Li Cizîrê di şermezarkirina DEDAŞ'ê de 20 kes hatin destgîrkirin

Leşkeran êrîşî gundiyên ku li gundê Newala Îsaaxa û Zûran ên girêdayî gundê Dîrseklî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, neqlkirina saetên elektrîkê li stûnan protesto kirin, kirin û bi bikaranîna şîdetê ve 20 kes destgîr kirin.

Di navbera gundiyan û ekîbên Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) de ji ber ku hewl didan saetên elektrîkê yên li Newala Îsaaxa û Zûran ên girêdayî gundê Dîrsekliyê neqlê stûnan bikin, nîqaş derket.

Bi sedan leşkerên ku li ser daxwaza DEDAŞ'ê sewqî gund hatin kirin, bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan êrîşî gel kirin.

Di êrîşê de ava şid û gaza bîberê hat bikaranîn, 5 kesên ku piraniya wan jin in ji ser hişê xwe çûn.

LI HEMBERÎ BERXWEDANÊ VEKIŞIYAN

Li hemberî êrîşa leşkeran şêniyên gundê Zûran lastîk şewitandin û rêya kevin a Cizîr-Şirnexê ji trafîkê re girtin.

Li ser vê yekê dîsa bi ava şid û gaza bîberê êrîşî gel kirin.

Di encama berxwedana gel de ekîb û leşkerên DEDAŞ’ê neçar man paşde vekişin.

HERÎ KÊM 20 KES DESTGÎR KIRIN

Di êrîşan de heta niha 2 jê jin herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin. Navên hin ji kesên hatin destgîrkirin wiha ne: M. Rûvanas, C. Rûvanas, B. Rûvanas, Y. Rûvanas, R. Rûvanas, M. Rûvanas, F. Rûvanas, S. Rûvanas, C. Rûvanas û N. Acar.

Hate hînbûn ku A.Rûvanasê ku hat destgîrkirin rewşa wî nebaş bû û bi ambûlansa ku sewqî cihê bûyerê hat kirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.