Çavdêrê siyasî Omer: Li Iraqê şer pêk bê wê di berjewendiyên Tirkiye û Îranê de be

Nivîskar û çavdêrê siyasî Adil Omer bal kişande ser aloziyên siyasî ya li Iraqê û got “Eger şerek li Iraqê rû bide wê ji bo Tirkiye û Îranê bibe derfetek mezin ku beşek ji xaka Iraqê dagir bikin."

Di demê dawî de li ser bangên serokê Tevgera Sedir Muqteda El Sedir alîgirên wî ketin herêma Kesk û dest danîn ser parlementoyê. Sedir bi tevgera alîgirên xwe daxwaza betalkirina parlemento, destûr û Dadgeha Federal kir lê ev yek jî ji hêla aliyên siyasî yên din ên Iraqê ve nayê qebûlkirin.

Li ser vê yekê hêzeke zêde ya ewlekariyê li nava Bexdayê hatiye bicihkirin û taybet Heşdî Şebî ku Sedir li dijî wê ye, di nava amadekariyê de ye. Di Şîayan de jî aloziya heyî dewam dike.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Adil Omer li ser alozî, bûyerên li Iraqê rû didin û dîsa çareseriya rewşê ji ANF’ê re nirxand.

‘OSMANÎ BÛNE SEDEM KU PÊKHATEYÊN IRAQÎ HEV QEBÛL NEKIN’

Omer bal kişande ser dîroka avabûna Iraqê û got: “Dema ku Osmanî ji herêmê hatin derxistin, hinek çandên Osmaniyan ên weke hevneqebûlkirina pêkhateyan li nava Iraqê hişt. Osmanî gelek nakokî li nava xelkê herêmê li pey xwe hişt. Iraq di rewşeke welê de ye ku bi pîneyan bi hev ve hatiye dirûtin, ji destpêkê ve jî di avabûna dewleta Iraqê de hêzeke niştîmanî nebûye. Hemû alî li ser bingehê netewe, mezheb û eşîrî ava bûne. Armanca van hemû aliyan jî ne ji bo xizmeta gel, tenê ji bo desthilatdariyê ye.”

‘NAKOKIYÊN LI SER DESTHILATÊ RÊ LI BER KRÎZÊN ÎRO VEKIR’

Omer qala nakokiyên siyasî yên niha ango yên piştî rejîma Baas hate rûxandin li Iraqê rû dide kir û wiha pêde çû: “Sala 2003’an di nava aliyên siyasî yên Iraqê de sîstemek hate damezirandin ku hemû aliyên heyî bikare di nava hikûmetê de li gorî xwe cih bigire û hevpar kar bikin. Ev rewş dewam kir ku heta pirsgirêka desthilatê serî hilda.”

‘DIVÊ KURD Û SUNÎ NEKEVIN NAVA ŞERÊ ŞÎA’

Nivîskar û çavdêrê Siyasî Adil Omer diyar kir ku li Iraqê gendelî û dizî di nava hemû aliyan de zêde bûye û gel ji vê nerazî ye. Omer anî ziman ku xelkê herêmê ji ber dizî û gendeliyê pir nerazî ne û êşa wê dikişîne û wiha nirxand: “Di nava xelkê Iraqê de beşek mezin a Şîa ji Sedir hez dikin. Sedir jî dixwaze ji bo xelkê bide nîşandan ku wê guherînan bike, dizî û gendeliyê bi dawî bike. Niha jî hêza gel ji bo rûxandina rejîma niha bi kar tîne. Niha ji bo van alozî û rageşiyan du pêşbînî tên kirin, a yekem rûdana şerekî ye ku wê xwîn birije. Tu alî û xelkê herêmê jî vê yekê naxwaze. A din jî divê li hev bike. Li aliyê din divê di rûdana şeran de Kurd û Sûnî xwe tevlî vî şerî nekin.”

‘KÎ BÛYE DESTHILAT A XWE LI SER IRAQÊ FERZ KIRIYE’

Omer da xuyakirin ku Sedir ê dixwaze parlemento, Makeqanûn û Dadgeha Bilind a Federal betal bike, ev tê wateya êrîşê û pêkanîna vê pir zehmet e. Omer got: “Li Iraqê ti demê weke dewlet kar nekiriye, tim weke desthilat hebûna xwe domaniye. Li dîrokê binêrin kî bûye desthilat a xwe li ser Iraqê ferz kiriye. Ev a niha Sedir li ser navê demokrasiyê dike, ne demokrasî hilweşandina rejîmê ye ku bi destûra Iraq û hevdengiya aliyan hatiye avakirin, ev yek jî ji aliyê neteweyên din ve nayê qebûlkirin.”

‘ŞER WÊ DI BERJEWENDIYÊN TIRKIYE Û ÎRANÊ DE BE’

Omer îşaret bi mudaxeleyên hêzên serdest û hegemon a di siyaseta Iraqê de kir û ev tişt anî ziman: “Welatên serdest siyaseta Iraqê bi rê ve dibin. Niha siberoja proseya siyasî ya li Iraqê di destê welatên serdest ên mîna Rûsya û Emerîkayê de ye. Şerê ku li Iraqê rû bide ne di berjewendiyên Rûsya û Emerîka de ye. Lê ji bo Tirkiye û Îranê dibe derfetek ku dest dane ser beşek ji axa Iraqê.”

‘JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DIVÊ NIŞTÎMANÎ Û WELATÎBÛN PÊK BÊ’

Nivîskar û çavdêrê siyasî yê bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Adil Omer nêrînên xwe yên derbarê çareseriya ji bo vê rewşê jî anî ziman û got: “Ji bo çareseriya ji vê rewşê re divê hemû aliyên siyasî yên Iraqê, pêkhate û neteweyên xwe ve ji bo parastina berjewendî û canê welatiyên Iraqê xwe li ber çavan re derbas bike, rê nede agirê aloziyan geş bibe. Dijminê derve hewl dide agirê nakokiyên siyasî û şer li Iraqê geş bike. Ji dîrokê heta niha gelek xwîn li Iraqê rijiyaye. Di nava Kurd, Ereb, Sunî û Şîa, dîsa hemû pêkhateyên Iraqê de ji bo bi hev re bijîn û xwîn nerije, divê niştîmanî û welatîbûn pêk bê.”