Dayikên Nisêbînê: Divê dayîk biherikin ser sînor

Dayikên ku li Nisêbînê hatin cem hev êrîşên dagirkeriyê ya AKP-PDK şermezar kirin û gotin, “Divê dayîk biherikin ser sînor.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya Roja Dayikan de li taxa Yenîşehîr ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çalakiyek li darxistin. Hevseroka Gîştî ya Partiya Heremên Demokrat (DBP) Salîha Aydenîz, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar, Dersîm Dag, Nûran Îmîr, Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin û gelek dayîkên li Amed, Mêrdîn, Êlîh, Sêrt û Şirnexê tevlî çalakiyê bûn. Pankarta bi nîvîsa “Heta em rojên azad ava nekin, emê têkoşîna xwe bidomînin” û pankarta Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya bi nivîsa “Dayîkên têkoşer rûmeta me ne” hatin vekirin.

Dayikên ku hatin çalakiyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiiyan azadî” û “Bijî berxwedana dayikan” berz kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û sirûda Çerxa Şoreşê hat xwendin.

Di çalakiyê de bi wesîleya Roja Dayikan helbesta “Dayîka delal” hat xwendin.

‘DAYÎK WÊ LI REX ZAROKÊN XWE CÎH BIGRIN’

Rêvebera MEBYA-DER’ê Meryem Soylû, Roja Dayîkan pîroz kir û got, “Îro dayîk li bendê ne ku zarokên wan roja dayîkan pîroz bike. Lê dayîk nikarin zarokên xwe bibînin. Çi dibe bila bibe zarokên me di hembêza me de dijîn. Ev pergal heta destûr nade ku zarok dayikên xwe bibînin. Di rojek wiha de jî dayîk nikarin herin ser gora zarokên xwe. Lê çi bikin bila bikin dayîk wê li rex zarokên xwe cîh bigrin.”

JI BARZANÎ RE BERTEKA HIŞK: QETÎLKER!

Soylû bertek nîşanî PDK’ê ku hevkariya Tirkiyê ya ku li ser Herêma Federal a Kurdistanê êrîş li dardixe dike, da got,  “PDK îro çiyayan bomberdûman dike û zarokên me qetîl dike. Barzanî zarokên me bomberdûman dike” û wiha pirskir, “Ma hûn şerm nakin?”

Piştî axaftina Soylû sinevîzyonek li ser têkoşîna li dijî şer ya Dayikên Aştiyê û Dayikên Laçik Spî hat temaşekirin.

BANGAWAZÎ JI DAYÎKAN RE HAT KIRIN KU BIHERIKIN SER SÎNOR

Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Esmer Çikmaz axivî û bal kişande ser girîngiya Roja Dayîkan. Çikmaz her wiha bertek nîşanî gefên li dijî Berdevka Meclîsa Jin a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da û diyar kir ku ev êrîş li dijî hemû jinan e. Çikmaz di derbarê êrîşên dagirkeriyê de jî wiha got, “Em naxwazin xwîn bê rijandin. Ev êş wê heta kengê berdewam bike. Divê dayîk biherikin ser sînor. Lanet li PDK’ê be. Di navê te de Kurdistan heye, ma tu şerm nakî? Divê xwe rast bike. Ger îro em bin,  wê sibe dora wê bê. Bila vê ji bîr neke.”

Di çalakiyê de dayikên ku tevlî Nobeta Edeletê bûn daxwaza azadiyai girtiyên nexweş kirin.