DEDAŞ û leşkeran êrîşî gundiyan kirin: 5 kes birîndar bûn 6 kes hatin destgîrkirin

Li gundekî Cizîra Şirnexê gundiyan nerazîbûn nîşanî veguheztina saetên elektrîkê dan. Leşkeran bi TOMA’yan êrîşî gel kirin. Di êrîşê de 5 kes birîndar bûn, 6 kes jî hatin destgîrkirin.

Tîmên DEDAŞ’ê xwestin ku saetên elektrîkê yên li mezrayên Newala Îsa Axa û Zuranê ya gundê Baska ya Cizîra Şirnexê bibin serê dîrekan. Gundiyan nerazîbûn nîşanî tîmên DEDAŞ’ê dan.

Li ser daxwaza DEDAŞ’ê bi sedan leşker hatin gund. Leşkeran bi wesayîtên zirxî û TOMA’yan êrîşî gel kirin.

Di êrîşê de ava bi şid û gaza îsotê hate bikaranîn. Piranî jê jin 5 kes ji ser xwe hişê xwe çûn.

Di êrîşa leşkeran de 2 jê jin 8 kes hatin destgîrkirin. Piştî nerazîbûnan 2 jin hatin berdan.

Hate diyarkirin  Ruvanas, R. Ruvanas, M. Ruvanas, F. Ruvanas, S. Ruvanas, C. Ruvanas hatine destgîrkirin.

Aloziya li gund didome.