Dewleta Tirk bombe li maleke li wargeha Mexmûrê barand -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker bi balafieke bêmirov a biçek bombe li maleke li wargeha Mexmûrê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafieke bêmirov a biçek bombe li maleke li wargeha Mexmûrê barand.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek beriya niha bi kêliyekê bombe li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) barand.
Bombe li maleke hate barandin.
Di êrişê de birîndar û kesên ji bombebaranê bandor bûne hene. Kesên jê bandor bûne bêhna wan teng dibe û dikuxin. Rakirin nexweşxaneyê û di bin çavdêriya bijîşkan de ne.
Piştî êrîşê, liv û tevgera balafirên keşfê li ser Mexmûrê dewam kir.
Tê payin ku şêniyên wargehê êvarê bi meşeke girseyî û daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşê şermerzar bikin.
Balkêş e ku êrîş di demeke welê de hate kirin ku heyeteke payebilind a Iraqî serdana Mexmûrê kir.
Li gorî agahiyan, Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevpar, Fermandarê Hêzên Hevpar û gelek rayedarên payebilind ên artêşa Iraqê serdana Mexmûrê kirin.