Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li 14 deverên Bestayê dar têne birîn

Li herêma Besta ya Şirnexê li 14 deverên cuda cerdevanan dest bi birîna daran kirin.

Dewleta Tirk van salên dawî bi rengekî nedîtî daristanên Kurdistanê talan dike.

Dewleta Tirk li herêmên ku li Rojava dagir kiriye û li Başûrê Kurdistanê veguherî felaketeke jîngehê.

Li Bakurê Kurdistanê li gelek herêman birîna daristanan tê kirin. Birîna daran ku par li çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê yên Şirnexê dest pê kiribû, meha Tîrmehê jî didome.

Qada ku dar lê tên birîn di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin û roj bi roj ew qad berfireh dibe.

Bi taybetî li herêma Besta ya di navbera Şirnex û Sêrtê de ye, birîna daran zêde bûye.

Darên ku li deverên çiyayî têne birîn, li deverên rast bi traktoran tên komkirin, li kamyonan tên barkirin û ji bo firotinê ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê ve têne veguhestin.

Hat ragihandin ku li herêma Bestayê heta niha bi hezaran ton dar hatine birîn.

Herêmên nû yên ku lê dar bên birîn ev in: Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan.

Darên ku li van 14 herêman tên birîn, li herêma Navyan a Çiyayê Cûdî tên komkirin û ji wir jî bi kamyonan dibin bajarên cuda da ku bên firotin.