KONGRA-GEL 15'ê Tebaxê pîroz kir: Di têkoşîna sala 39'emîn de seferber bibin

KONGRA-GEL salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelan e. Bi vê armancê û bi ruhê Apogerî pêwîste herkes di têkoşîna sala 39’emîn de seferber bibe."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniya KONGRA-GEL de wiha hate gotin:

"38’emîn salvegera Cejna 15’ê Tebaxê, Cejna Vejîna gelên Kurdistanê di destpêkê de li Rêber Apo, li hevalan hemûyan, gelên Kurdistanê û taybetî jî li malbatên şehîdan pîroz be. Di serî de fermandarê mezin heval Egîd û tevayî şehîdên pêngava 15’ê Tebaxê em bi rêzdarî û bi minnet bi bîr tînin. Em wek gel û tevger, deyndarê şehîdên xwe ne. Pêkanîna xeyalên wan armanca me ya jiyanê ye."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"15’ê Tebaxê di dîroka gelên Kurdistanê de mîlada vejînê ye. Di şerê cîhanê yê 1'emîn de Kurdistan wek gel û coxrafya hate parçekirin, maf û hebûna gelê me hate înkarkirin. Dagirkerên li Kurdistanê bi alîkariya hêzên modernîteya kapîtalîst berxwedanên gelê Kurd hemû bi qetlîaman têk birin. Bi siyasetên pişaftin û komkujiyê jî îradeya gel hate şikestin, gel bi vî awayî hate teslîmgirtin.

'DI DEMA TIRS Û BÊHÊVÎTIYÊ DE PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ BÛ MÎLADA VEJÎNÊ'

Dema li çar perçeyên Kurdistanê bêhêvîtî û tirs li ser gelê Kurd pir bi bandor bû, pêngava 15’ê Tebaxê bû hêviya gelên Kurdistanê, bû mîlada vejîna gelên Kurdistanê.

15’ê Tebaxê bû bersiva berxwedana zindana Amedê. Berxwedana ku dijî xiyanet û teslîmiyetê di Newroza sala 1982’an de bi hevalê Mazlûm destpê kir, Ferhad-Mehmûd-Eşref û Necmî agirê wê bilind kirin û bi berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Xeyrî-Kemal-Akîf û Elî bû ruhê serketina PKK’ê. Ev ruhê berxwedanê ye ku niha li Zap-Avaşîn-Metîna û li her deverê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê bi ser dikeve û planên wan têk dibe.

Ev ruh ruhê Apogerî ye, li çar perçeyên Kurdistanê û li derveyî welat di dil û mejiyê keç û xortên Kurdên azad de ye û her tim mezin dibe. Hîç tu hêz êdî nikare vî/vê ruhê Apogerî tune bike. Ev ruhê mirovê azad ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê pêşengtiya jiyana azad dike.

'CIVAKEK DEMOKRATÎK Û ÇANDEKE NÛ HATE AVAKIRIN'

Hemla 15’ê Tebaxê bingeha şoreşa civakê ye, bingeha şoreşa jinê ye. Li ser vê bingehê li Kurdistanê jin bû artêş, jin bû pêşengê civaka demokratîk û neteweya demokratîk. Di vê çarçovê de civakeke demokratîk û çandeke nû hat avakirin. 

Ji bo me rexnedayîna herî mezin ew e ku Rêber Apo 38’emîn salvegera 15’ê Tebaxê di şert û mercên esaretê de pêşwazî dike. Bi tekoşîna pêngava 15’ê Tebaxê rejîma faşîst a dewleta Tirk di hemû aliyan de di bin krîzeke pir mezin de êdî ber bi têk çûnê ve diçe. Bi ruhê Apogerî di tekoşîna sala 39’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê de, ji bo me hedefa mezin têkbirina desthilata faşîst AKP-MHP'ê ye. Bi têk çûna rejîma faşîst a dewleta Tirk, li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dema azadiya gelan wê destpê bike.

'DEM DEMA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO Û GELAN E'

Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelan e. Bi vê armancê û bi ruhê Apogerî pêwîste herkes di tekoşîna sala 39’emîn de seferber bibe. Li ser vî esasî em car din Cejna 15’ê Tebaxê bi dil û can pîroz dikin. Di vê tekoşîna pîroz de ji bo gelê me û hêzên demokrasiyê re serkeftinê dixwazin."