Rapora Hezîranê: 35 rojnamevan hatin destgîrkirin, 16 hatin girtin

DFG'ê ragihand ku meha Hezîranê êrîş li 25 rojnamevanan hatiye kirin, 35 rojnamevan hatine destgîrkirin, 16 jî hatine girtin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya “Binpêkirinên li dijî Rojnamevanan a Meha Hezîrana 2022’yan” parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku polîtîkaya girtin, zext, operasyon, “qanûna sansurê”, astengkirina şopandina nûçeyan û cezakirinê ya li ser rojnamevanên Kurd berdewam dike. DFG’ê, da zanîn ku bi vê polîtîkayê hewl tê dayîn ku civakê bifetisînin.

Daxuyaniya DFG’ê wiha ye:

“Li Tirkiyeyê bi serdagirtina mal û kargehên rojnamevanên kurd, derxistina ‘qanûnên sansurê’, astengkirina şopandina nûçeyan û polîtîkaya cezakirina rojnamevan û rojnemevaniyê tê xwestin ku çapameniya azad û civakê bê nefes bihêlin. Di 8’ê hezîranê di 30’emîn salvegera qetilkirina rojnamevan Hafiz Akdemîr e. Rojnamevan Hafiz Akdemîr 30 sal berê di vê rojê de li navçeya Sûr a Amedê bi destê endamên rêxistina Hîzbûllahê ve hate qetilkirin ku ev rêxistin ji hêla hêzên tarî yên dewletê ve hatiye avakirin. Di roja ku hevalên rojnamevan Hafiz Akdemîr dixwestin bi bîr bînin û daxwaza darizandina kujerên wî dikirin de polîsan bi ser mal û kargehên xebatkarên çapameniya azad de girt û 20 rojnamevanên şopdarên Apê Mûsa destgîr kirin.

MEZINTIRÎN ÊRÎŞA SALÊN DAWÎ BÛ

Ev êrişa dawî ya li dijî rojnamevanan hatiye kirin, di salên dawî de mezintirîn êrişa li dijî rojnamevanan e. Di êrişê de 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kes hatin destgîrkirin. Polîsan bi ser mal û kargehên çapameniyê de girtin. Di encama serdegirtina mal û kargehan de hevserokê komeleya me Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Rojnamevan Omer Çelîk, Sûat Doguhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tunç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Kadîr Bayram, Lezgîn Akdenîz, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu û Remziye Temel hatin destgîrkirin. Di çarçoveya heman êrişê de welatiyê bi navê Îhsan Ergulen ê ku bi wî re hevpeyvîna kolanê hatibû kirin jî hat destgîrkirin.

ARMANC TUNEKIRINA XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ YE

Di serdagirtina bûroya JINNEWS û kargehên Pîa, Pel û Produksiyona Ariyê de polîsan dest danîn ser hemû alavên weşanê yên dijîtal. Li gel ku sedemeke qanûnî nîne jî polîsan ji roja 8’ê hezîranê ve kargehên Arî û Piayê dorpêç kirine. Bi hinceta lêgerînê nahêlin kes têkeve van kargehan. Ev rêbaz û helwest aşkera dike ku armanc û mexseda serdagirtinê ne tenê girtin û destgîrkirina rojnamevanan e lê di heman demê de tunekirina hemû derfetên kar û xebatên rojnamevaniyê ye jî.

Hevpîşeyên me li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin ragirtin û bêyî ku sedemek bê destnîşankirin, 8 rojan di bin çavan de man. Rojnamevanan nedizanin bê ka bi çi tên sûcdarkirin. Hêj di roja destpêkê ya serdagirtinan de saziya fermî ya dewletê TRT 1’ê bi weşanên xwe hempîşeyên me hedef girt.

JI BER KARÊ ROJNAMEVANIYÊ HATIN SÛCDARKIRIN

Hevalên me di 16’ê hezîranê de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Hem li dozgeriyê û hem jî li dadgehê ji ber kar û barên rojnamevaniyê hatin tewambarkirin. Ev darizandin heta serê sibeha roja din berdewam kir. Di encamê de hevserokê komeleya me Serdar Altan jî di nav de bi giştî 16 rojnamevan hatin girtin. 5 rojnamevan û walatiyek jî bi biryara kontrola edlî hatin berdan. Bi rêbaza îfadeyên şahidên nepen re 16 hevalên me hatin girtin û hejmara rojnamevanên girtî ya li Tirkiyeyê derket 76’an.

KAMERA Û WÊNEKÊŞ WEKE DELÎLÊN SÛC NÎŞAN DAN

Midûriyeta Emniyetê ya Amedê piştî girtina hempîşeyên me, ji bo ku pêşî li bertekên di raya giştî de bigire li ser medyaya alîgir wêneyên serdagirtina mal û kargehên weşangeriyê weşand. Lê van wêneyên ku parve kiribûn, armanc û mebesta wan bêhtir derxist holê. Di van wêneyan de kamera, wênekêş, arşîva rojnameyan û wêneyên şehîdên çapameniya azad ku nirx û rûmeta me ne weke delîlên sûc hatibûn destnîşankirin. Bi vê sepanê xuya dibe ku hikûmetê li dijî rojnamevan û rojnamevaniyê şer daye destpêkirin.

