Karasû: Li dijî vê desthilatdariyê tenê têkoşîn divê!

Mûstafa Karasû diyar kir ku çavkaniya îdîaya 'Wê li Îmraliyê hevdîtin bê kirin' MÎT û AKP ye û got, "Li dijî vê desthilatdariyê tenê têkoşîn divê. Rêber Apo jî bi sekn û helwesta xwe bi vî rengî nêzî desthilatdariyê dibe."

Têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê taybet ê desthilatdariya AKP-MHP'ê, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bersiv da pirsên ANF'ê.

NÛÇEYÊN TÊKILDARÎ RÊBER APO BI ARMANCA ŞERÊ TAYBET E

Di demekê de ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê şidandin de hin derdoran îdîa kirin ku li Îmraliyê hevdîtin hatine kirin, di van hevdîtinan de jî faşîzma AKP-MHP'ê wê têkildarî pirsgirêka Kurd hin gavan biavêje. Di rewşeke welê de ku li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd agahî nayê girtin, gelo armanc ji van îdîa û nîqaşan çi ye?

Dema dawî îdîayên bi vî rengî têne kirin. Kî dibêje bila bêje, çavkaniya van îdîayan MÎT û AKP ye. AKP û MÎT bi salan e serî li vê rê û rêbazê didin. Her gotin û nûçeyên têkildarî Rêber Apo têne kirin, teqez ji bo şerê taybet e. Rêber Apo girtiyekî ji rêzê nîne. Eger li ser gelê Kurd, li ser Tevgera zadiyê polîtîkayeke zextê tê meşandin, heman polîtîka di nava şert û mercên zindanê de li dijî Rêber Apo jî tê meşandin. Yan jî bi nêzîkatiya li Rêber Apo mirov dikare fêhm bike ku li hemberî gelê Kurd wê polîtîkayeke çawa bimeşîne, yan jî dimeşîne. Beriya her tiştî divê ev rastî bê zanîn.

Tifaqa AKP-MHP'ê li dijî gelê Kurd niha polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Kiryarên xwe hemû ji bo qirkirinê ye. Dixwazin Kurdan bi demê re bikin Tirk û Kurdistanê jî bikin qada ji bo berbelavbûna neteweya Tirk. Heta ku ev polîtîka neyê fêhmkirin kiryarên li dijî Kurdan jî nayên fêhmkirin.

RÊBER APO BI SEKNA XWE ŞERÊ TAYBET PÛÇ DIKE

Li ser Rêber Apo 24 sal in polîtîkayeke şerê taybet tê meşandin. Rêber Apo jî ji ber ku bi rastiya dewleta Tirk zane, sekneke welê nîşan dide ku vê polîtîkaya şerê taybet pûç dike. Lewma berxwedana herî mezin û herî bi wate ya dîrokê li Îmraliyê tê kirin. Desthilatdariya AKP'ê bi bandora mezin a Rêber Apo ya li ser gelê Kurd zane. Ji ber vê yekê, dema ku têkoşîn geş dibe, hêrsa gel, jin û ciwanên Kurd zêde dibe, hingî ji bo têkoşîna azadiyê sist bibe, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a piralî sist bibe, nûçeyên bi vî rengî dem bi dem dixe rojevê. Lê belê ya vê carê ji aliyê demê ve balkêş e. Gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk xitimandiye. Gelê me jî li dora vê berxwedana fedaî ya gelê me hîn bêhtir têdikoşe. Di rewşeke wiha de gotina 'Wê bikin ku malbat Rêber Apo bibîne' ji bo wê yekê ye, ku dixwazin bendemandeke ji aliyê guhertina polîtîkayên AKP'ê ve biafirînin. Bi vî rengî dixwazin rewşa xitimandî ya desthilatdariya AKP'ê binixumînin, ku li pêşberî têkoşîna gel û gerîla tengav bûye.

