Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kûmrû Çetînkaya hate veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kûmrû Çetînkaya, ku li Çiyayê Katoyê di şer de şehîd bû, li Êlihê hate veşartin.

Gerîlaya YJA Starê Kûmrû Çetînkaya (Raperîn Devrîm) di 4'ê Tîrmehê de li Çiyayê Kato yê li navçeya Elkê ya Şirnexê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Kûmrû Çetînkaya li Êlihê hate veşartin.

Cenazeyê ku ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate wergirtin û piştre bi bi merasîmeke girseyî birin Goristana Korikê ya li navenda Êlihê.

Lê belê polîsên Tirk ên ku dor li goristanê girtibûn nehiştin ku girseya gel biçe goristanê, tenê destûr da malbatê. Ji ber vê astengiyê girseya gel li ber goristanê rawestiya. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyê Çetînkaya serê sibehê hate veşartin.

Malbat wê li mala xwe ya li taxa Korikê serdanên sersaxiyê pêşwazî bike.