HPG: Nîşan dan ku Kurd ên azad serî li ber mêtingeriyê natewînin

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Li dijî êrişên qirker ên dijmin, bi berxwedaneke destanî ya bi hişmendiya wezîfeyên dîrokî careke din nîşan dan ku Kurd ên azad li hemberî mêtingeriyê serî natewînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Fermandarên fedaî hevrê Mizgîn û Rûmet ku ji kêliya destpêkirina êrişên dagirkeriyê û pê ve li qada Kurojahro bi berxwedaneke mezin derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, destnîşan kirin ku berxwedana li Zapê wê li ser xeta fedaîtiyê be. Ji ber ku heta dawiyê baweriya xwe bi wê yekê anî ku êrişên dijmin ên bi hemû derfetên xwe dike tenê bi vî rengî dikarin bêne têkbirin û li ser vê bingehê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Hevrêyên me Mizgîn û Rûmet ku bi îradeyeke xurt a Apoyî şer kirin û şehîd bûn, weke fermandarên sembol ên Berxwedana Zapê cihê xwe di dîroka gelê me de girtin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Mizgîn Ronahî
Nav paşnav: Halîme Efendak
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Cîhar-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Rûmet Amed
Nav paşnav: Nejdet Mahmût Salîh
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Şemse-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: Nîsana 2022 / Zap

MIZGÎN RONAHÎ

Hevrêya me Mizgîn li bajarê welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Makû gundê Îsxanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz û gund mezin bû. Bi ziman, çanda gel, bi exlaqa civakî û ruhê Kurdîtiyê mezin bû. Kesayetiya wê jî bi vî rengî ava bû. Weke jineke Kurd a ciwan her ku mezin bû bêhtir bi nakokiyên kûr ên civakî hesiya, vê yekê kir ku bikeve nava lêpirsînan û lêgerînê. Bi taybetî her ku rewşa jinê ya li nava civakê hatiye mehkûmkirin dît, lêgerîna wê ya azadiyê xurtir bû. Li gel bêstatuya civakî ya jinê, di heman demê de bêstatubûna gelê Kurd, bêparmayina ji jiyana bi rengekî azad a bi nasnameya xwe û dagirkeriya li welatê wan, kir ku hevrêya me Mizgîn bikeve nava lêpirsîneke kûr. Li ser bingeha vê lêgerînê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nas kir. Piştî ku gerîla nas kir, ber bi tevgera azadiyê ve gav avêt û sala 2006'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Mizgîn tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla, weke hîskirina azadiyê, naskirina jiyan, xwebûn û cewhera xwe û jiyana bi îradeya xwe li nava xaka xwe pênase kir. Perwerdeya destpêkê ya gerîla li herêma Qendîlê wergirt û li vê derê dest bi gerîlatiyê kir. Kesayetiya baldar a hevrêya me Mizgîn, jêhatîbûna wê ya di pratîkê de û karakterê wê yê lêpirsînê kir ku zû bi pêş bikeve. Her ku îdeolojiya Apoyî nas kir xwe nas kir û her tişta ku mejiyê serwer ê mêr ji jinê dizî hewl da li çiyayên Kurdistanê ji nû ve bi dest bixe. Xwe gihand cewhera xwe, rastiya xwe nas kir û li ser vê bingehê roj bi roj xwe afirand, azad kir. Di demeke kurt de bû gerîlayeke li pêş û serketî. Di pêvajoya salên 2007-2008'an de ku dewleta Tirk jehr da Rêberê me, li hemberî mêtingeriyê bû xwedî hêrseke mezin. Bi vê hêrsê diyar kir ku tevlîbûna wê ya heyî têrê nake, divê bi rengekî hîn radîkal û encamgir tevlî bibe, lewma birayra fedaîtiyê da û li ser vê bingehê derbasî nava Hêzên Taybet bû. Li warê fedaiyan, rastiya fedaî ya Rêber Apo, xeta fedaîtiyê ya Zîlan û şopdarên wê fêhm kir, gihîşt asteke bilind a biryardanê û meşa xwe ya şoreşê êdî li ser vê bingehê dewam kir. Li gel kûrahiya îdeolojîk û biryardariya fedaî di hunera leşkerî de jî xwe bi pêş ve bir û perwerdeya pisporiya leşkerî wergirt. Perwerde bi rengekî serketî qedand û bû pisporek. Piştre jî weke gerîlayeke pispor û milîtaneke fedaî sala 2010'an derbasî Zagrosan bû. Zû hînî Zagrosan bû, li gelek qadan karên cuda kir, li her bihosta vê herêmê bi xwêdana xwe nirx afirand. Di nava şert û mercên giran ên şer û cografya serhildêr a Zagrosan de hîn bêhtir xwe nas kir, weke jinekê bi hêza xwe hesiya, hezkirina li gel û welêt mezintir kir. Pênc salan bênavber li Zagrosan kar kir û bi wêrekiyeke mezin tevlî gelek çalakiyan bû, bû xwedî tecrûbeyên mezin. Ji fermandariya gerîla heta bi xweparastinê di her karî de pratîkeke serketî kir. Sala 2015'an li Geverê di çalakiyeke berfireh de li refên herî pêş cih girt, sîng bi sîng li dijî dijmin şer kir û birîndar bû. Piştî ku tedawiya wê qediya bênavber li wezîfeya xwe vegeriya. Di zivistana 2015-2016'an de di serî de li Cizîra Botan komkujiyên ku dewleta Tirk a qirker li Kurdistanê kir, hestên tolhildanê yên hevrêya me Mizgîn mezin kir. Li ser vê bingehê weke gerîlayeke YJA Starê ya şareza berê xwe da Botanê ûs ala 2016'an gihîşt çiyayên Botanê. Hevrêya me Mizgîn ku bi lez li Botanê tevlî pratîkê bû, ji tîmên gerîla yên bi tevger ên YJA Starê re fermandarî kir. Li ser vê bingehê li gelek qadên Botanê kar kir. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, hevrêtiya xwe ya ji dil û sekna xwe ya bi pîvan ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Sala 2016'an li herêma Bestayê bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bû, gelek çalakiyên sabotajê bi xwe plan kir û pêk anî.

