KCK: Êdî pêkan e ku derba kuştinê li dewleta Tirk bê xistin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê nerazîbûn nîşanî 'şirîkatiya navneteweyî' ya li sûcên dewleta Tirk a dagirker da û bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku 'xwe amade bikin'. KCK'ê got, "Êdî pêkan e ku derba kuştinê li artêşa Tirk bê xistin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku zêde bûne daxuyaniyek da.

KCK''ê çekên qedexekirî yên li dijî gerîla têne bikaranîn, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrışên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî, êrîşên ku piştî civîna bilind a Soçiyê zêde bûn nirxand û diyar kir ku divê li hemberî dagirkeriyeke nû ya gengaz amadekarî bêne kirin.

DI ŞEXSÊ RÊZAN CAVÎD DE ŞEHÎD HATIN BÎRANÎN

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk a faşîst li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê-Iraqê di êrîşên qirkerî û dagirkeriyê de; ewladên herî hêja yên gelê me, gerîla, sivîl, şervan û pêşengên polîtîk qetil dike. Ji daxuyaniya Komîteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweser tê fêhmkirin ku Hevserokê berê yê KODAR'ê û endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Rêzan Cavîd ku ji bo tecrûbeyên şoreşê û karên yekîtiya neteweyî li Rojava bû, di êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov ên biçek de hate qetilkirin. Di şexsê Rêzan Cavîd de em şehîdan hemûyan bi rêz, minet û hurmet bi bîr tînin. Ji gelê Rojhilat, di serî de malbata Rêzan Cavîd ji tevahiya malbatên şehîdan û gelê me re sersaxiyê dixwazin.

ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ TÊNE BIKARANÎN

Êrîşên qirker û îmhayê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd li her qadê bi rengekî bêperwa dewam dikin. Rojava, Şengal û Mexmûr li pêş çavên Neteweyên Yekbûyî, DYE, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya planekê de têne bombekirin, li Zap, Metîna û Avaşînê jî di şerê dijî gerîla de artêşa Tirk bi rêk û pêk sûcê şer dike. Li van herêman li dijî gerîla çekên taktîk nukleer, bombeyên termobarîk û gazên kîmyewî têne bikaranîn.

EV NE ÎDÎA YE, RASTÎ YE

Ev ne tenê îdîayeke, lê rastiyeke ku bi îtirafeke cidî hatiye ser ziman. 23'ê Adara 2022'an ji artêşa Tirk pîlotê teqawîtbûyî Erdogan Karakûş beşdarî bernameya televîzyonekê bû û diyar kir ku di destê artêşa Tirk de çekên taktîk nukleer hene û mikur hat ku ev çek îro li dijî gerîla têne bikaranîn. Agahiyên ku Erdogan Karakûş li ser taybetmendiyên van bombeyan da û agahiyên ku gerîla didin, li hev tên.

BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ JI BER HEVKARIYA BI SÛC RE YE

Tevî ku çavkaniyên gerîla û rêveberiya KCK'ê ev mijar bi rojan xistin rojevê jî di serî de Neteweyên Yekbûyî û NATO, dewletên pêwendîdar ji ber ku van bombeyan û gazên qedexekirî hildiberînin û difiroşin Tirkiyeyê, li pêşberî vê yekê bêdeng in. Ji berku bombeyên taktîk nukleer ên ku Tirkiye li dijî gerîla bi kar tîne, ji aliyê welatên NATO'yê ve têne hilberandin û ji Tirkiyeyê re têne firotin. Bêdengiya van hêzên navneteweyî li pêşberî îdîayên cidî yên li ser vê mijarê, pêwendiya xwe bi hevkariya wan a sûc re heye. Tevî ku bi dehan carî serlêdan hate kirin, bi dehan belge hatin pêşkêşkirin jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku navenda wê li Hollandayê ye, nekete nava ti hewldanan. Ev yek jî pêwendiya xwe bi fikara Yekîtiya Ewropayê heye ku ji eşkerebûna sûcên şer ên dewleta Tirk bi fikar e.

PIŞTÎ CIVÎNA BILIND A SOÇIYÊ ÊRIŞ ZÊDE BÛN

Piştî civîna bilind a NATO'yê ya 32'emîn ku 22'ê Hezîrana 2022'an li Madrîdê hate lidarxistin, hevdîtina Pûtîn-Erdogan-Reîsî ya 22'ê Tîrmeha 2022'an li Tehranê pêk hat û hevdîtina Pûtîn-Erdogan a 5'ê Tebaxa 2022'an li Soçiyê hate lidarxistin, êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk ên li ser Rojava zêde bûn, Erdogan û wezîrên wî ji nû ve dest bi daxuyaniyên dagirkirina Rojava kirin.

Di civîna bilind a NATO'yê de ya li Madrîdê, Rûsya weke dijminê hevpar ê NATO'yê yê dema nû hate ragihandin. Tayyîp Erdogan ku mohra xwe danî binê biryarên ji bo dorpêçkirina Rûsyayê ya ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve, piştî mehekê di civîna li Tehranê de got, divê DYE ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişe û mohra xwe danî ser lihevkirineke bi vî rengî. Di civîna Soçiyê de mijara firotina zad ê Ûkraynayê dan pêş, lê mijara esasî ya navbera Pûtîn û Erdogan li ser hate axaftin, eşkere ye ku dagirkirina Rojava ji aliyê dewleta Tirk e.

