendûra heta Zapê hate meşandin şerekî ji rêzê nebû. Hevrê hemûyank bi lehengî li ber xwe dan û ruhê fedaî ji bo me afirandin. Niha li Zapê jî li ser wê mîrateya ku wan hevrêyan ji me re hiştin li dijî dewleta Tirk a faşîst dagirker berxwedanek tê kirin. Bêguman ev berxwedan tenê wê mîna berxwedanê nemîne, em ê şer bikin, têbikoşin û ji bilî serketinê nêzîkatieyke cuda qebûl nekin. Niha li Zapê heta Çiyareş, Kurojahro, Şikefta Birîndara û Werxelê şerekî giran tê kirin. Hevalên me li çeperan hemûyan li dijî dagirkerên Tirk şer dikin û li ber xwe didin. Hevalên me hemû bi aqlekî hevpar tevdigerin û ji bilî serketinê tiştekî qebûl nakin.

Ji bo me milîtanên PKK û PAJK'ê, tişta herî hêja azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Nêzîkatiya me ya li şer bi vî rengî ye. Her kêliya ku em tevlî şer dibin, her gava ku em fîşekê diteqînin, haya me ji vê heye. Em zanin ku ev şer wê gelek tiştan diyar bike. Çawa ku dijmin ji bo me dibêje 'em ê wan li wan çeperan biqedînin', em jî dibêjin ev der qada şer e, şer û têkoşînek tê meşandin. Yên ku dixwazin dagir bikin, yên ku dixwazin tune bikin ew in, em jî ji bo azadiyê, ji bo têkbirina dewleta Tirk em ê her tiştî bikin. Nêzîkatiya me ya herî hêja azadiya Rêberê me ye. Em zanin ku rêveçûna vê operasyonê, sekna ku di vê operasyonê de bê nîşandan wê dijmin ber bi lingê Rêberê me ve bibe û bi vê cidiyetê em nêzîk dibin."

'TÎMEK JI GERÎLAYÊN JIN KUROJAHRO JI DIJMIN RE KIR DOJEH'

Gulan Avaşîn anî ziman ku tenê tîmek ji gerîlayên jin bi rojane li Kurojahro li dijî dagirkeran çalakiyan dike, nahêle ku bêhn bê ber dijmin û got, "Em hevalên ku niha di çeperên şer de li ber xwe didin dişopînin. Li hin deveran dewleta Tirk bi rojane nikare cenazeyên xwe jî bibe. Li qada Kevirê Kunê yê li Şikefta Birîndaran bi rojan e bi dehan cenazeyên leşkerên Tirk li naverastê ne. Ew cenaze li pêşiya leşkerên Tirk û cerdevanan dirizin, ev yek jî rewşa ku dewleta Tirk ketiye navê nîşan dide. Di heman demê de sekna gerîlayên Kurd jî nîşan dide. Tîmên me yên gerîla yê profesyonel ên li qadê, her wiha hevalên me yên li tunelên şer li ber xwe didin kêliyekê jî bêteredût li dijî dijmin helwestê nîşan didin. Tenê nêzîkatiyeke wan heye, ew jî çi dibe bila bibe dijmin li Zapê têk bibin. Hevalên me yên li tunelan û qadê şer dikin, nahêlin ku dijmin serê xwe jî rake. Dijmin çiqasî baweriya xwe bi teknîkê bîne jî mîna ku Rêberê me dibêje, teknîka herî mezin mirov e. Ji xwe gerîla jî bi pratîka xwe, bi çalakî û sekna xwe vê teknîkê têk dibe. Dijmin dixwaze li qada Kurojahro bi cih bibe ku niha li pişt me xuya dike. Leşkerên Tirk ji ber ku nekarî bi helîkopterên Skorsky hêzên xwe li qadê deyne, vê carê bi serkêşiya hêzên ku li pêş çavên her kesî ji xwe re dibêjin 'Kurd e' lê belê ti eleqeya xwe bi KurdîtiYê nîne, ji Şêhaldizê ber bi Kurojahro ve tên û li dijî zarokên Kurd şer dikin. Li vê derê hevalên me di her kêliyê de şer dikin. Mînak tîmek ji hevalên jin bi rastî jî Kurojahro li dijmin kiriye dojeh. Li qada Şehîd Şemdîn, welê li dijmin hatiye ku nikare bi metreyekê jî bi pêş ve biçe. Hêvalan bi çekên BKC û sûîqestê lê dan, li aliyşê din jî teqemeniya bi dijmin teqandin û çalakiyên êrişê kirin. Ev çalakiyên ku tenê ji aliyê tîmeke me ve hate kirin, li pêşiya pêşveçûna dijmin bûn asteng."

BÊRÛMETIYEKE MEZIN

Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê Gulan Avaşîn bi dewamî got, "Eger hin hêzên xwefirotî nedin pêşiya dewleta Tirk, wê nikaribe li ser vê xakê li dijî gerîla şer bikin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe bi navê milîtanên PKK û PAJK'ê em ji vî şerî re amade ne. Pêwîstî pê hebe em ê di her kêliyê de xwe feda bikin. Berjewendiyeke me ya şexsî nîne ku em lê bifikirin. Berdêla xwe çiqasî giran jî be em ê nehêlin ku dewleta Tirk li ser vê xakê bimîne. Banga me li wan kesan e ku li Bakur ji bo çend qurişan didin pêşiya leşkeran; ev şermek û bêrûmetiyeke mezin e. Bi taybetî ji bo cerdevanên li Gever û Çelê didin pêşiya leşkeran. Mînak, li qadên ku gerîla lê gelekî bi xurtî amadekarî kirine û leşker nikarin bikevin, ya kûçikan, ya jî cerdevan an jî leşkerên Kurd dişînin. Gelo ev ne bêrûmetiyeke mezin e? Em şoreşger ji vê rewşê gelekî fedî dikin. Gelo çêdibe ku Kurdek ewqasî bikeve?

DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI GERÎLA DERKEVE

Dewleta Tirk çiqasî êriş bike jî li hemberî gerîla ji zûdeyî têk çûye. Ji aliyê ruhî û psîkolojîk ve têk çûye. Bila gelê me vê zanibe, nirxên hatine qezençkirin yekser bi vî şerî ve girêdayî ne. Ji bo serketinê çi ji destê me bê em ê bikin, lê divê gelê me jî bi girîngiya vê pêvajoyê zanibe. Kêmasiyên heyî, dibe ku bibin sedema têkçûna nirxên hatine qezençkirin. Dewleta Tirk ji xwe vê dixwaze, lewma jî divê gelê me xwedî li gerîla derkeve. Gelek nirxên mezin hene ku em pê ve dilsoz in. Ji bo ev nirx ji dest neyên dayin çi ji destê me bê em ê bikin.

Şer niha bi giranî dewam dike, lê belê ev şer wê girantir bibe. Madem hatine vê derê, wê bibînin bê ev der cihekî çawa ye. Çawak u di dîrokê de lİ Zapê her tim şikestin, vê carê jî wê bi rengekî mezin bişikên."