KJK: 15’ê Tebaxê xeta jiyan û şerekî nû ye

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da û got “Ev pêngav di warê îdeolojîk, polîtîk, felsefî û rêxistinî de pêngaveke nû ye, xeta şer û jiyanê ye.”

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Di salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de ya ku wekî cejna vejînê ketiye dîroka me, di serî de di şexsê hevrê Egîd ê ku fermanderekî mezin e, di şexsê Sara, Azîme, Bêrîtan, Esmer, Têkoşîn, Jiyan û Berfînan de em hemû şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet bi bîr tînin û girêdana xwe ya bi bîranîna wan dubare dikin.

Ji bo têkbirina pergala dagirker û mêtinger a ku li ser gelê me û welatê me hatiye ferzkirin,  hêzên me yên parastinê yên ku berxwedana destanwerî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê ya ku di sala 1984’an de hatibû destpêkirin li hemû parçeyên Kurdistanê bênavber didomîne, em hemû hêzên xwe yên parastinê silav dikin. Di şexsê hêzên me yên HPG û YJA Starê yên ku li hemberî TC’ya faşîst û hemû hêzên dijminên Kurdan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ruhê Apoyî alaya berxwedanê li lûtkeyan li ba dike, cejna vejînê ya hemû milîtanên azadiyê pîroz dikin.

Bêguman fîşeka ku 38 sal berê li Dihê û Şemzînanê hatiye teqandin, ne bi tenê qereqola dagirker û faşîst a Tirk kiriye hedef. Fîşeka ku hatiye teqandin bersivek bû ku Kurdê azad bera înkar, îmha, mêtingerî û qirkirinê daye.

EV XETA JIYAN Û ŞER E

Ev pêngav di warê îdeolojîk, polîtîk, felsefî û rêxistinî de pêngaveke nû ye, xeta şer û jiyanê ye. Pêngava 15’ê Tebaxê li hemberî koletî, bênasnametî, paşverûtî, zayenparêzî, zilm, hevkariya dijmin, jiyana bêwate û wekhevî tê de tune, serhildanek bû. Fîşeka pêşîn ku li hemberî dinyaya mêrserwer a ku nahêle jin bibe kirde, fikr û pergala jiyanê hate teqandin, ji bo jinên Kurd bû hêvî, rê û ronahiya rizgariya ji helwesta jiyana koletî û ya kevneşopiyê. Ji ber vê 15’ê Tebaxê him ji bo Kurdên azad û him jî ji bo jinên azad roja vejînê ye. Jina ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re rahişt çekê di heman demê de îdeolojî, bîr, rêxistin û çalakbûn jî bi dest xistiye. Li ser vî esasî 15’ê Tebaxê bûye pêngava bidestxistina nasnameyê ya jinên Kurd. Bi ruhê vejînê ji îmha, înkar, asîmîlasyonîst, polîtîkayên dermirovî yên li ser jin û gelê Kurd re hatiye gotin êdî bes e û 15’ê Tebaxê bûye navê vejîn û xwebûnê. Çavkaniya pêşîn a paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze ya ku ji bo mirovahiyê re bûye hêvî û moral e jî. Îro tevgera jinên Kurd bi berxwedana pêngava 15’ê Tebaxê re berxwedana xwe xurttir kiriye.

GELÊ KURD BI 15’Ê TEBAXÊ RE HEBÛNA XWE JI NÛ VE AFIRAND

Gelê Kurd a ku bi qirkirineke ku di dîrokê de tune hemû mafên wê ji destê wê hatiye stendin, hebûna wê tune hatiye hesibandin, bi berxwedana 15’ê Tebaxê re hebûna xwe dîsa afirandiye.  Rastiya 15’ê Tebaxê li Kurdistanê bûye nav û şênberiya jiyana azad a ku berdêla wê çi be jî wê were dayîn. Vê berxwedana ku bênavber didome rê li ber geşedana nasnameya Kurdên azad vekiriye û parçebûna neteweyî jî ji holê rakiriye û rêya yekîtiya neteweyî vekiriye.  Dewleta Tirk a faşîst îro li Rojava, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakurê Kurdistanê êrîşên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê zêdetir kiriye û bi van êrîşan re dixwaze tevgera me ya azadiyê îmha bike û pê re jî hemû destkeftiyên li hemû parçeyên Kurdistanê tune bike. Dewleta Tirk a faşîst dijminatiya Kurd, jin û gelan dike. Tê xwestin ku dagirkeriya qirker li her çar parçeyan were kûrkirin. Hewce ye vê plana qirkirinê ya nû were pûçkirin. Ji bo vê konsepta nû ya ku hêzên hegemon piştgiriya wê dike were pûçkirin divê gelê me xwedî li axa me û derfetên jiyana azad a ku me bi berxwedanê bi dest xistiye derkevin,  ji bo mayîndekirina jiyana azad bêguman yekîtiya li ser xeta yekîtiya neteweyî ferz dike. Îro dewleta Tirk a faşîst li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşekê dike û li hemberî vê êrîşê gerîlayên me berxwedaneke mezin dikin. Bersiva herî xurt a ji bo piştgiriya vê berxwedanê ev e ku li Kurdistanê têkoşîna li hemberî dagirkeriyê were bilindkirin.