ÊDÎ TI PÎVANAN NAS NAKE

Dewleta Tirk êdî li bakurê Sûriyeyê û li Rojava ti pîvanan nas nake, li dijî hêzên QSD, YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê êrîşên hewayî û sûîqestan dike, li dijî mirovên sivîl komkujiyan dike. Hewl dide gel ji gundan koçber bike, li şûna wan çeteyan bi cih bike, li pêş çavên cîhanê sûcê qirkirinê dike. Di êrîşên dawî de eşkere bû ku mirovên sivîl ên hewl didan cenazeyan û mirovên birîndar ji wesayitên hatin bombekirin derxînin cara duyemîn hatin bombekirin. Ev yek jî armanca êrîşan radixe pêş çavan.

HELWESTA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HÊRSA GELÊ KURD ZÊDETIR DIKE

Helwesta Neteweyên Yekbûyî, DYE, Rûsya, NATO û welatên Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî van êrîşan ku li dijî Tirkiye û Erdogan' tiştekî nakin' û weke dîktatorekî meczûp li Erdogan dinihêrin û pêşî li êrîşan vedikin, dibe sedem ku hêrs û nerazîbûna gelê Kurd zêde bibe.

PEYAMÊN XEMGÎNÎ Û SERSAXIYÊ NEHÊJA NE

Ji aliyekî ve di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de QSD'ê weke hevkarê xwe dibînin; pesnê fedakarî û lehengiya van hêzan didin, lê li aliyê din jî li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî van hêzan bi rola 'hevparê ku tiştek ji dest nayê, bêçare' radibin. Ev yek nêzîkatî li dijî hevkariyeke rasteqîn a koalîsyonê û li dijî exlaqa siyasî ye. Li pêşberî qetilkirina şervan û fermandarên li Rojava, nasnameya kujerê êrîşkar nayê bilêvkirin û bi vî rengî peyamên sersaxiyê û xemgîniyê têne dayin. Ti qîmetê van peyaman nîne.

ARMANC Û HEWLDANÊN BERFIREHBÛNÊ XWE DISPÊRE PIŞTGIRIYA JI NATO'YÊ

Erdogan bi piştgiriya çekan û teknîka ji NATO'yê wedigire, hewldan û armancên xwe yên berfirehbûnê yên hegemonya li herêmê dimeşîne. Eşkere ye ku ev polîtîka piştgiriya ji komkujî, tunekirina destketiyan û qirkirina Kurdan e. Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), NATO û bi dehan dewletên ku di koalîsyona dijî DAÎŞ'ê de bi gelê Kurd re tevdigerin, li bêdengiya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê her wiha li pêşberî binpêkirina qada hewayî û bejahî ya Sûriyeyê bêdeng in. Ev yek di nava gelê Kurd de dibe sedema hêrseke mezin û êdî sebrê difûrîne.

BÊDENGÎ ÊRÎŞÊN DÎKTATORIYA ERDOGAN ZÊDETIR DIKE

Gelên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de, Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, hay ji meseleyê hene. Heqîqet ev e, li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd û şervanên ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de di nav Koalîsyonê de bûn, hêzên Koalîsyonê ji dêvila gelê Kurd çavê xwe ji êrîşên desthilatdariya Erdogan û Dewleta Tirk a faşîst ku di şer de piştgirî dida DAÎŞ’ê re digire. Ev bêdengî zemîna êrîş û dagirkeriya ku wê TC û dîktatoriya Erdogan li ser Rojava bike, xurttir dike.

PIŞTGIRIYA KU HÛN DIDIN DEWLETA TIRK VEKIŞÎNIN

Tirkiye her dem qala ‘Herêma ewlekariyê’ (qadên dagirkeriyê) dike ku li van deran rêveberiya bilind a DAÎŞ’ê û tîmên wan ên çalakiyan lê hene. Ne tiştekî veşartî ye ku DAÎŞ li van qadan tê parastin û perwerdekirin. Piştî Bexdadî her du rêveberên DAÎŞ’ê yên ku ketin şûna wî li van qadên ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye û li ser sînor hatin kuştin û girtin û ev jî diyar dike ku ev qad ji bo kê û ji bo kîjan armancê wekî ‘qada ewlekariyê’ hatine îlankirin. 

NY di serî de em bang li DYE û Rûsyayê dikin ku nebin şirîkê polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan a ku dewleta Tirk dike, bila piştgiriya ku didin dewleta Tirk a faşîst, qirker û mêtinger vekişînin û li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin. 

TEKANE DERFETA DI DESTÊ WAN DE KÛRKIRINA POLÎTÎKAYA ŞER E

Geşedan û îxtîmalên heyî, wisa diyar dike ku krîza kûr a ku Tirkiye û desthilatdariya AKP û MHP’ê tê de ye, nikare bi paş bixe. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dewleta Tirk xistiye nav kaoseke mezin, Erdoganê faşîst ê ku li hundir di warê siyasî, civakî û ekonomîk de hatiye ber asta hilweşandinê di destê wî de tekane ev ‘derfet’ maye ku dijminatiya li hemberî gelê Kurd û polîtîkaya şer kûrtir bike. 

DERFET HENE KU DERBEKE MIRINÊ LÊ WERE XISTIN

Li gorî van rastiyan gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên li Rojava divê li hemberî êrîşên nû û potansiyel ên dewleta Tirk a dagirker bi hêza xwe û bi dînamîkên xwe amadekariya xwe bikin, li hemberî artêşa Tirk a faşîst û çeteyên wê dîsa ji biçûkan heta mezinan têkeve nav parastina topyekûn û mezin a welat. Artêşa Tirk a dagirker li Zap, Metîna û Avaşînê derbên giran xwariye û li cihê ku çûye wir asê maye. Derfet hene û mumkun e ku li Rojava derba mirinê li artêşa Tirk were xistin."