Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz -5

Dijmin ji bo prestîja xwe ya ji destdayî careke din bi dest bixe, komandoyên çiyê anî û bi wan êrîşî gel kir. Çiyayên me ‚komandoyên çiyê‘ bêhal dikir.

Piştî ku em gihîştin baregeha leşkerî ya veşartî, ji bo nirxandina çalakiyê me civîn lidar xist û serketin û kêmasiyên xwe nirxand. Ji bo parastina destketiyan diviyabû karên leşkerî û siyasî hîn xurtir bibûya. 

Eşkere bû ku çalakî wê encamên siyasî bi xwe re bîne. Endamên yekîneyê hemû di van mijaran de hemfikir bûn. Bi biryara amadekirina rapora nirxandinê û encamê, civîn bi dawî bû. Ji bo amadekarî ji çalakiyên nû re bê kirin, karên bêhnvedan, perwerde û keşfê destpê kirin.

Ji ber çalakiyê bi hevalan hemûyan re coş, wêrekî û daxwazeke mezin hebû. Hevalê me yê gundiyê bi navê B. ku di vê xusûsê de mînak bû, nû tevlî karên polîtîk bûbû. Taybetmendiyên têgihiştî, berxwedêrî û welatparêziyê ya gundiyên me bi rengekî bêhempa nîşan dida. Bi rengekî çalak tevlî amadekariyên çalakiyê bûbû, di dema çalakiyê de jî li refên herî pêş kete hundirê avahiya dijmin, bi lehengî şer kir û di vekişînê de jî ji bo em zor û zehmetiyan ji holê rakin, tevkariyeke girîng kiribû. Tevî ku endamê herî extiyar ê yekîneya me bû, ji me hemûyan bêhtir li ser xwe bû û çalak bû. Beriya çalakiyê dema ku me pê re ji bo keşfê çavdêrî li avahiya dijmin dikir, min pirsa; divê serdegirtin çawa be lê kir. Wî jî got, ‘eger em nekevin hundir û çekê ranekin, hingî nabe’. Belê, gundiyê me yekî bi vî rengî bû. Gundiyên din ên tevlî çalakiyên bûn jî di wêrekî û hunerê de hêza xwe nîşan didan. Hêza gundîtiya Kurdistanê bi rêbertiya rast re dibû volkanê şoreşê. Ev yek ispat bûbû.

DIJMIN PIŞTÎ ÇALAKIYÊ HATE LI BER GEL DIGERIYA

Dijmin piştî çalakiyê hat li ber gel digeriya û digot, „Heyfe ji dewleta me re, guneh e, nekin, em ê rê, av, elektrîkê ji we re bînin, em ji heman olê ne.”
Gava ku me ji gundiyan ev gotinên dijmin dibihîst, axaftina siyasetmedarên berê yên dema hilbijartinê dihate bîra me. ‘Artêşa Tirk a mezin’ a ku pesnê wê didan, ewqasî biçûk bûbû ku ketibû rewşa siyasetmedarên xwelîliser. Gel henekê xwe bi wan dikir û digot, ‘Piştî ku sîle xwar bi aqil bû, xizaniya me, biratiya me fêhm kir’.

Dijmin ji bo prestîja xwe ya ji destçûyî careke din bi dest bixe, bi destê komandoyên çiyê êrîşî gel kir. Vê carê jî leşkeran dest bi girî û gazinan dikir. Digotin ku hindik maye leşkeriya wan biqede, ew dixwazin sax bimînin. Çiyayên me ‘komandoyên çiyê’ bêhal dikir. Dijmin tabûrên taybet ên ji komando, jenderme, polîs, kontrgerîla xiste dewrê û piraniya qereqolan rakiribû. Yên li şûna xwe hiştin jî hejmara wan bi sê qatî zêde kir û nobed jî serê her leşkerî kiribûn sê-çar saet. Tevî vê yekê jî xwe ewle nedidîtin û tim û tim silav dişandin ji partîzanan re. Yekîneyên operasyonê herî kêm bi 20 helîkopteran hêzên xwe datanî hemû gundên li qadekê, lê belê di demeke kurt de careke din li navendên diyarkirî li hev kom dibûn û dest bi operasyona veşartî dikirin. Ewqasî giran û qelebalix bûn ku nepêkan bû mirov bi hatina wan nehese. Bi vê rêbazê gelek caran ketin nava hewldana kom bibin-belav bibin, lê encam negirtin. Ji bilî wesantina xwe bi xwe bi kêrî tiştekî nehat. Hin fermandarên mêtinger ev yek gelekî baş dianîn ziman.

