Li Êlihê hejmara kesên hatin destgîrkirin zêde bû

Li Êlihê hejmara kesên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin gihîşt 4 kesan.

Li Êlihê doh di operasyonên qirkirina siyasî de endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Mûhammet Emîn Salman û Vedat Ozer hatin destgîrkirin. Îro jî di serdegirtinan de kesên bi navê Alî Ogûz û Mehmet Kartal hatin destgîrkirin. 4 kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Êlihê.

Ji bo destgîrkirinê jî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê weke hincet hate nîşandan ku bi îdîaya "propaganda rêxistinê" li dijî Kongreya Asayî ya 5'emîn a HDP'ê hatiye destpêkirin.