Gerîlayan yek jê payebilind 9 dagirker ceza kirin

HPG: Di encama çalakiyên tîmên me yên bi tevger de ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin, yek jê payebilind 9 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser encamên şer ev agahî parve kir:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi tîmên bi tevger derbên giran li dagirkeran dixin. Di encama çalakiyên tîmên me yên bi tevger de ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin, yek jê payebilind 9 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker 21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 10 caran bi balafirên şer û 17 caran jî bi helîkopteran, bi dehan caran jî bi obusan bombe li qadên berxwedanê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

30'ê Hezîranê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

3'ê Tîrmehê saet di 11:20 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya karker, dagirkeran xwestin sensora tevgerê bi cih bikin. Bi çekên ferdî û bombeyan li dagirkeran hate xistin. Dagirkerên ku derb xwarin neçar man xwe vekişînin.

3'ê Tîrmehê saet di 09:20 û 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi sabotajê û çekên ferdî li dagirkeran hate xistin.

4'ê Tîrmehê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço bi sûîqestê 2 dagirker hatin cezakirin.

4'ê Tîrmehê serê sibehê artêşa Tirk a dagirker li gel sê balafirên keşfê, hewl dide bi konvoyeke ji wesayitên zirxî û tankan ji sînorê Bakurê Kurdistanê derbasî Qada Berxwedanê ya Çemço bike.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

3'ê Tîrmehê saet di 07:30 û 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê 2 caran bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

3'ê Tîrmehê saet di 11:15'an de li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin bi teqemeniyan bombeyan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bibarînin. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man xwe bi astekê vekişînin. Saet di 13:40'î de bi serkêşiya kontrayekî ku bi Kurdî diaxivî dagirkeran xwestin careke din bi pêş ve biçin. Li dijî van dagirkeran bi sabotajê çalakî hate lidarxistin û 3 dagirker hatin cezakirin.

3'ê Tîrmehê saet di 24:00 û 4'ê Tîrmehê saet di 06:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de yek jê payebilind 2 dagirker hatin cezakirin.

4'ê Tîrmehê saet di 06:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

3'ê Tîrmehê li qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Şikefta Birîndara, Karker û Kokerê dagirkeran 21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombardûman kirin. Hin ji kîmyasalên hatin bikaranîn bi rengê spî bûn.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

3'ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Şikefta Birîndara û Werxelê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus, hawan û çekên din ên giran bi dehan carî hatin bombekirin.

3'ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên girê Hakkarî, Girê cûdî û Kurojahro 17 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

3'ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên Girê Amediyê, Werxelê, Saca û Çemço 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."