'Dewleta Tirk li her devera ku dagir dike, daran dibire'

Wekîlê YNK'ê Zîkri Zêbarî got, dewleta Tirk li her devera ku dagir dike daran dibire, baregehên eleşkerî çêdike û destnîşan kir, ku ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk divê her kes helwesteke cidî nîşan bide.

Li gel bombekirin û şewitandina daristanên Kurdistanê, bi rêk û pêk xwezaya Kurdistanê jî tê wêrankirin. Dewleta Tirk bi hinceta operasyonê û qadên nû ji bo dagirkeriyê veke, li aliyekî êrîşên dagirkeriyê dike, li aliyê din jî qira xwezayê, lawir û gelek nebatan tîne.

Yek ji serkêşê vê qirkirinê serçete Şêxmûs Babat e. Babat li herêmê serçet e ye û li gel dewleta Tirk a dagirker tev digere. Birîna daran hemû li ser destê Şêxmûs Babat tê kirin û di warê veguhestinê de jî hemû bi organîzeya wî tê kirin. 

2 SAL IN BÊ NAVBER DAR LI CÛDÎ Û BESTA TÊNE BIRÎN

Nêzî du sal in birîna daran û qirkirina xwezayê li Cûdî û Bestayê bênavber tê kirin. Li qadên ku dar lê têne birîn, qereqol têne çêkirin. Darên têne birîn jî bi traktor û kamyonan rojane tê veguhestin. Hem di warê madî de dahateke mezin a vê heye. Van daran hem ji bo karê avahî û dîsa reşû tê bikaranîn. 

Ji bo birîna daran bi taybetî çete têne erkdarkirin. Ji bajarokên Sêgirkê û Hîlalê hem çete û hem jî sivîl rojan bi beramberî 150-200 TL (lîreyê Tirkiye) Qilaban, Besta û herêma Tîkerayê kar dikin. Qadên ku dar lê tên birîn di bin kontrol û çavdêriya leşker û çeteyan de ne.

Cerdevan Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat ku li Bestayê ‘îhaleya’ birîna daran wergirtine, tevî cerdevanên xwe zextê li gundiyan dikin ku tevlî vê talana xwezayê bibin.

Tê gotin li herêma Tîkerayê rojane bi 300 tonî dar têne birîn, bi traktoran dibin qadeke nêzî bajarokê Sêgirkê. Darên têne birîn piştre ji aliyê Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat ve têne firotin.

Piştî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ji 17’ê Nîsana îsal û vir, qadeke zêdetir ê talankirina daristanên Kurdistanê destpê kiriye. Niha halê hazir li Cûdî her diçe birîna daran zêdetir bûye. 

Bi destê cerdevanan li herêmên Besta, Çiyayên Cûdî û Gabar destpê kiriye bê navber didome. Li gundên Girê Sor, Xêrga Girê Guzgê, Tenûra , Girê Gêsin, Çalpîjîna, Baskê Qulinga, Mêrgumar, Kaniya Mîr, Bîratetûm, Bîrapêşû, Cinîwer, Berûzer, Rîsor, Naviyan, Çiyayê Cudî, Benavya, Girê Sîvê, Pişta Reşa, Çemê Mezin û Kurta Xanî bi hezaran dar tên birîn. Darên ku tên birîn jî li gundên Rîsor û Navîyanê tên komkirin û piştre li qada Sanayiyê ya girêdayî gundê Avgamasya yê Şirnexê bi kamyon û TIR’an ji bajarên derve re tên şandin.

DARÊN TÊN BIRÎN JI BO LEŞKERGEH Û HERÊMÊN DIN ÊN TIRKIYE TÊNE ŞANDIN

Niha halê hazir ji qadên ku dar lê tê birîn hem rê tê çêkirin û bi wê rê yê re bi traktoran dar tên veguhestin navendên komkirinê. Ji vir jî piranî bi wesayîtên bi pîlakaya 01,33,27,58 û 73’ê tê veguhestina Avgamasiya ya navenda Şirnexê. Li vir jî piştî hate kêşan û şûnde beşek ji bo navendên leşkerî ji bo şewatê tê bikaranîn û beşeke din jî ji bo bajarên din ên Tirkiyeyê tên veguhestin. 

ROJANE 8O KES BÊ NAVBER DARAN DIBIRIN

Rojane ji Sêgirkê 20 tîm ji bo darbirînê kar dikin. Her tîmek ji çar kesan pêk tê, ango rojane 80 kes diçin dar dibirin. 

Hemwextî qirkirina xwezayê ya li Bakurê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê jî bi heman reng û rêbazê tê kirin. Vê carê bi hevkariya PDK’ê dar tên birîn. 

BI PÊŞENGTIYA DILÊR FERZENDE ZÊBARÎ DAR TÊN BIRÎN

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe ya Başûrê Kurdistanê, bi birîna daran berdewam dikin. Birîna daran a li Şirnexê û çoltara wê tê kirin, bi hevkariya PDK’ê li herêma Berwariyê berdewam dike. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Tirkiye nêzî gundê Hirorê dest bi avakirina baregeha leşkerî kir. Hate diyarkirin ku li pêş çavên yekeyên muhafizê sînor ên girêdayî PDK’ê ji bo rêya diçe baregeha leşkerî li herêmê dar tên birîn. 

