Piştî êrîşê heyeteke Iraqê çûn Mexmûrê

Piştî êrişa hewayî ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), heyeteke girêdayî hikûmeta Iraqê serdana wargehê kir û li cihê êrişa ji aliyê balafirên bêmirov a bi çek a dewleta Tirk ve pêk hat, lêkolîn kir.

Balafirek bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker di saet 12.15’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li malekê da. Di encama êrişê de birîndar hene.

Piştî êrişê heyeteke girêdayî hikûmeta Iraqê serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir û çûn cihê ku êrîş hatiye kirin.

Heyetê tu daxuyanî neda gel û çapemeniyê û ji wargehê derketin.

Îro jî heyeteke leşkerî ya payebilind a Iraqê serdana navçeya Mexmûr kir. Li gorî ragihandinên Iraqê di heyetê de fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Fermandarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên din cih girtine.