Şîrketên produksiyonê yên Piya û Arî hê jî di bin dorpêça polîsan de ne

Li Amedê dorpêça polîsan a li ser şîrketên produksiyonê yên Piya û Ariyê 27 roj in didome.

Li Amedê di 8’ê Hezîranê çarçoveya operasyona li dijî rojnemevanan Kurd de, polîsên Tirk bi ser JinNews û şîrketên produksiyonê yên Pel, Piya û Arî de girtibûn.

Di serdegirtinan de hemû materyalên dijîtal ên ajans û şîrketan hatibû desteserkirin. Piştî lêgerîna li nav şîrketa JinNews û produksiyona fîlman a Pelê bi dawî bû, polîs ji her du buroyan derketin.

Dorpêça li ser şîrketên produksiyonê yên Piya û Arî hê jî didomin. Polîsên Tirk li ber deriyê her du şîrketan e û nahêle xebatkar biçin wir.

Ji parêzerên ku di derbarê mijarê de serlêdan kirin jî hinceta “lêgerîn dewam dike” tê diyarkirin.