Bêguman li ser Rêber Apo timî zext tê kirin. Bi çûyîna gel Rêber Apo ferz dikirin ku gerîla û gelê Kurd dest ji vê têkoşînê berdin. Rêbertî ji ber ku ev zext û ferzkirin qebûl nekir, niha bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin. Ji sala 2011'an û vir ve ji bilî carekê, nehiştine ku parêzerên xwe bibîne. Piştî weşandina nûçeyên li ser 'wê hevdîtinê bidin kirin', cezayekî nû yê dîsîplînê dan ku ji bo astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re kirine hincet. Ji xwe ji tecrîda ku 5'ê Nîsanê destpê kir û vir ve, ji bilî çend carên hevdîtina bi malbatê re, destûra hevdîtinê nayê dayin. Rêber Apo jî di axaftina dawî ya bi malbatê re rexne kiribû û gotibû, eger hevdîtin wê bê kirin, eger parêzer wê nikaribin bê, hingî hûn çima tên. Ji ber ku Rêber Apo zane hevdîtinên bi vî rengî ji bo tevlîhevkirinê û nixumandina êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd e.

Bi kurtasî divê Rêber Apo karibe bi rêk û pêk parêzer û malbata xwe bibîne. Lê belê bi cezayên dîsîplînê destûra hevdîtinê nayê dayin. Carna ji bo şerê taybet destûra hevdîtinê tê dayin û bi vî rengî dixwazin atmosfereke welê biafirînin ku 'nêzîkatiya hikumetê ya li Rêber Apo diguhere'. Ji ber ku ev hikumet dijminê Kurdan û dijminê demokrasiyê ye, dixwaze li ser Rêber Apo fikaran biafirînin û tevlîheviyê bixe nava hêzên demokrasiyê.

Qunciknivîskarekî nêzî faşîzma AKP-MHP'ê got, dibe ku hevdîtinek bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtinê bidin kirin û ev yek jî kir mijara nîqaşê ya li ser 'pêvajoyeke beriya niha ya weke pêvajoya çareseriyê dikare destpê bike'. Desthilatdariya AKP'ê ku êrîşên ewqasî giran dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava dagirkiriye, gelo jê tê ku di pirsgirêka Kurd de gaveke erênî biavêje?

Ji bo şerê taybet çend salan carekê hevdîtinekê dide kirin. Dibe ku heman rengî bikin. Şaş e ku wateyeke cuda li vê bê barkirin; yan jî eger ev bê kirin wê bibe xizmetek ji bo armanca şerê taybet. Tecrîda ewqasî giran, astengkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re ne tenê li nava gelê Kurd, li nava hêzên demokratîk ên navneteweyî jî teşhîr dibe. Lewma em nabêjin illehî hevdîtinek nabe. Eger şerê taybet ji bo xwe kêrhatî bibîne, dikare hevdîtinê bide kirin. Lê belê divê kes vê yekê weke tiştekî bi xêr nebîne. Ya rast berê jî pêvajoyeke çareseriyê tune bû. Desthilatdariya AKP'ê xwest ku ji xwe re demekê çêbike, desthilatdariya xwe di vê pêvajoyê de xurt bike û têkşoîna azadiyê ya gelê Kurd lawaz bike û polîtîkayeke ku qirkirinê bi demdirêjî dimeşîne, bide qebûlkirin. Rêberê Gelê Kurd jî xwest hêzên demokrasiyê xurt bike, ji aliyê civakî ve hêzên siyasî û gelên Tirkiyeyê ji çareseriyekê re amade bike. Pêvajoya navborî bi hewldan û têkoşîna herdu ferasetan bi rê ve çû. Desthilatdariya AKP'ê û burokrasiya dewletê gava ku dîtin nikarin armanca xwe bi dest bixin, hingî Plana Têkbirinê amade kirin û ji sala 2015'an û vir ve di vê çarçoveyê de polîtîkaya zext û şer dimeşînin. Ev polîtîka hîn jî dewam dike. Ji bilî tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li tiştekî cuda nafikirin. Di çarçoveya şerê taybet de jî êdî nema dikarin berê xwe bidin polîtîkayeke mijûlkirin.ê Ji xwe Rêber Apo jî êdî ti nêzîkatiyên ku ji bo çareseriyê gavan navêje, qebûl nake.

