Nobeta Edaletê ya Amedê di roja 232’an de ye

Xizmên girtiyên nexweş di roja 232’an a Nobeda Edaletê de li hev civiyan û azadiya girtiyan xwestin.

Malbatên girtiyan di çalakiya Nobeta Edaletê de ya ku bi armanca berdana girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û ji bo berdana girtiyên nexweş dabûn destpêkirin di roja 232’an de li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê berdewam kir. Endamên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) jî tevlî çalakiya îro bûn.

Keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê 73 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2. a Şakranê girtî ye Herdem Merwanî di çalakiya nobetê de axivî û wiha got, "Hemû civak  heman dexwazê dike. Muxatabên me guh nedan me. Meclîs malbatan li kuçeyan hiştin û çûn betlaneyê. Gelo wijdan ev e? Her kes guhên xwe ji daxwazên me re girtin e. Ev 8 meh in em li kolanan heman daxwazên xwe dubare dikin. Em dibêjin êdî bes e. Em zêde tiştek naxwazin. Em serbestberdana girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye şewitandin dixwazin.”

Merwanî spasiya kesên ku piştgirî dane wan kir.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Maf, hiqûq û edalet" û "Bijî berxwedanê zindana" bi dawî bû.