MIKURHATINÊN FERMANDARÊ MÊTINGER

Mînak serdarekî li pêşberî gundiyan wiha gotibû; ‘Eger li hemberî me artêşek hebûya, di nava rojekê de yan jî… wê tune bibûya. Lê belê ev (partîzan) ji nişka ve li me dixin û diçin. Dema em dixwazin bidin dû wan, rêya ku ew di nava du-sê saetan diçin, em ancax bi deh saetan xwe digihînin wir.’
Belê, fermandar rast digot. Bal dikişand ser lawaziya artêşa bûrjûva ya bi sîstem. Her wiha efserekî din ê ku di van şert û mercan de bêzar bûbû, bi alîkariya gopalekî xwe bi zorê gihandibû gund û gotibû, ‘Ka Apoyî li ku ne, bila bên fîşekekê berdin û min ji vê êşê rizgar bikin’. Ji ber dengê gûzên diketin xwarê û bi şev ew ditirsandin, gelek darên gûzê birîn. Gelek heywan ji ber ku parola nedigotin, kuştin. Mêtingerên faşîst ku dijminê her zindî ye, bi şev ji ber xişiriyeke biçûk jî heta sibehê gule direşand. Baweriya bi xwe jid est dabûn, gundiyên ku ji bo wan nobed digirtin jî bi gotina ‘milîsên Apoyî ne’ diqewirandin.”


HÊVÎ ŞÎN BÛ BÛ, LÊ BELÊ FIKAR JÎ HEBÛ

Vê tirsê dikir ku dijmin gelek kêmasiyan bike, dîsîplîna li nava artêşê gelekî sist bû bû. Li gorî gotinên leşkerekî ku me ew dîl girtibû, ji bo jinûve avakirina dîsîplîna xerabûyî, li qereqolan her şevê êşkence li leşkerekî dihate kirin. Ji bo çareserkirina vê rewşa wan a tirsnak, destpêka meha Cotmehê rêveberên faşîst li herêmê civiyan. Lê belê ji ber ku bersiva ji wan re dihate dayin gelekî giran bû, êdî welê li wan hatibû ku nikarîbûn dengê xwe bikin. Gelê me li Şemzînan, Çelê, Elkê û Şirnexê bi çalakiyan bersiv dan Kenan Evren, Tûrgût Ozal, Serokê Fermandariya Giştî û rayedarên din ên faşîst.

RAYEDARÊN FAŞÎST PRESTÎJA XWE JI DEST DIDAN

Rayedarên faşîst li şûna ku rewşa xwe rizgar bikin, prestîja xwe bêhtir ji dest didan. Ev jî gelekî bi zora wan diçû. Ji bo bidestxistina prestîjê biryar dan ku çekê li gel belav bikin. Lê belê gel bersiveke neyînî da wan. Digotin, ‘Çeka ku em bidin wan wê piştî çend rojan bikevin destê Apoyiyan‘ û xitimî bûn. Mêtingeran dest jê berdan ku çekê li gel belav bikin, firînên balafir û helîkopteran jî kêm kirin. Dijmin dest ji hemû lîstikên xapandinê berda, mêtingeran dest ji şewitandina malan berdan, firîna balafir û helîkopteran jî kêm kirin. Dijminê ku dest ji lîstikên xwe yên xapandinê berda, ji şewitandina malan, ji êşkenceyê û kuştina mirovan ti sûd wernegirtibû. Mejiyê wan ê ‚leşkerî‘ û teknîka wan bi kêr nehatibû. Efserên payebilind weke ku agahiyên xwe yên teknîkî ji bîr kirin û ji bo parastina qereqolan bi gundiyên me dişêwirîn. Serdarekî ji gundiyan re got, ku ew dixwazin derdora qereqolê bi temamî bi dîwaran bigire û ji gundî pirsî ku ‚fikrekî çawa ye?‘ Gundî jî got, ‚eger hûn dîwêr lê bikin, wê nobedar li derve bimînin û bibin hedef.‘ Mînakên bi vî rengî gelek in, lê belê em ê bi vê bimînin.

Her wiha dema ku çend fîşek li tabûrên wan diket, ku xwe lê ewle didîtin, aramiya wan a li wir xera dibû û heta serê sibehê fîşekên ronîkirinê berdidan derdorê. Her ku gel lawazî û bêçaretiya dijmin didît, xwe ji nêzîkatiyên xapînok rizgar dikir. Dijmin jî di vê astê de ne li bendê bû. Hewl didan ku xwe ji êrîşên mezintir re amade bikin.

Hêvî şîn bûbû, lê belê fikar jî hînê hebûn.

(Ji rojnivîska Mahsûm Korkmaz (Egîd) a piştî 15’ê Tebaxê hatiye amadekirin.)