LI DIJÎ VÊ DESTHILATDARIYÊ TENÊ TÊKOŞÎN DIVÊ

Me ti carî pêvajoyên bêşer ên piştî sala 2006'an pêk hatin, weke pêvajoya çareseriyê nedîtin û bi wî rengî pênase nekirin. Me ev pêvajo weke hewldanên welê nrixandin ku desthilatdariya AKP'ê û dewletê bixin nava pêvajoya çareseriyê. Rêber Apo wê demê jî bi taybetî li ser Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP'ê fikarên xwe anîbû ziman. Yanî ne ji ber baweriya xwe bi wê dianî ku Tayyîp Erdogan û AKP di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavê biavêje, pêvajoya bêşer afirand. Bi esasî xwe spart hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê û bi vî rengî hewl da pêvajo û zemîneke çareseriyê biafirîne. Eger parêznameyên Rêbertî û notên hevdîtinê baş bêne nirxandin wê ev rastî bê dîtin. Her wiha pêvajoya heyî ya zordar dît û di vê mijarê de hişyarî da parêzeran, heyetên hevdîtinê û HDP'ê. Gotibû, wê we hemûyan bixin zindanê. Ev hişyarî gelek caran kiribû. Lewma di rewşeke wiha de ku ev zilm tê kirin, Rêber Apo ti gotineke vê desthilatdariyê li ber çavan nagire. Ji ber ku feraset û zemîneke siyasî ya bi vî rengî nîne. Sala 2006'an û piştî wê desthilatdariyek welê hebû ku ji civakê, derdorên siyasî û hêzên demokrasiyê piştgirî werdigirt. Vê desthiladariyê niha bi dijminên Kurdan hemûyan re tifaqa kiriye. Li hemberî vê desthilatdariyê tenê têkoşîn tê kirin. Rêber Apo bi sekn û helwesta xwe bi vî rengî nêzî vê desthilatdariyê dibe.

PIRSGIRÊKA KURD TENÊ BI DEMOKRATÎKBÛNÊ ÇARESER DIBE

Li Tiriyeyê pirsgirêka Kurd tenê bi demokratîkbûnê çareser dibe. Şaş e ku mirov li bendê bimîne jib ilî demokratîkbûnê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Bendewariyeke bi vî rengî wê were wateya fêhmnekirina pirsgirêka Kurd. Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pirsgirêkeke ji rêzê nîne. Naşibe ti pirsgirêkên li cîhanê. Ji ber ku beriya her tiştî hebûna vê pirsgirêkê nayê qebûlkirin. Yên ku qala vê pirsgirêkê dikin yekser têne bêdengkirin. Tûrgût Ozal ji ber vê yekê kuştin. Rêber Apo her wiha diyar dikir ku Ozal jî karakterê vê pirsgirêkê baş fêhm nekiriye. Fikarên wî hebû ku çiqasî haya xwe ji bûyerên bê serê xwe heye. Ji xwe gavavêtina ji bo çareseriyê li aliyekî; berdêla bilêvkirina vê pirsgirêkê ya bi neyekserî jî, bû mirina wî.
Yên ne demokratîk bin; yên ku ji bo demokratîkbûnê tênakoşin; yên ku xwe naspêrin derdorên siyasî û civakî yên demokratîk nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.
Wê safîtî be ku mirov bêje desthilatdariyek mîna AKP-MHP'ê tiştekî erênî bike.
Lewma bendemayina ji desthilatdariya AKP'ê ji bo gaveke bi vî rengî dûrî aqil e. Bi taybetî di vê demê de ku bi temamî li ser tasfiyeyê disekinin, ji bo şerê taybet jî be gaveke nerm a bi vî rengî neavêjin. Ne îradeyeke bi vî rengî heye, ne jî atmosfereke wiha siyasî heye. Wê demê nîqaşeke ku dibêje 'AKP bi Rêber Apo re diaxive, dibe ku pêvajoyek mîna ya beriya niha destpê bike' nîqaşeke pûç e ku ti eleqeya xwe bi rastiyê nîne. Eger wê qala yekane aliyê xwe yê erênî bê kirin, hingî nîqaşkirina li ser hebûna pirsgirêka Kurd e.