Di çalakiya Besta Deriyê Berojê ya 16'ê Tebaxa 2017'an de ku yek ji çalakiyên dîrokî û encamgir ê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, hevrêya me Mizgîn weke fermandara baskê êrişê cih girt. Bi dîmenên ku di hişê gelê Kurdistanê de cih girt, lehengiya jinên Kurd, wêrekiya mezin nîşanî cîhanê da ku dema bi ruhê fedaî yê Apoyî tevdigere, çawa hesab ji dijmin dipirse. Di salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de, li warê Egîdan, bi ruhê Egîd û bi rêbaza lêdanê ya Egîd çalakî kir û weke jineke Kurd a leheng cihê xwe di dîrokê de girt. Hevrêya me Mizgîn milîtanî û fermandariya YJA Starê di şexsê xwe de bi rengê herî şareza temsîl kir, li herêma Bestayê bi erka Fermandariya YJA Starê rabû û ev wezîfeya xwe jî bi rengekî hêja bi cih anî. Piştî pratîka Botanê ya çar salan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Sala 2020'an li akademiya leşkerî perwerde wergirt. Li nava perwerdeyê, weke fermandareke pêşeng bi erka xwe rabû, pratîka salan nirxand, tecrûbeyên xwe yên bi salan bi hevrêyên xwe re parve kir, li ser bingeha gerîlatiya modernîteya demokratîk xwe kûr kir û ji wezîfeyên dema nû re amade kir. Piştî perwerdeyê bi eşq û daxwazeke mezin ji nû ve derbasî Zapê bû û weke weke fermandara herêmê bi berpirsyarî rabû. Li qada Kurojahro dest bi pratîkê kir û zû hînî vê derê bû. Hevrêya me Mizgîn bi eşqeke mezin bi her herêma welêt ve hate girêdan û li qada Kurojahro kedeke mezin da. Di nava hevrêyên xwe yên jin û mêr de bû cihê hezkirin û hurmetê, di nava jiyan û şer de jî fermandareke şareza bû. Di Nîsana 2022'an de yek ji hedefên êrişa dagirkeriyê ya li ser herêma Zapê, qada Kurojahro ye. Hevrêya me Mizgîn û hevalên me yên di bin fermandariya wê de, derbên herî bi bandor li êrişa dagirkeriyê xistin û bi vî rengî bersiva herî mezin dan dagirkeran. Hevrêya me Mizgîn bi rojan bi lehengî şer kir, hevrêyên xwe da şerkirin û bi lehengî şehîd bû, bû yek ji fermandarên sembol ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Weke kut ê zanîn êrişa li ser qada Kurojahro bi piştgiriya xeta xiyanetê ya Kurd hate kirin. Ev piştgiriya nokeran weke deqeyeke reş di dîroka gelê Kurd de cih girt, hevrêya me Mizgîn jî ji Rojhialtê Kurdistanê heta bi sê parçeyên Kurdistanê bi kesayetiya xwe ya têkoşer, meşa azadiyê ya destanî û kesayetiya sembola neteweyî bû rûyê pak ê gelê Kurd. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Mizgîn, jin hemû, gelê Kurdistanê çiqasî serbilind bin kêm e ku xwedî jineke Kurd a azad a leheng û fermandareke bi vî rengî bûn. Li dijî nokerên ku nirxên gelê me binpê dikin, ji ber ku em xwedî hevrê û fermandarên wiha leheng in ku rûmet û şerefa gelê me bilind dikin, em serbilind in. Em êm eşa azadiyê ya destanî ya hevrêya xwe Mizgîn ji xwe re bikin mînak û soz didin ku armancên wê teqez pêk bînin.

