Qeyûm, Wan û navçeyên wê herimandiye

Kolanên Wan û navçeyên wê bi destê qeyûmên rejîma AKP-MHP'ê hatine herimandin. Jinên Wanî kolanên xwe ji qirêjiya qeyûman paqij dikin.

Bi desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Wan û navçeyên wê ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve, qeyûmên tayînkirî, karên şaredariyê yên ji bo gel dihatin kirin hemû rawestandin. Li navenda bajêr û taxên wê, kolan wêran bûne û çop nayê komkirin. Mînak li navçeya Erdîşê kuçe û kolan herimîne, şaredariya ku qeyûm lê hatine danîn bi rojan ne bi mehane çopê kom nake.

Li navçeya Bêgirê jî ku rejîma AKP'ê bi rêya qeyûm dest daniye ser, şêniyên navçeyê bi xwe kolanên ji çopê paqij dike. Jinên navçeyê ku ti carî hêviyê ji qeyûmê AKP'ê nakin, kolanên xwe bi xwe paqij dikin. Jinên ku li heman kolanê ne, hefteyê carekê serê sibê tên cem hev. Hinek bi şofê, hinek bi bêrîk û hinek jî bi çerxerê dest bi kar dikin. Jin paşê çopê ku berhev dikin, dixin kîsan û davêjin cihê çopê.

EM KOLANÊ XWE BI XWE PAQIJ DIKIN

Halîme Yilmaz a li navçeya Bêgirê diayr kir, ku ku şaredariyê qeyûm li wan e, kolanên wan paqij nake û çopê kom nake. Yilmaz anî ziman ku çopê kolanên wan carinan bi mehan nayên komkirin û wiha got: “Berê di serdema şaredariya HDP’ê de çopê me hema bêje her roj dihat komkirin. Bi tayînkirina qeyûmê kolanên me bi çopê herimî. Ji ber çopên heyî me nekarî em bikevin nava kolana xwe. Bi cîranên xwe yên li kolanê re em hatin ba hev û me dest bi paqijkirina kolana xwe kir. Wek jinên kolanê ji vir û pê de jî em ê paqijiya kolanên xwe bidomînin.”

TI CARÎ HÊVIYA ME JI QEYÛM NEBÛ

Li aliyê din Songul Karataş, anî ziman ku weke şêniyên Bêgirê hêviya xwe ji qeyûman qut kirine. Karataş anî ziman ku ji ber bacên ku dane wan, beramberî wê tiştek nedîtine û got, "Şaredariya heyî, mixabin li cihê ku bi bacên ji gel distîne, xizmetek baş bike dibe asteng. Heya niha me tu xizmetek ji wan nedîtiye. Em nikarin ji xizmeta paqijiyê ya ku erka sereke ya şaredariyê ye sûdê werbigirin. Weke jin xizmeta ku bi mehan ne bi salan e me nedîtiye, em bi xwe pêk tînin. Ger em vê yekê ji şaredariya qeyûm re bihêlin wê kolana me bibe çiyayekî çopê."

KOLAN DI NAV HERIYÊ DE MAYE

Li navçeya Erdîşê ku bi desteserkirina qeyûman re li kuçe û kolan çalên kûr ên heriyê çêbûne, gel ji ber heriyê nikare gavê biavêje. Bi taybetî li kolanên Yeşîlova, Çelebîbag, Yukarı û Aşağı Işîklî Orene û Solaga hema hema li hemû kuçeyan çal û hewzên ji heriyê çêbûne. Ji ber baranê, kolan tev bûne herî."

Şêniyên van taxan nerazîbûnê nîşanî qeymeqamê Erdîşê dan û gotin ku şaredariya qeyûm tenê xizmetê dide AKP'ê û alîgirên wê.