Em careke din destnîşan bikin; eger di pirsgirêka Kurd de wê gavek bê avêtin, ew jî tenê bi demokratîkbûnê dibe. Yên dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin û yên çareser bikin, neçar in ku demokratîk bin. Gelo Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP'ê xwedî karaktereke bi vî rengî ye? Eger AKP di pirsgirêka Kurd de gavê biavêje hingî wê bibe xwedî avanî û mejiyekî demokratîk, bi vî rengî AKP a ku pirsgirêka Kurd çareser bike, nikare weke AKP a niha be. Eger MHP jî di çareserkirina Kurd de gavê biavêje, wê weke MHP a niha nemîne. Ji ber ku karakter û çareseriya pirsgirêka Kurd vê yekê ferz dike. Lewma ji Tayyîp Erdogan û desthilatdariya heyî, di mijara pirsgirêka Kurd de tiştekî erênî nayê hêvîkirin, nabe bê hêvîkirin. Ev desthilatdarî wê zilm û zextê zêdetir bike. Lewma li dijî vê desthiladariyê û vî mejî tenê têkoşîn dibe. Demokratîkbûn jî, çareseriya pirsgirêka Kurd jî tenê bi vî rengî dikare pêk were.

MUXALEFET DIKEVE XEFIKA AKP'Ê

Partiyên sîstemê yên muxalîf ku li hemberî tecrîdê heta niha dengê xwe nekirine, di wê pozîsyonê de ne ku vê mijarê herî zêde nîqaş dikin û didin nîqaşkirin. Gelo muxalefet çiqasî rast nêzî vê mijarê dibe?

Zehmet e ku mirov partiyên sîstemê yên muxalîf û saziyên çapemeniyê yên nêzî wan fêhm bike. Nêzîkatiyeke aqilane û demokratîk bi wan re nîne. Bi hin fikar û gumanan nirxandinan dikin. Ji vê re weswese jî tê gotin. Endamê şerê taybet ê desthilatdariyê gotarekê dinivîsîne û dibêje 'Rêber Apo wê hevdîtinê bi malbata xwe re bike'. Li hemberî vê yekê yên ku nêzî muxalefetê ne, hew maye ku ji bo hevdîtin bi Îmraliyê re neyê kirin dest bi kampanyayê bikin. Timî dibêjin ku li Tirkiyeyê edalet, maf, hiqûq nemaye, qanûn bi cih nayên anîn. Lê belê li Îmraliyê bi salan e qanûn bi cih nayên anîn; kiryarên kêfî hene, tevî vê yekê jî helwesteke demokratîk li hemberî vê nayê nîşandan. Bi her awayî zext li girtiyên Kurd ên li zindanan tê kirin. Nerazîbûneke cidî nayê nîşandan. Bi kurtasî dema ku mijar dibe pirsgirêka Kurd û Kurd zimanê wan lal dibe, guhê wan nabihîze, çavên wan nabîne. Xwe ker, kor û lal dikin. Halbûkî eger muxalefet wê hevgirtî û demokratîk be, yan jî wê bi wesweseyê tevnegere, wê demê divê bêje çima li Îmraliyê hevdîtin bi malbatê û parêzeran re nabe. Divê destnîşan bikin ku hevdîtin mafekî qanûnî ye. Li şûna vê yekê gotinên şerê taybet ên MÎT û AKP'ê li ser zimanê xwe digerînin û dikevin xefika AKP'ê. AKP dike ku ev hêz tecrîdê biparêzin; bi vî rengî dike ku di nava Kurdan de nêzîkatiyeke neyînî li dijî muxalîfan bê nîşandan.
Qaşo AKP wê pêvajoyeke çareseriyê bide destpêkirin. AKP tiştekî bi vî rengî nake. Lewma eger muxalefet wê cudahiya xwe nîşan bide divê bêje, pirsgirêka Kurd heye û divê were çareserkirin. AKP wê li ber vê rabe. Lewma AKP wê di nava Kurdan û Hêzên demokrasiyê de hîn bêhtir teşhîr bibe. Bi vegotina zextên AKP'ê yên li ser Kurdan, dikarin AKP'ê teşhîr bikin. Ewqasî mirov girtin, zext li ser çand û zimanê Kurd heye; li hemberî çalakiyeke herî biçûk a şermezarkirinê tundiyê li gelê Kurd dikin. Ji vê wêdetir gelek zextên din têne kirin. Ev hemû li dijî daxwaza Kurdan a ji bo azadî û demokrasiyê têne kirin. Kurd weke gelekî nayê qebûlkirin. Li şûna ku AKP'ê di van mijaran de teşhîr bike, mîna ku AKP dikare di pirsgirêka Kurd de gavê biavêje, qîmetê didin AKP'ê. Diyar e ku muxalîf bawer dikin ku AKP wê di pirsgirêka Kurd de gavê biavêje. Neheqî, kiryarên antî demokratîk û bi her cûreyî zext li Kurdan tê kirin, lê belê ji AKP'ê re dibin alîkar ku atmosfera 'AKP dikare dest ji vê polîtîkayê berde' biafirîne.