BI RENGEKÎ TOPYEKÛN ÊRÎŞ TÊNE KIRIN

Hêzên mêtinger-dagirker ji bo tasfiyekirina têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya jinan li welatê me bi pêş dikeve û têkbirina avakirina sîstema me ya alternatîf, bi rengekî topyekûn êrîşan dikin. Polîtîkayên tecrîda li derveyî mirovahiyê ku li afirînerê nirxên demokratîk azadîparêz li Rêber Apo tê ferzkirin, ji ber tirsa sîstemê ya ji vî fikrê azadîparêz e. Ev êrîşên ku nîşaneya tirsa mezin a ji bilindbûna Kurd ên Azad e, di heman demê de mezinahiya berxwedana tevgera me radixe pêş çavan. Di vê demê de ku li Rojhilata Navîn bûyerên mezin diqewimin, krîzên siyasî, civakî, aborî û leşkerî di asta herî bilind de ne, tê xwestin ku herêm ji nû ve bê dîzaynkirin. Di vê kêliya dîrokî de ji her demê bêhtir derfetên me hene ku destketiyên mezin bi dest bixin. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng Tevgera Jinan a Kurdistanê, em dibêjin ku xwedî wan, derfet, tecrûbe û hêzê ne ku karibin rêveçûna dîrokê ber bi aliyê xwe ve biguherînin. Bi vê têgihiştin û hêza moralê em Pêngava 15'ê Tebaxê pêşwazî dikin. Li dijî hewldanên dagirkirinê û mejiyê serwer ê ku di sala 38'an a pêngava 15'ê Tebaxê de hatin ferzkirin, weke jin; rakirina astengiyên li pêşiya yekîtiya neteweyî, mezinkirin û radîkalkirina têkoşînê yekane rê ye ku me ber bi azadiyê ve bibe.

ŞERT E LI HER DERÊ TÊKOŞÎN BÊ GEŞKIRIN

Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ku li dijî Rêber Apo hatiye girankirin, rastiya şerê li dijî gerîlayên me yên azadiyê, zextên li her derê yên li ser gelê me, polîtîkayên qirkirinê yên li jinan têne ferzkirin, dikin şert ku li her derê bi ruhê 15'ê Tebaxê têkoşîn bê geşkirin. Rêya têkbirin û beralîkirina van êrîşan, her wiha rêya serxistina têkoşîna azadiyê ew e ku li gorî ruh û îradeya pêngava 15'ê Tebaxê rêbazeke têkoşînê bê afirandin.

LI GELÊN HERÊMÊ PÎROZ BE

Di vê demê de ku em pêngava 15'ê Tebaxê pêşwazî dikin, ku ji aliyê dîrokî ve hîn jî rojane ye, em cejna vejînê careke din li gelê Kurd, gelên herêmê yên tî yê azadiyê ne, pîroz dikin. Beriya her tiştî, di şexsê fermandarê pêşeng ê pêngava 15'ê Tebaxê hevrê Egîd de, fermandarên mezin ên ji nava vê têkoşînê afirîne, şervanên me yên azadiyê yên bîrdariya berxwedanê ne û hevrêyên xwe yên şehîd bi minet bi bîr tînin ku tecrûbeya artêşbûna jinê dewam kirin û têkoşîna parastinê kirin çavkaniya sûdwergirtinê ji jinên cîhanê re. Em cejna berxwedanê li gerîlayên me yên azadiyê pîroz dikin ku li dijî artêşa Tirk a faşîst ku rastiya şerê herî qirêj ê vê serdemê ferz dike, bi ruh û îradeya Apoyî li her eniyê bi xurtî li ber xwe didin. Em bawerî û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê nû dikin ku ev bexwedan wê faşîzmê, mêtingeriyê, koletiyê û zayendîperestiyê teqez têk bibe."