Fermandarê Muxafizê Sînor li Bradostê hate bîranîn

Ji fermandarên Muxafizên Sînor ê Iraqê Zubêr Halî ku di êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Bradostê hate bîranîn.

Ji fermandarên Muxafizên Sînor ê Iraqê Zubêr Halî ku di êrîşa dewleta Tirk de beriya du salan jiyana xwe ji dest da, doh bi şev li Bradostê bi merasîmekê hate bîranîn. Merasîm li gundê Goreşêrê yê Bradstê hate lidarxistin, malbata Zubêr Halî, xizm û dostên wî tevlî bûn. Merasîma bîranînê heta nîvê şevê dewam kir.

ÊRÎŞ LI DIJÎ FERMANDARÊN IRAQÊ Û HPG'Ê HATIBÛ KIRIN

Hêzên Helgûrd ên ser bi PDK'ê ve di 11'ê Tebaxa 2020'î de ber bi zozanên Berbizinê û sînorê Kelaşînê yê Bradostê bi rê ketibûn. Herêma ku PDK'ê berê xwe dabû, qadeke gerîlayên PKK'ê bû. Ji ber vê yekê gerîlayan hişyarî dabûn hêzên Helgûrd ên PDK'ê ku xwe nêzî herêmên gerîla nekin.

Heman rojê ji bo li gel dehan wesayitên zirxî, çekên giran û ala Iraqê ji Hewlêrê hêzeke mezin a ji muxafizên sînor ê Iraqê gihîşt Bradostê. PDK'ê li herêmê fîşek berda gerîlayên PKK'ê û piştî nîvro jî leşkerên Iraqê gihîştin qada şer.

Ji fermandarên Tûgaya Muxafizên Sînor a Iraqê Zubêr Halî ku bi xwe ji Bradostê ye, wê demê ji bo çareserkirina pirsgirêkê hate herêmê û bi yek ji fermandarên gerîla Egîd Garzan re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê 11'ê Tebaxa 2020'î saet di 13:00 de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker yekser bombe li herêmê barandin û êrîşî fermandarên Iraqê û HPG'ê kirin. Di encama êrîşa dewleta Tirk de Zubêr Halî, fermandar Egîd Garzan û fermandarekî Iraqî şehîd bûn.