Gerîlayên YJA Starê: Ne ji PDK'ê be, dewleta Tirk newêre êriş bike

Gerîlayên YJA Starê yên li qada Kurojahro gotin, "Ne ji hevkariya PDK'ê be dewleta Tirk wê newêribe êrişî herêmên me bike. Em ê rê nedin dijmin."

Yek ji qadên ku artêşa Tirk bi hevkariya PDK'ê dest bi êrişa dagirkeriyê kiriye, qada Kurojahro ye.

Tîmên gerîla yên YJA Starê yên li qada Kurojahro ji roja destpêkê ve di şer de ne, ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Eger ne ji hevkariya PDK'ê be dewleta Tirk wê newêribe êrişî herêmên me bike."

Gerîla Rahşan Baran û Jin Hasret Çiya diyar kirin ku artêşa Tirk di roja destpêkê ya şer de nekarî hêzên xwe li qada Kurojahro deyne û di ser Şêladizê re leşkerên Tirk derbasî qadên grîla kiriye.

Gerîlayan destnîşan kirin ku li qada Kurojahro wê rê nedin dijmin û çalakiyên xwe dewam bikin.