Leşkerên Tirk ên dagirker mezraya Kûtosê dan valakirin

Li çiyayên Katoyê êrişên dagirker didome. Leşkerên Tirk mezraya Kûtosê ya bi ser gundê Marînûsê dan valakirin.

Leşkerên Tirk ên dagirker di meha Nîsanê de li Çiyayê Katoyê yê Colemêrgê operasyon dabû destpêkirin. Di 22’ê Nîsanê de li dora gundê Marînûsê ya Katoyê şer çêbûbû. Piştî şer leşkeran ambargo danîn ser gund, hemû ciwan ji gund derxistin, gundiyên li mezraya Kûtosê ya bi ser Marînûsê ji gund hatin derxistin.

Di roja 18’emîn a ambargoyê de gundiyên Kûtosê sîxurtî qebûl nekirin û pezên xwe birin zozanên gundên din. Gundiyan nekarîn li vir jî debara xwe bike û neçar man gund vala bikin. Hate diyarkirin piştî valakirina gund piştî ku gundiyan pezê xwe ji ser piran derbas kirine, leşkerên Tirk ev pir jî hilweşandine. Hate diyarkirin girên li  ser gund tê de li gelek deran jî cîhazên qeydkirina wêneyan hatine bicihkirin.

Piştî ku 18 roj in ketin û derketina gund ‘hatiye qedexekirin’ leşkerên dagirker li ser rêya ku ji gundê Qewalê diçe Marînûsê jî bendeke kontrolê danîne. Hate ragihandin leşker sîxurtiyê li gundiyên Qewalê didin ferzkirin, kesên ev qebûl nekirine ji gund hatine derxistin û kesên qebûl kirine jî li gund mane.