Jinên Tîrêjên Rojê li Wan û Geverê çalakî li dar xistin

Jinên Tîrêjên Rojê li Wan û Colemêrgê rêze çalakî li dar xistin.

Jinên Tîrêjên Rojê li navçeya Rêya Armûşa Wanê û navçeya Gevera Colemêrgê rêze çalakî li dar xistin. Jinên Tirêjên Rojê bi daxuyaniyekê ragihand ku di şeva 30’ê Hezîranê de li Geverê li dijî polîsên tîmên taybet çalakiyek li dar xistine û di encama çalakiyê de 2 jê giran û 4 polîsên tîmên taybet birîndar bûne.

Jinên Tîrêjên Rojê diyar kir ku di şeva 26’ê Hezîranê de li Taxa Kişla ya Geverê li dijî navenda polîsên dagirker bi EYP û çekên ferdî çalakiyek li dar xistine û piştî çalakiyê polîsên dagirker derdor gulebaran kirine.

Jinên Tîrêjên Rojê çalakiya li Taxa Cevdetpaşa ya Navçeya Rêya Armûşa Wanê ya li dijî wesayîta hevkarê AKP-MHP’ê yê bi navê K. E girt li ser xwe.