YÊN KU DIJMINATIYÊ LI RÊBER APO DIKIN NIKARIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKIN

Êdî her kes dibêje, sazî û partiyên siyasî yên gelê Kurd, dostên wan ên têkoşînê temsîl dikin, wê di diyarkirina çarenûsa Tirkiyeyê de bi rola diyarker rabin. Baş e di vê çarçoveyê de nêzîkatiya muxalefetê ya li pirsgirêka Kurd çiqasî rasteqîn û têrker e?

Eger îro li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê muxalefetek heye û ev desthilatdarî hatiye ber hilweşînê, hingî ya ku ev kiriye têkoşîna azadiyê ya gerîla û gelê Kurd e. Ne ji têkoşîna gelê Kurd be têkoşîna demokrasiyê bi pêş ve naçe, pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser nabe û Tirkiye demokratîk nabe. Demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd mijarên di zikhev de ne; ev ye ji paşeroja Tirkiyeyê cuda nîne. Lewma nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd ji bo yên qala demokrasiyê dikin, nimûne ye. Di vir de jî ya herî girîng nêzîkatiya li Rêber Apo ye. Heta ku bi rengekî rast nêzî Rêber Apo nebin, nikarin qala çareseriya pirsgirêka Kurd bikin. Têkoşîna gelekî û çareseriya pirsgirêkê ji rêberê wî gelî cuda nikare bê nirxandin. Yên bi vî rengî nêzîk nebin, di mijara demokratîkbûnê de nikarin samîmî bin.

Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de pêşniyarên herî maqûl dike. Dixwaze ku pirsgirêka Kurd li nava sînorên Tirkiyeyê û li ser bingeha demokratîkbûnê bê çareserkirin. Ew Rêber e ku e zîhniyet xistiye nava Kurdan. Çaresderiya dewletperestî ya ji ber feraseta rizgarîparêziya neteweyî ya sedsala 20'an rast nabîne. Dibêje ku li şûna feraseta ji bo her neteweyê dewletek, li şûna feraseta netewe dewletê; divê li ser bingeha feraseta neteweya demokratîk di nava dewletekê de pirsgirêkên hemû gelan bêne çareserkirin û ev yek pêkan e. Eger di qirkirina Kurdan de wê înkar neyê kirin, eger wê bê gotin ku pirsgirêkeke bi vî rengî heye û divê bê çareserkirin, hingî muxatebê herî rast û maqûl Rêber Apo ye. Lê belê bi nêzîkatiya 'te çima Kurd zane kir, bi rêxistin kir, kir ku nasname, ziman, çand û azadiya xwe bixwaze' li Tirkiyeyê dijminatî li Rêber Apo tê kirin. Lewma yên ku dijberî û dijminatiyê li Rêber Apo dikin nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Dijminatiya li Rêber Apo ya ji ber van sedeman înkarkirin e; feraseta neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji vî alî ve girîng e nêzîkatiya li Rêber Apo bê guhertin. Rêber Apo ji destpêkê ve rêbazên Tayyîp Erdogan û AKP'ê rast nedît. Xwest ku eger çareserî bibe ev yek li meclîsê bibe. Di vê mijarê de meclîsa destpêkê jî weke navnîşan nîşan da. Yê ku ev yek destpêkê anî ziman Rêber Apo ye. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nexist rojeva meclîsê ji feraseta çareseriyê ya AKP'ê bawer nekir. Ji ber ku tenê bi nîqaşa li meclîsê înkar dikare ji holê bê rakirin û çareserî pêk were. Rêber Apo êdî ji feraseteke çareseriyê ya neketiye rojeva meclîsê ne bawer dike, ne jî qebûl dike. Eger pêvajoyeke çareseriyê wê bibe, yek ji daxwazên destpêkê wê ew be ku mijar bikeve rojeva meclîsê. Lewma divê muxalefet bibêje, hebûna pirsgirêka Kurd qebûl dike, divê îradeya çareseriyê hebe û em ê vê pirsgirêkê li meclîsê nîqaş bikin û çareser bikin.

