Dr. Dersim: Wê ji xaka me derkevin

Ji fermandarên HPG'ê Dr. Mazlûm Dersim anî ziman ku Kurd li ser xaka xwe ne, lê dewleta Tirk dagirker e û got, "Ya ku wê derkeve dewleta Tirk e. Heta ku biqewitînin em ê têbikoşin."

Dr. Mazlûm Dersim bal kişand ser asta têkoşîna şoreşê ya PKK'ê û îradeya bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd hatiye afirandin û got, "Dewleta Tirk bi salan e dibêje 'qediyan-em ê biqedînin'. Lê PKK her roj mezin dibe û wê mezintir bibe."

Ji fermandarên HPG'ê Dr. Mazlûm Dersim bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivî. Dr. Mazlûm Dersim işaret bi zor û zehmetiyên Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd kir û wiha axivî: "Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst xwe li tiştekî bi navê Kurdan ranedigirt, qebûl nedikir. Bi parçekirina Kurdan xwestin tiştekî wan nehêlin. Bi pêşengiya Rêber Apo, Kurdan ji bo bidestxistina nirxên xwe dest bi pêngaveke dîrokî kirin. Dewleta Tirk ku nekarî vê pêngavê qebûl bike serî li her rê û rêbazên qirêj da. Li hemberî vê yekê jî li zindanê berxwedaneke bêhempa hate nîşandan. Ji bo serxistina vê berxwedanê, bi pêşengiya Fermandar Egîd Pêngava 15'ê Tebaxê hate destpêkirin. Vê pêngavê pêşî li tunebûnê girt."

'PKK ROJ BI ROJ MEZIN DIBE'

Dr. Mazlûm Dersim destnîşan kir, dewleta Tirk a ku digot 'me beton li ser Kurdan rijand' kete nava şaşitiya herî mezin û got, "Têkoşîna şoreşê ya PKK'ê îro gihîşt asta herî bilind. Bi paradîgmaya Rêber Apo îradeyeke mezin afirî. Dewleta Tirk bi salan e dibêje 'me qedand-em ê biqedînin'. Lê belê PKK her roj mezin dibe û wê mezintir bibe. Bila her kes bi vê yekê zanibe. Îdeolojiya Rêber Apo li her devera cîhanê belav bûye."

'KURD LI SER XAKA XWE NE'

Dersim işaret bi asta Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê jî kir û got, "Kurd xwediyê vê xakê ne û mafê kesî nîne ku wan ji xaka wan derxîne. Me xaka kesî dagir nekiriye. Ya ku ev xak dagir kiriye dewleta Tirk e. Lewma ya ku ji vê xakê derkeve jî dewleta Tirk e. Ji bo wan ji xaka Kurdistanê biqewitînin em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Bila cîhan hemû bi vê zanibe."

'BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ WÊ HILWEŞIN'

Ji fermandarên HPG'ê Dr. Mazlûm Dersim anî ziman ku dewleta Tirk bi rêbazên qirêj û hovane sûcê li dijî mirovahiyê dike û herî dawî got, "Ji bilî dagirkerî û talanê ti fikir û pratîkeke cuda ya dewleta Tirk nîne. Ji bo wan kes nîne, tenê ew li vê dinyayê hene. Artêşa Tirk weke koleyê xwe tevlî şer dike û dişîne mirinê. Ji bo karibe polîtîkayên xwe yên qirêj bi hêsanî bimeşîne. Ji bo wan qîmetê leşkerekî qet nîne. Herî dawî vê dibêjim; Bi ruhê berxwedanê yê li Zap, Avaşîn û Metînayê, salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê û Cejna Vejîna Neteweyî ya Gelê Kurd pîroz dikim. Heta ku bi ruhê 15'ê Tebaxê têkoşîna xwe bi ser bixînin em ê nesekinin û bi vî ruhî faşîzmê hilweşînin."