CPT: Zarokên li Bamernê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin

CPT’ê ragihand ku piştî lêkolîna li Bamernê û şahidên bûyerê êrîşa ku 26’ê Gulanê li Bamernê pêk hat û 2 zarok hatin qetilkirin, ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatiye.

Rêxistina Tîma Aştîxwaz a Xiristiyan (CPT) encama lêkolînên li ser kuştina 2 zarokên li Bamernê eşkere kir û li gorî encama lêkolînê zarok ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin.

CPT’iyê bi daxuyaniyekê encama lêkolîna xwe ya li ser êrîşa Bamernê ku 2 zarok tê de jiyana xwe ji dest da bûn, ragihand. CPT wiha got: “Li gorî belgeyên bi destê me ketî û herêma ku êrîş lê pêkhatî, derdikeve holê ku egera herî zêde êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhatiye.”

BÊ NAVBER BALAFIRÊN KEŞFÊ DIGERIYAN

CPT’iyê di daxuyaniya xwe de cih da ser agahiyên malbatên zarokan jî û ev agahî parve kir: “Malbatên her 3 zarokan dibêjin, wê roja ku êrîş pekhatî, hertim dengê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ku li ser wê herêmê digeriyan, dibihîstin. Yanî balafir li ser cihê festîvalê digeriyan, cihê festîval lê pêkhatî jî, tenê 800 metre ji baregeha dewleta Tirk ya li Bamernê dur bû.

BI ZANABÛN CIHÊ FESTÎVALÊ HATIYE HEDEFKIRIN

Êrişa bi topan ya dijî cihê leyîstina zarokan û gerana balafiran di yek demî de bû. Gorî me bi qest festîval hatiye hedefkirinû xwestin ziyanên canî çêbibin.”

Di dawiyê de hate gotin ku çiyayê Metîna ku tê gotin top ji wir ji aliyê PKK’ê ve hatine avêtin jî, niha dibin desthilatdariya leşkerên Tirk û Hikumeta Herêma Kurdistanê deye.

PDK’Ê ÊRÎŞ XISTIBÛ STÛYÊ PKK’Ê

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 26’ê Gulana 2022’an li herêma geştiyariyê ya Zêwe ya Bamernê ya Amediyê di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de 2 zarokên bi navê Yusif Hacî û Revend Hoşyar Muhsîn jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar bû. Tevî dîmen û daxuyaniyên malbatê PDK’ê israr kiribû ku ev zarok ji aliyê PKK’ê ve hatine qetilkirin. 

Li ser vê HPG’ê daxuyaniyek da bû ku êrîş ji aliyê artêşa Tirk ve pêk hatiye û wê tola zarokên Kurd rabike. 

TOLA ZAROKÊN KURD HATE RAKIRIN

Tîmên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo 2'ê Tîrmehê saet di 17:30'î de li nehiya Şêladizê ya Amediyê derbeke giran li baregeha Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tola zarokên gelê Kurd ên li Bamernê şehîd hatin xistin, hate hilanîn û derbeke giran li Tirk ên dagirker hate xistin."