YA KU DIVÊ MUXALEFET BIKE DAXWAZA JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ Û AXAFTINA ABDULLAH OCALAN BE

Muxalefet li şûna ku vê nêzîkatiyê nîşan bide dibêje 'Li Îmraliyê hevdîtin dibe, AKP bi Abdullah Ocalan re li hev kir, Ocalan ji bo AKP li ser desthilatdariyê bimîne wê helwestê nîşan bide'. Bi vî rengî muxalefet nîşan dide ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nêzîkatiyeke xwe nîne. Ev nêzîkatî di heman demê de tê qebûlkirin û pejirandina zext û zilma li ser Rêber Apo. Qedexeya hevdîtinê ya li Îmraliyê li dijî hiqûqê ye, li dijî qanûnan e, bêedaletî ye. Ya ku muxalefet divê bêje ew e; bila tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan biaxive. Divê her kes zanibe, eger heta niha tecrîd heye, ev yek ji ber dijberiya Rêber Apo ya li polîtîkayên AKP'ê ye. Lewma divê muxalefet daxwaza bidawîkirina tecrîdê bike, ku Rêber Apo karibe vê helwesta xwe ya li dijî AKP'ê eşkere bike.

Di nîqaşên heyî de, yên ku nêzî muxalefetê ne hem helwesteke rast nîşan nadin, hem jî dibêjin, 'Kurd guh nadin Rêber Apo'. Ji bo vê jî pêvajoya hilbijartinên herêmî weke mînak nîşan didin. Yên ku nêzîkatiyên bi vî rengî dikin divê zanibin ku gelê Kurd li Rêber Apo jî li PKK'ê jî guhdarî dike. Vê yekê her roj bi gotin û helwesta xwe nîşan didin. Eger di hilbijartinên herêmî de Tevgera Azadiyê ya Kurd bi temamî polîtîkaya têkbirina AKP'ê nemeşandibûya, li bajarên mezin ên ku şêniyên Kurd lê gelek in, wê AKP careke din bi ser biketa. Ya ku AKP têk bir Xeta Rêya 3'emîn û polîtîkaya wê ye. Kurd gelê herî polîtîk ê cîhanê ye, yê ku ev taybetmendî da gelê Kurd Rêber Apo ye. Kurd ji ber ku ji xeta Rêber Apo bawer dikin baş zanin bê çi rast e çi jî şaş e. Niha zanin helwesta Rêber Apo çi ye; li ser vê bingehê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têdikoşin.

Bila her kes baş zanibe, Kurd bi xetea Rêya 3'emîn re ne tenê li dijî partiyekê û desthilatdariyê têdikoşin, ew li dijî zîhniyeta antî demokratîk û avaniya bingehîn a dewleta Tirkiyeyê têdikoşin. Li dijî sîstemeke nedemokratîk û neazadîparêz têdikoşin. Lewma Kurd wê ne ji bo dewamkirina vê sîstem riziyayî, lê belê ji bo guhertina vê sîstemê wê bi rola xwe rabin. Eger muxalefet jî wê bi roleke dîrokî rabe, eger naxwazin ku AKP careke din bibe desthilatdar, divê têkiliya bi Kurdan re di çarçoveya demokratîkkirina komarê de binirxînin. na xwe îdîayên li ser demokratîkbûnê tenê wê gotin bin.