QANÛNA SANSÛRÊ

Di dema binçavkirina 16 rojnamevanên kurd de her wiha “qanûna sansûrê” ku weke “qanûna dezenformasyonê” tê binçavkirin jî li Komîsyona Edaletê ya Meclisê derbas bû. Heke ev qanûna navborî bê erêkirin dê derxistina karta çapameniyê û girtina malperên înternetê girêdayî Saziya Teknolojiya Enfarmasyonê (BTK) be. Ev rêbaz jî tê wateya sanurkirina hemû cureyên medyayê ye. Welatiyek ji ber parvekirineke xwe dikare bi 3 salan cezayê hefsê bê cezakirin û hikûmet hewl dide gel bêhtir bitengijîne.

Desthilatdarî bi salan e bi rêbaza girtin û destguhertina saziyên medyayê re piraniya medyayê xist kontrola xwe. Bi derxistina vê qanûna navborî re wê çendek saziyên çapemeniyê yên azad ên mayî jî bên tunekirin an jî serî pê bidin tewandin. Wê têkoşîna me ya li dijî vê qanûnê her ku diçe xurtir bibe.

BIRYARA ASTENGKIRINÊ BETAL BIKIN

Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Enqereyê li ser daxwaza Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK), ji bo edîsyona beşa nûçeyên tirkî ya Voice of America (Dengê Amerîka) û Deutsche Welle (DW) ya navenda xwe li Elmanyaye biryara astengkirinê da. Li gorî biryara di meha Sibatê de hatiye dayîn, hemû çêkarên bernameyên navneteweyî neçarin li Tirkiyeyê lîsansê bigirin. Van her du weşanan jî ji bo xwe bigihînin şopînerên xwe pêşniyara VPN’a alternatîf kirin. Em vê rêbaza heyî ya li Tirkiyeyê, weke destwerdana li edîtoriya azad û sansurê destnîşan dikin. Daxwaz me ew e ku ev biryara astengkirinê di zûtirin demê de bê rakirin.

ASTENGKIRIN BÊNAVBER DIDOMIN

Di vê mehê de jî astengiyên li pêşiya şopandina nûçeyan bênavber domiyan. Rojnamevanên ku li Stenbolê ‘20’emîn Meşa Rûmetê ya LGBTÎQA+’yan a Stenbolê’ dişopandin, rastî êriş û lêdana polîsan hatin û Peyamnêrê AFP’ê Bûlent Kiliç hate destgîrkirin. Li pêşiya Edliyeya Stenbolê jî dema rojnamevanan dixwest tundiya li dijî çalakiya xizmên girtiyan bikişînin, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Nayê qebûlkirin ku ji ber nixûmandina tundî, destgîrkirin û girtinên polîsan ev astengkirin bên kirin.

Ciwanê bi navê Kemal Kurkut di Newroza 2017’an a Amedê de bi guleyên polîsan ve hate qetilkirin û rojnamevan Abdurrahman Gok jî ev kêlî kişandibûn. Rojnamevan Gok ku bi saya karê xwe polîsê kujer teşhîr kir, ji hêla dadgehê ve bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hate cezakirin. Em careke din dibêjin; rojnamevanî ne sûc e û bi tu awayî naye darizandin. “

Di daxuyaniyê de binpêkirinên heyî wiha hatin rêzkirin:

BINPÊKIRINA MAFÊN JIYAN Û EWLEHIYÊ YÊN ROJNAMEVANAN

* Rojnamevanên êrîş li wan hatiye kirin: 25
* Rojnamevanên ku bi ser malên wan de hatiye girtin: 25
* Rojnamevanên hatine destgîrkirin: 35
* Rojnamevanên rastî nêzikatiya xerab hatine: 49
* Rojnamevanên ku ji bo şopandina nûçeyê hatine astengkirin: 35

BINPÊKIRINÊN DERHEQÊ AZADIYA RAMAN Û ÎFADEYÊ DE 

* Rojnamevanên ku derheqê wan de lêpirsîn hatine vekirin: 27
* Rojnamevanên derheqê wan de doz hatine vekirin: 5
* Rojnamevanên ceza lê hatiye birîn: 16
* Rojnamevanên ku darizandina wan berdewam dike: 156
* Hejmara rojnamevanên girtî (Ji 1’ê tîrmeha 2022’yan heta niha): 76

ASTENGKIRIN Û SANSÛRA LI SER SAZIYÊN ÇAPEMENÎ Û RAGIHANDINÊ 

* Biryara qedexekirina weşanê: 4

ASTENGKIRINA QADÊN ÎNTERNET Û MEDYAYÊ

* Nûçeyên hatine astengkirin: 12