'Divê rojnamevan demildest bêne berdan'

Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevan Marlene Forster û Matej Kavcîc da û got divê herdu rojnamevan demildest bên berdan.

Rojnamevan Marlene Forster a Elman û Matej Kavcîc ê Slovenyayî, ji 20'ê Nîsanê ve li girtîgeheke Iraqê girtî ne. Herdu rojnamevanên ku ji bo şopandina rewşa Şengalê li herêmê bûn, dema ku ji şahiya Çarşema Serê Salê vedigeriyan, li nuqteyeke kontrolê ya artêşa Iraqê hatin girtin. Têkîldarê mijarê Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên axivî. Hisên diyar kir ku herdu rojnamevan ji bo civaka Êzidî bi raya giştî bidin naskirin hatibûn Şengalê û xwest, her kes ji bo rojnamevanan bikevin nava liv û tevgerê.

DORA 3 MEH LI ŞENGALÊ MAN 

Hisên anî ziman ku herdu rojnamevanan dixwestin ku deng, reng, êş, kêfxweşî, ol û baweriya civaka Êzidî bi cîhanê bide nasîn û wiha dewam kir, “Di derbarê fermanê de lêkolîn dikirin. Bi kesên dîl ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê re hevpeyvîn pêk tanîn. Dixwestin belgefîlmek amade bikin û biweşînin. Dora 3 meh li Şengalê man. Di nav civaka me de bûn, li gelek malan geriyan, miletê me jî wan nas kir.”

Hisên diyar kir ku bi girtina rojnamevanan maf hatiye binpêkirin û wiha got, “Em vê yekê rast nabînin. Em vê yekê hem ji bo civaka Êzidî hem ji bo hikumeta Iraqê jî xeter dibînin. Dixwestin ne şêwazê jiyana civaka Êzidî û çanda wê bidin nasîn. Ji gelek bûyerên li Şengalê qewimî hikûmeta Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê berpirsyar e. Bi van pêk anînan dixwazin pêşî li rastiyan bigrin. Em careke din wek rêveberiya xweser, wek civaka Êzidî, ji tevahî gelê xwe re dibêjin ku ev yek ‘îxanete’ li hemberî me. Divê em vê yekê nepejrînin. Eger kesek ji derveyî welat berê xwe dide Şengalê û di nav van şert û mercên giran de hewl dide belgefilimekê çêbike, divê mirov xwedî lê derkeve.”

BANGA XWEDÎ DERKETINÊ HAT KIRIN

Azad Hisên di dawiyê de got ku divê dimeldest herdu rojnamevan bên berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Rojnamevanên ku hatin vir û xwestin gelê Êzidî nas bikin tu têkiliya wan bi kesek re tune. Ew rojnamevanên serbixwe ne û ne girêdayî tu hêzî ne. Ew herdu rojnamevan mêvanên civaka me bûn. Ji ber wê em banga xwedîderketina li wan dikin. Eger îro em helwest nîşan nedin, ev bûyerên wiha wê xwe dubare bike. Divê tevahî sînemager, hunermend, rojnamevan, şanoger û rewşenbîr ên li welat û dervî welat nerazîbûnê nîşanî girtina rojnamevanan bidin.”