Di nûçeyê de tê gotin ku bi alîkariya Fermandarê Lîwaya 1’êmîn a Yekeyên Muhafaza yê Sînor Dilêr Ferzende Zêbarî yê PDK’yî ji bo baregeha leşkerî ya tê avakirin li herêmê bi hezaran darên hatine birîn, birine Şirnexê. 

Li gorî çavkaniyek herêmî, deweleta Tirk li Dola Saxan û Şeşdaran ên ser bi Zaxo, dibin çavdêriya hêzên PDK’ê de dest bi birîna daran kirine û hîn jî dewam dike.

3 MILYON DAR HATINE BIRÎN

Li gorî bilançoya Partiya Kesk a Kurdistanê jî dewleta Tirk 3 milyon darên bi temen li devera Behdînanê birîye.

ZIYAN GIHIŞTIYE 1 MILYON DONIM ZEVÎ

Serokê Desteya Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq bal kişand ser êrîşên qirkirin û talana xwezayê û destnîşan kir ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk ziyan ber 1 milyon donim zeviyan ketiye.

‘HER CIHÊ DEWLTA TIRK BIÇE BAREGEH ÇÊDIKE Û XWEZAYÊ TALAN DIKE’

Parlamenterê Partiya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Zikrî Zêbarî li ser birîna dara li qadên operasyonê dagikeriyê axivî û diyar kir ku armanca êrîşê tinekirina xwezaya hemû Kurdistanê ye. Zêbarî anî ziman ku her cihê leşkerên Tirk ên dagirker êrîş bike, baregehên xwe çêdikin û wir talan dike û got: “Daran dibirin û xwezaya Kurdistanê talan dike.”

Zêbarî rexne li Parlementoya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku li ber qirkir û êrîşên dagirkeriyê bêdeng in û got: “Her çendî fraksyonên li nava parlementoyê li ser aliyên siyasî be û nêrînên wan li gel hev cuda be, lê divê hemû aliyên siyasî yên Kurd ha ji metirsiya li ser Herêma Kurdistanê hebin. Divê helwestek cidî hebe, rêgirtiyê li dagirkeriya dewleta Tirk bike. Rê nede ku xwezaya Kurdistanê bê talankirin.”

‘1800 DONIM ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ HATIYE ŞEWITANDIN Û 2600 LAWIRÊN KÛVÎ HATINE KUŞTIN’

Parlamenterê Partiya Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Zikrî Zêbarî bal kişand ser ziyanên êrîşên dagirkeiryê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û ev agahî parve kir: “Ji sala 2015’ê heta niha nêzî 150 welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê li nava baxçe û zeviyên xwe yên hatîn şehîdkirin. 133 welatî jî birîndar bûne. 1800 donimên zeviyên çandiyên hatine şewitandin. 2600 lawirên kûvî hatine kuştin. Ziyaneke mezin ber bi Başûrê Kurdistanê ketiye. Rêjeyek zêde ya welatiyan gundê xwe valakirine, dev ji rez û baxên xwe berdane. Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin bizanin ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo zeîfkirina serweriya Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Divê hemû gelê Kurd zanibe, êrîşên dagirkeriyê ya bi hinceta PKK’ê ne rast e, dewleta Tirk dixwaze serweriya Başûrê Kurdistanê dagir bike û bixe bin berjewendiyên xwe.”

‘HERÎ ZÊDE LI METÎNA, GARÊ Û AVAŞÎN DAR TÊN BIRÎN’

Herî dawî Zêbarî anî ziman ku herî zêde dewleta Tirk li Metîna, Garê û Avaşîn daran dibire û got: “Her cihê ku dewleta Tirk a dagirker dikeveyê, baragehên xwe çêdikin û daran dibirin. Wan daran ji bo avakirina baregehên xwe û hinek jî ji bo bazirganiyê dikin.”

SALA 2021’Ê LI BAŞÛR JÎ BÊ NAVBER DAR HATIN BIRÎN

Artêşa Çekdar a Tirk piştî 23’ê Nîsana 2021’ê li herêma Metîna Zap û Avaşînê dest bi operasyona leşkerî kir, li Metîna, Amediyê û gelek qadên din herêm bê navber bombebaran kir. Dar birîn û agir bi daristanê xist.

-Leşker û cerdevanên Tirkiyeyê piştî wêrankirina gundên Heftanînê yên Zaxoyê dest bi talankirin û wêrankirina xwezaya Amediyê kirin. Li Nizûrêya Zendûrayê û li Derarêya Metînayê dar birîn.

-Cerdevanên Tirkiyeyê daristana gundê Kêrya Dêrê ya herêma Rêkaniyan birîn.

-Rêveberiya Polîsên Daristan a Helebceyê bîlançoya kar û çalakiyên sala 2021’ê eşkere kir. Berdevkê Rêveberiya Polîsên Daristanan a Helebceyê Ferman Omer destnîşankir îsal ji ber belavnekirina neftê, li sinorê parêzgeha Helebceyê bûyerên birîna daran zêdetir bûne.

-Ji ber bombardûmana balafirên Tirkiyeyê li bejahiya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê agir bi daristana gundê Yekmalê yê herêma Bergarê ket.