Li Başûrê Kurdistanê di nava 6 mehan de 62 rojnamevan rastî binpêkirina mafan hatin

Sendîkaya Rojnamevanan a Herêma Kurdistanê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê di şeş mehên destpêkê yên salê de 62 rojnamevan rastî binpêkirina mafan hatine.

Sendîkaya Rojnamevaniyê ya Herêma Kurdistanê rapora binpêkirinên li hemberî rojnamevanan ya 6 mehên sala 2022’an eşkerek ir.

Li gorî raporê ji serê salê ve 22 binpêkirin hemberî 62 rojnamevanan hatiye kirin û piraniya xwe ji li Hewlêrê pêkhatine.

Lijneya Parastinê ya Rojnamevanan a Sendîkaya Rojnamevanan ya Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyek çapemeniyê, rapora binpêkirinên li hemberî rojnamevanan yên di nava 6 mehên sala 2022’an de pêkhatine, eşkere kir.

Li gorî daneyan, di 6 mehên sala 2022’an de 22 binpêkirin lihemberî 62 rojnamevanan hatiye kirin.

Di rapora ji aliyê sekreterê Lijneya Parastinê ya Sendîkaya Rojnamevanan Dr. Newzad Hesen ve hatî xwendin de, ev tişt hatin gotin; “Ji serê salê ve gelek caran amûrên nûçegihaniyê yên rojnamevanan hatin şikandin, dîmen û fotoyên wan hatin jêbirin. Bi giştî 22 binpêkirin hemberî 62 rojnamevan pêkhat. Ji vê hejmarê 2 bûyerên destgîrkirinê, 8 rêgiriya li nûçeyan, 4 bûyerên bêrêziya li hemberî rojnamevanan, 3 bûyerên şikandina kel û pelê rojnamevana û desteserkirinê çêbûne. Bûyerek êrîş û êrîşî ser saziyek ragihandinê, her wiha dû bûyerên derxistin kar pêkhatine.”

Li gorî raporê, herî zêde binpêkirina hemberî rojnamevanan li bajarê Hewlêrê pêkhatiye, pişt re Silêmanî, Dihok û Kerkûkê.