Yûsûf Şahîn ê 75 salî hat girtin

Hevserokê HDP’a Bajaroka Kaniyahenê Sezgîn Yavûz û Yûsûf Şahîn ê 75 salî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirîne“ hatin girtin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajaroka Kaniyahenê Sezgîn Yavûz û Yûsûf Şahîn ê 75 salî ku di 9’ê Tebaxê de li navçeya Hezo ya Êlihê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. Yavûz û Şahîn piştî îfadeya li Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr îro anîn Edliyeya Êlihê. Yavûz û Şahîn ên ku piştî karên dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine“ hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê.