PKK: Ciwanên Kurd wê bi têkoşîna xwe xwedî li Rêzan Cawîd derkevin

Komîteya Rêveber a PKK'ê ev bang li ciwanên Kurd kir, "Tola Rêzan Cawîd û hemû şehîdên Kurdistanê ji dewleta Tirk hilînin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê ji ber şehadeta damezrîner û endamê rêveberiya Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd daxuyaniyek weşand.

Komîteyê diyar kir ku ew bi êş û xemgînî pê hesiyan ku Cawîd ê li Qamişloyê mêvan bû, ji aliyê balafirên keşfê yên dewleta Tirk ve bi nemerdane hate qetilkirin û got, "Vî şehîdê me yê hêja yê Kurdistanê bi rêz û minet bi bîr tînin; êşa hevrê, malbat û gelê me yê Rojhilat parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ciwanên Kurd û gelê Kurd wê di têkoşîna azadiyê de timî xwedî li Rêzan Cawîd derkevin."

'DEWLETA KOMARA TIRKIYEYÊ DIJMINÊ KURDAN HEMÛYAN E'

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Piştî ku Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Dêrik li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, endamê Koordînasyona KODAR'ê ku tevgera demokrasî û azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye Rêzan Cawîd li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin ku ev yek nîşan dide; dewleta Tirk û rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê li ku dibe bila bibe dijminê Kurdan hemûyan e û eger jê bê, dixwaze hemûyan qetil bike. Wê demê ji bo Kurdan pêwîstî û mecbûrî ye ku bibin yek, bibin xwedî dostên demokratîk, li dijî dewleta Tirk a dagirker qirker û faşîzma AKP-MHP'ê têkoşîna hevpar bikin. Bila kes xete û hesabên şaş neke, hebe şirîkê qirkeriya dewleta Tirk. Kurd divê bi yekîtiya neteweyî li dijî qirkeriya dewleta Tirk têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê xurt bikin.

Li ser vê bingehê em Şehîd Rêzan Cawîd careke din bi rêz û minet bi bîr tînin, di serî de ciwanên Rojavayê Kurdistanê bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin ku beşdarî têkoşîna me ya azadiyê bibin û tola Rêzan Cawîd û şehîdên Kurdistanê hemûyan hilînin."