'Bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan em ê civakeke zane û exlaqî biafirînin'

Rewşenbîr û hiqûqnasên Efrîn û Şehbayê li ber tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û diyar kirin ku dîlgirtina Ocalan dîlgirtina aştiyê ye.

Ji rewşenbîrên herêma Şehbayê Mihemed Wês ê ji pêkhateya Ereb û endama Yekîtiya Parêzerên Efrînê Roşîn Xido li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.

Mihemed Wês diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd lê yê hemû mirovahiyê ye û got, ku ne ji paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûya ew ê heta bi niha di nava tariyê de bûna. 

Wês wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li ser erdnîgariya niha em ne, gelek çand hebûn, lê belê ji ber siyaseta netewedewletê ya yek al, nêrîn û mezheb û yek reng tu deng û reng di nav civakê de tu cihêrengiyê nedikarî xwe di nav civakê de bide naskirin."

Mihemed Wês di dewama axaftina xwe de da zanîn ku dema şoreşa bihara gelan li Rojhilata Navîn û pê re Şoreşa 19'ê Tîrmehê (Şoreşa Rojava) dest pê kir, haya wan ji Rêber Ocalan çêbû û wiha got: "Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, ciwanên rewşenbîr, zana ango hemû beşên civakê zend û bend badan. Hêdî bi hêdî me dît ku Şoreşa Rojava hemû beşên civakê li xwe qebûl dike û bi rê ve dibe û projeya biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Me wek rewşenbîr xwest ku vê projeyê ji serî de nas bikin û li ser kar bikin. Bi rêya hin kesan û bi lêkolînan me dît ku li pişt vê projeya heybet Rêberê Abdullah Ocalan ê niha bi komployeke navneteweyî dîl tê girtin heye.

Tiştê min ji pirtûk û parêznameyên Rêber Ocalan fêm kir ew e ku Rêber Ocalan hemû felsefe û dîrok hûnandiye û jê sentezeke hemû civak û pêkhate tê de cih bigirin, afirandiye. Ji ber ku senteza wî ne li gor sîstema kapîtalîst a niha cîhana me dagir kiriye, bi komployeke navneteweyî niha li Îmraliyê dîl hatiye girtin."

Mihemed Wês, di dawiya axaftina xwe de bang li rewşenbîr, kesayetên zana hemûyan kir ku li doza Rêberê Gelê Kurd Ocalan bibin xwedî û destnîşan kir ku ew ê bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civakeke zana û exlaqî ya polîtîk biafirînin.

Endama Yekîtiya Parêzerên Efrînê Roşîn Xido jî da xuya kirin ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtina hemû mirovahî û aştiyê ye û wiha dewam kir, "Rêber APO ne tenê rêber e, ew aqilmend, pêşeng û siyasetmedar û fîlozofê vê serdemê ye ku bi paradîgmeya xwe hemû pirsgirêkên civakan çareser dike."

Roşîn Xido wiha bi axaftina xwe de çû: "Rêber Ocalan ji destpêka girtina wî heya niha her tim rastî kiryar û  binpêkirinan tê. Ya yekem dema ku daxwaza mafê penaberiya siyasî ji dewletan kir, tu dewletê daxwaza wî bi cih neanî lê bele weke parêzer em dizanin ku penaberiya siyasî mafê her kesekî/e siyasetmedar e. Di dema dadgehkirina Rêber Ocalan de jî me dît ku 29'ê Hezîranê biryara bidarvekirina Rêber APO hate dayîn. Bi rastî ev dîrok di nav gelê Kurd de navdar e, dîroka bidarvekirina Şêx Seîd e, bi vê yekê dewleta Tirk dibêje ku gelê Kurd çiqas rabe ser pêyan ez ê qir bikim lê dewleta Tirk, biryara bidarvekirinê bi paş de kişand û li şûnê cezayê mayîna di zindanê de heta bi hetayê da. Ji bo ku xwe bike wek dewleteke demokrat û nêzî Ewropayê bibe. Ji bo dadgehkirina Rêber APO her tim ne ji dil bû, tu carî bi edalet nedihat dadgehkirin, ji ber ku ji mafê her însanekî ye ku parêzer û malbata wî biçin serdana wî bikin lê belê dewleta Tirk ew jî qedexe kir. Bi van hemû kiryaran armanceke bi tenê ya dewleta Tirk heye; ew jî qutkirina têkiliya Rêber APO ji hemû hawirdorê ye."

Parêzer Roşîn Xido, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kiryarên di der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tên kirin, hemû ji aliyên parêzerên wî ve tên belgekirin û heya astekê xwe gihandine rêxistinên navneteweyî, lê belê ji bo Rêberê Gelê Kurd karê pratîk pêwist e.