Karmend û mamostayên Zanîngeha Raperîn li ber derê Zanîngeha Raperîn a li Silêmaniyê hemberî nedana mûçe çalakiyek lidarxistin.
Çend mehin ku bi hinceta pere li bankayên sînorê Silêmanî nîne muçeyê hinek karmendan nayê dayîn. Ji ber vê yekê jî çalakiyên mamosta û karmendên mûçeyê xwe wernagirin, dewam dikin.
REWŞA JIYANÎ XIRAB E
Karmend û mamostayan anî ziman ku zêdetirî 50 roj in mûçeyên wan nehatine dayîn, rewşa wan ya aborî gelek xirab e. Di xwepêşandanê de daxwaza muçe dayînê hat kirin.
JI BO NEDAYÎNA MÛÇE HINCET TÊ NÎŞANDAN
Her di vê çarçoveyê de mamostayên Zanîngeha Silêmanî jî ji ber nedanî mûçe li ser rêya sereke Silêmanî-Kerkûk kom bû, rê li çûn û hatinê girtin.
Mamosteyan di çalakiyê de daxwaz ji hikûmetê kir ku sozên xwe bi cih bîne, ti hincetan ji bo nedayîna mûçe dernexin.
LI BANKAN PERE NÎNE
Li gorî bernameya belavkirina muçe ya ku Wezareta Darayî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê belavkirî, divê di 24’ê Nîsanê de muçeyên karmend û muçexwerên Wezateta Xwendina Bilind hatiba belavkirin. Lê belê bi hinceta ku di bankayên sînorê Silêmanî de, pere nemaye, mûçe dereng tê belavkirin.