Hêzên Kazimî li Duholê êrişî gel kir - HATE NÛKIRIN

Hêzên çekdar ên girêdayî Kazimî êriş birin ser gel ê ku li Duholê çalakî lidar dixistin. Aloziya li qadê didome.

Piştî ku êrîşên hêzên Kazimî yên li dijî Şengalê di 2’ê Gulanê de rawestiyan, gelê Êzidî ji bo ku leşker ji cih û warên welatiyan vekişin çalakiyan li dar dixin.

Daxwaza sereke ya xelkê Şengal û Êzidî ew e ku hêzên Kazimî yên li nav şêniyan bi cih bûne derkevin û careke din bi çekên giran êrîşî gund û bajaran nekin. Tevî ku artêşa Iraqê li ser bertekên gel ji hin cihan vekişiya jî, lê li gelek gund û bajarokan hebûna xwe didomîne.

ÊRÎŞÎ GEL KIRIN, KON RAKIRIN

Artêşa Iraqê li navçeya Duholê ya Şengalê êrîşî gel kir.

Kona ku ji aliyê şêniyên Duholê ve hatibû vedan, ji aliyê hêzên Kazimî ve hat rakirin. Kursiyên ku gel di konan de danîbûn hatin şikandin û hewl hat dayîn gel li ser rêya Duholê derxînin.

Li Duholê ji ber êrîşa hêzên Kazimî ya li dijî gel alozî didome.

BORIK

Çalakiyên civaka Êzidî yên ji bo derxistina artêşa Iraq ji gund û bajarên Şengalê li Borik a Şengalê berdewam kir. Çalakvan bi biryardarî dixwazin artêş ji gund û bajaran derkeve, tenê şirte û Asayîşa Êzidxanê hundirê gund û bajaran de bimîne û parastinê bikin.

Xelkê Şengalê di saet 16:30’ê de daket kolanan, mifreqa Borik ji trafîkê re girtin û çalakî pêkanîn. Çalakvanan li ser cadeya giştî tekelên wesayîtan şewitandin û daxwaza derketina artêşa Iraqê ji gund û bajaran kirin. Çalakvanan gotin ku heya artêş ji herêmê dernekeve yê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakvanan dirûşmên wek,“Bijî bijî aşitî”, “Ji kuştina li bajaran re na ”, “Bila artêş ji bajaran derkeve” berz kirin.

Li Şengalê piştî ku di 2’yê Gulanê de êrîşên artêşa Iraqê sekinî, ev çend roj in ku civaka Êzidî bi çalakiyên cûda helwesta xwe ya li hemberî artêşa Iraqê nîşan dide û li dijî polîtîkayên şer disekine.

Çalakiya li Borikê jî tevî baranê bi biryardariyek mezin pêk hat.