Bafil Talabanî: Heke krîza li Silêmaniyê bidome, em ê ji hikumetê vekişin

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî diyar kir heke krîza li Silêmaniyê bidome ew ê YNK xwe ji hikumetê vekişîne.

Di kanala YNK’ê Kurdsat TV de, Serokê YNK’ê Bafil Talebanî diyar kir ku wan di komcivîna duh ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jennin Henin Pleaschaert jî tê de amade bû, bi awayekî eşkere anîne ziman ku rewşa Silêmaniyê gelek xirab e, ji ber ku piraniya projeyan hatine rawestandin.

Bafil Talebanî got: “Di civînê de me rewşa mûçeyên karmendan, alikariya xwendekaran û çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzariyê yên li Silêmaniyê guftugo kir. Eger krîza li Silêmaniyê bidome, em ê xwe ji Hikumeta Herêmê vekişînin.”

Di komcivîna duh ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jennin Henin Pleaschaert tê de amade bû li hev nekirin. Her wiha nekarîn roja hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bikin. Biryar hat stendin di serê meha Îlonê de dîsa li ser mijara hilbijartinê kom bibin.