RÛMET AMED

Hevrêyê me Rûmet li yek ji kelehên berxwedanê yên Kurdistanê li Kobanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrê Rûmet li nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin bû û di nava şert û mercên Hêvî û serketinê yên şoreşê de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Di dema Berxwedana Kobanê ya Dîrokî de ji çand û kesayetiya Apoyî bi bandor bû ku hevrêyên me yên ji çar aliyên Kurdistanê ber bi şoreşê ve beziyan, hebûna gelê me misoger kirin û bi vî rengî temsîl kirin. Dema ku mezin bû û gihîşt wî temenî ku wezîfeyên şoreşê hilde ser milê xwe, li şer şopa hevrêyên ku li çîrokên wan ên lehengiyê guhdarî kir, rahişt çekên wan û tevlî nava refên şoreşê bû. bi enerjiya ciwantiyê li gelek qadên Rojava wezîfe kir, weke şoreşgerekî Apoyî li her qada ku pêwîstiya gelê me pê hebû bi daxwaz û berpirsyariyeke mezin wezîfe kir û ev wezîfe jî bir engekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Rûmet xwest xwe di felsefeya Apoyî de kûr bike. Ji bo vê jî kete nava hewldanan û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de temsîl kir. Hevrêyê me Rûmet ku milîtanekî wêrek û fedakar bû, bi baweriya ji xeta leşkerî ya serdma nû re li qada leşkerî xwe perwerde kir, perwerde weke erkeke şoreşî dît û bi taybetî giranî da ser perwerdeya pisporiyê. Pê bawer kir ku bi perwerdeyeke baş a leşkerî û kûrbûna di îdeolojiya Rêbertî de wê gerîla bike ku qet têk neçe, bi vê baweriyê tevgeriya. Bi perwerdeya wergirtî re hevrêyê me Rûmet bû gerîlayekî şareza, her tim pêşniyar kir ku biçe qadên şerê herî germ û bi israra di vê pêşniyarê de sekna her ciwanekî Kurd a di vê pêvajoyê de ku divê çawa be, di kesayetiya xwe de temsîl kir. Sala 2020'an derbasî herêma Zapê bû û bi kedkarî, fedakarî, qîmeta dida hevrêtiyê, di nava hevrêyên xwe hemûyan de bû hevalekî dihate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan. Li eyaleta Zapê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û bi serketina di van çalakiyan de bû cihê baweriyê ji hevrêyên xwe re. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên 17'ê Nîsana 2022'an da destpêkirin, hevrêyê me Rûmet tevlî komên destpêkê bû yên bersiv dan dijmin û li gel çalakîbûna xwe bi xwînxwariya xwe di gelek çalakiyan de derb li dijmin xist, nehişt ku dijmin hêzên xwe li qada Kurojahro deyne. Hevrêyê me Rûmet ku yek ji fermandarên pêşeng ên berxwedana Zapê bû, bi rojan bi rengekî destanî li ber xwe da û bi lehengî şehîd bû.

Hevrêyên me Mizgîn û Rûmet li dijî êrişên qirker ên dijmin, bi berxwedaneke destanî ya bi hişmendiya wezîfeyên dîrokî careke din nîşan dan ku Kurd ên azad li hemberî mêtingeriyê serî natewînin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."