Dayika Şehîd Rêzan: Te serê me bilind kir

Di dîmenek a di medyaya dîjîtal de hat belavkirin de, Dayika Şehîd Rêzan Cavîd dilorand û wiha got: “Serê te qasî daristanên Qendîlê bilind e.”

Di 10’ê Tebaxê de Desteya Kar û barên Navxweyî ya Herêma Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Fermandarê PJAK’ê û Hevserokê berê yê KODAR’ê Rêzan Cavîd di 6’ê Tebaxa 2022’an  de li Taxa Sînaa ya bajarê Qamişloyê di encama êrîşa balafira bê mirov û biçek ê dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Piştî ragihandina şehadeta şehîd Rêzan li pey hev xelkê herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan mala şehîd Rêzan a li bajarê Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê.

Di medyayên dîjîtal de dîmenek ê dayika şehîd Rêzan Cavîd hat belavkirin û wiha dilorand: “Ez dayîka Rêzan Cavîd im, qurbana wî bibim. Serê me bi te bilind e, serê te bi qasî daristanên Qendîlê bilinde. Ez qurbana hevrê û heskiriyên wî bim.”