TÊKBIRINA TECRÎDÊ TÊKBIRINA DESTHILATDARIYA FAŞÎST A AKP-MHP'Ê YE

Li Tirkiyeyê di halê hazir de tenê HDP weke partiyeke muxalîf heye ku xwedî projeya çareseriya pirsgirêka Kurd e û li dijî tecrîdê têdikoşe. Hûn muxalefeta HDP'ê ji bo siyaseta Tirkiyeyê çawa dibînin. Bandor û rastiya meşa Gemlîkê çawa bû?

Meşa Gemlîkê li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Apo ku ji 5'ê Nîsana 2015'an ve dewam dike, weke raperînekê bû. Eger zextên giran nebûya, zextên giran nebûya, bi sed hezaran kes dikarîbûn li Gemlîkê li hev biciviyan. Yên ku ji 5'ê Nîsanê ve tecrîdeke giran ferz dikin û bi salan e bi her awayî zilmê li vî gelî dikin, ji gelê Kurd û hêzên demokrasiyê gelekî aciz in. Ji xwe Suleyman Soylû ku her roj bi kîn û hêrseke mezin tevdigere, bi krîzeke giran a ji ber meşa Gemlîkê êrîşî HDP'ê, çapemeniyê û hunermendan dike. Êrîşên ku piştî meşa Gemlîkê hatin kirin nîşan didin ku tecrîda li Îmraliyê ji bo mêtingerên qirker tê çi wateyê. Ji ber ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hebûn û paşeroja xwe bi şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd ve girêdaye. Têkbirina tecrîda li Îmraliyê tê wateya têkbirina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê. Sekn û çalakiya muxalîf a rasteqîn di helwesta dijî tecrîdê de tê nîşandan. Ji ber ku zext, astengî, pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî hemû ji ber polîtîkayên li ser Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav dibin. Lewma li Tirkiyeyê muxalefeta rasteqîn ji aliyê HDP'ê û hevkarên HDP'ê yên têkoşînê ve tê kirin.

Derbên gerîla ku her roj lê dide ne tenê hêzên dagirker her wiha hikumetê jî tengav dike. Piştî ku di meşa Gemlîkê de gel helwesta xwe nîşan da, vê desthilatdariyê êrîşên li ser partiya muxalefeta bingehîn HDP'ê zêde kir. Li gel van êrîşan ji bo sistkirina baldariya civakî ya di meşa Gemlîkê de, derewa hevdîtina bi Îmraliyê re xistin rojevê. Zext û nûçeyên bi vî rengî herdu rûyên madalyonê ne. Armanc jî ew e ku hêzên têkoşer ji têkoşînê dûr bixînin. Ji xwe zêdekirina zextê ispata wê yekê ye ku nûçeya li ser hevdîtina li Îmraliyê ji bo şerê taybet e. Îbrahîm Kalin ku ji tîma şerê taybet a Tayyîp Erdogan e û wezîfeya propagandayê dimeşîne, diyar kir ku polîtîka û hewldanên wan hemû ji bo tasfiyekirina Tevgera zadiyê ye û bi vî rengî rastî nîşan da.
Îbrahîm Kalin anî ziman ku armanca wan eciqandin, tepisandin, bêdengkirin e, lê belê negihîştin armanca xwe û di ser rew, rastiya gelekî û HDP'yeke hîn xurtir dibîne. Ji xwe kongreyên bajar û navçeyan ên HDP'ê mîna bersivdanê bûn. Li gel zext û girtinan jî diyar e ku kongreya HDP'ê wê hîn bi xurtî derbas bibe. Tevî ku zextên li ser derdor û hêzên siyasî yên nêzî HDP'ê tê zêdekirin jî derdorên berfireh hîn bêhtir dixwazin di nava HDP'ê de di nava têkoşîna demokrasiyê ya bi HDP'ê re cih bigirin. HDP jî bi vehewandina hêzên demokrasiyê yên berfireh, wê polîtîkayên ku dixwazin HDP'ê tenê li Kurdistanê û di nava Kurdan de bihêle pûç bike. HDP bi kongreya xwe ya 3'ê Tîrmehê re wê xurtir bibe. Têkiliya xurt a bi derdorên berfireh ên civakî û hewldanên bi vî rengî yên HDP'ê, wê vê encamê bi xwe re bîne.