Girê Marya li dagirkeran veguherî Girê Cehennemê

Girê ku gelê Asûrî jê re 'Marya' dibêje, li navenda Zapê mîna kelehekê ye. Ev gir li leşkerên Tirk bûye Girê Cehennemê.

Li Zapê ku artêşa Tirk ji bejahî û hewayî ve êrîşan lê dike, girek heye ku gelê Asûrî yê li herêmê jê re 'Marya' dibêje. Ji Başûrê Kurdistanê ve dema li vî girî tê temaşekirin gelekî bilind û bi heybet xuya dike. Li vî girê ku bi giranî ji zinaran pêk tê, teht û daristan di nava hev de ne. Ji bo şerê gerîla qadeke gelekî guncaw e. Dema ku mirov ji quntarê wê ber bi serê gir ve hildikişe, hingî gir teng dibe. Ji dûr ve weke volkanekî serê wî tûj û li ber teqînê xuya dike. Li nava Zapê mîna keleheke xwezayî ye.

Di nava gerîla de ji vê keleha xwezayî re 'Marya' nayê gotin. Ev der girek e ku rojên dawî gelekî tê bihîstin. Di nava gerîla de jê re Girê Cehennemê tê gotin. Ya rast ji bo leşkeran jê re bi vî rengî tê gotin. Li leşkerên Tirk bûye mîna cehennemê. Çîrokeke vê heye.

POŞMAN BÛN KU XWE GIHANDIN SER GIR

Di êrîşeke artêşa Tirk de ya li 'derveyî sînor' leşkerên Tirk li Marya bi cih dibin. Ji ber bilindahî, parastî û serweriya gir, fermandar û generalên wê demê gelek leşkeran li vê derê bi cih dikin. Gerîla jî ji bo çalakiyeke mezin yekser dest bi amadekariyan dikin. Gerîla bi çalakiya serdegirtinê re zêdeyî 100 leşkerên li ser gir dikujin. Mîna vê demê gelek ji wan wê demê jî xwe ji zinaran avêtin, dîn bûn, bi eraziyê ve ketin û xwe li binê dar û tehtan veşartin. Vê çalakiya mezin a gerîla di heman demê de psîkolojiya fermandar û generalan jî xera kir. Di dema çalakiyê de leşkerekî birîndar bi fermandarê re diaxive û ev diyalog dibe sedem ku navê vî girî bê guhertin. Ew leşkerê birîndar ku hewl dide bireve, dema ku hewl dide ji gerîla bireve û xwe veşêre, ji bo pirsa 'tu li ku ye' ji fermandarê xwe re dibêje, 'ez li cehennemê me'. Ev leşker rewşa ku tê de ye û cografya lê ye dişibîne cehennemê. Piştî vê mikurhatinê navê Girê Marya êdî dibe 'Girê Cehennemê'. Lewma di nava gerîla de ji bo vî girî 'Girê Cehennemê' tê gotin.

CAREKE DIN KETINE CEHENNEMÊ

Di dîroka nêz de jî eşkere bûye ku ev gir, an jî Zap ti carî rê nade artêşa Tirk. Artêşa Tirk a qure ku dersê ji bûyerên bi serê xwe ve hatiye wernagire, sala 2022'an careke din êrişî vî girî kir. Dîrok xwe dubare dike. Artêşa Tirk li Girê Cehennemê careke din ketiye cehennemê. Mînak, bûyerên ku di 24'ê Gulanê de qewimîn. Li Girê Cehennemê leşkerên dagirker û li hemberî wan jî gerîla. Saet di 05:00 de tîmeke gerîla ya bi tevger di bin balafirên keşfê de xwe berdan nava çeperên Tirk û bi bombeyan dest bi çalakiya serdegirtinê kir. Piştre jî çeper hatin xistin û gerîla çûn ser cenazeyên leşkeran, çek ji ser wan rakirin. Gerîla careke din artêşa Tirk xist nava cehennemê. Di encama vê çalakiyê de ku 12 deqeyan dewam kir 2 jê fermandarên payebilind 18 ji artêşa Tirk hatin kuştin. Gerîla TV jî dîmenê vê çalakiya serdegirtinê weşand.