Li aqûbeta Ayşîna ‘winda’ hate pirsîn

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn pirsîn ên ku piştî hatibû destgîrkirin hatibû ‘windakirin’ .

Xizmen Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 691’emîn de çalakiya xwe li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam kir. Xizmên windayan vê hefteyê çîroka Mehmet Can Ayşîn ê di 7’ê Gulana 1994’an de li gundekî Licê hat destgîrkirinn û pişt re agahî jê nehat girtin parve kirin. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD, endamên DAKAP’ê, Xizmên Windayan û gelek kesen din amade bûn. Malbatan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û pankarta mezin a wêneyên windayan û “Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin” nivîsî bû vekirin. 

Di çalakiyê de ewil Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û anî ziman ku di pêvajoya pêkanînên dijdemokratîk û peyvên nifrînê pêş dikevin de dijîn û wiha got: “Peyv û êrîşen nifrînê li dijî Kurdan û zimanê Kurdî bi giranî didome. Dijminantî bi gotinên nifrînê didomin. Sedema van hemû binpêkirinên giran, bêguman ji ber polîtîkayên aştiyane nayên bikaranîn. Sedema van geşedanan polîtîkayên şer in. Ji ber vê yekê wekî parêzvanên mafên mirovan em bawer dikin ku di serî de pirsgirêka Kurd û hemû meseleyên din tenê dikare bi muzakereyên demokratîk û bêtundî çareser bibin. Bi muzakereyên demokratîk û diyalogan ancak çareser bibin. Em dixwazin operasyonên leşkerî bi lez bên bi dawîkirin. Em dixwazin ji bo pêvajoya diyalog û muzakereyan gavên şenber bên avêtin.”

‘28 SAL IN LI BAVÊ XWE DIGERIM’

Pixt re keça Mehmet Can Ayşîn, Aynûr Ayşîn qala bavê xwe kir û wiha got: “Ez 28 sal in li bavê xwe digerim. 28 sal derbas bûn 29 sal in bê navber li bavê xwe digerim. Di sala 1994’an de leşkeran bi ser gundê me de girtin û şewitandin. Wê demê bavê min û gelek gundî destgîr kirin. Birin Dibistana Leylî û li wir winda kirin. 28 sal in bê navber li bavê xwe digerim. Heta em bimirin em ê li vir bin. Em ê heta dawî li windayên xwe bigerin.”

Endamên Platforma Jinan a Dicle Amedê (DAKAP) jî piştgirî dan malbatan. Li ser navê Platformê Emîne Akşahîn anî ziman ku dayik ne tenê ji bo windayan têdikoşin, di heman demê de ji bo aştiyê, edalet û demokrasiyê têdikoşin û wiha got: “Em êdî naxwazin dayikên me hêsirên çavan birijînin. Em naxwazin êdî dayikên me êşê bijîn.”

Rêvebera ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Îpek çîroka windakirina Ayşîn xwend û got “Di 5’ê Gulana 1994’an de leşkeran bi ser gund de girtin û zêdeyî 50 welatî destgîr kirin. Mehmet Can Ayşîn jî destgîr kirin. Di 7’ê gulana 1994’an de gundî berdan û Mehmet Can Ayşîn winda kirin. Malbatê ji wê rojê û şûnde serî li hemû rayedaran dan. Lê heta niha encam bi dest nexistin.

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.