Êşkenceya li girtîgehê, li derve jî dewam kirin
Leşkerên Tirk ku li Wanê girtiyek anîn nexweşxaneyê, bi îdîaya ku hewl daye bireve li hewşa nexweşxaneyê êşkence li girtî kirin.
Leşkerên Tirk ku li Wanê girtiyek anîn nexweşxaneyê, bi îdîaya ku hewl daye bireve li hewşa nexweşxaneyê êşkence li girtî kirin.
Li girtîgeha Wanê ku bi salane bi îdîaya êşkenceyê dikeve rojevê, îro bûyereke din a êşkenceyê rû da.
Leşkerên Tirk girtiyek anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Herêmê ya Wanê û bi îdîaya ku hewl da ku bireve, li hewşa nexweşxaneyê lê dan, êşkence lê kirin.
Mirovên li herêmê dîmenê êşkenceyê kişandin: