Gerîlayê HPG'ê Yorûlmaz li ser gora xwe bi bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Gaffarî Yorûlmaz ê ku di şerê berî 2 sal berê li Semsûrê derketibû û şehîd bibû, li ser gora xwe hat bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Gaffarî Yorûlmaz (Bager Adar) ê ku di 7'ê Gulana 2020'an de li gundê Qor (Yeşîltepe) yê Semsûrê bi 2 hevalên xwe re şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.

Tevî xizmên Yorûlmaz, nûnerê MEBYA-DER’ê û gelek kes tevlî bîranîna li Taxa Gomikê ya navçeya Altinşehîrê ya Semsûrê bûn.

Gelê ku piştî ji bo bîranîna şehîdan dua kirin, çûn serdana gora wî ya li Gomikê. Jinên ku li ser gora Yorulmaz gul danîn, demeke dirêj lorandin.