Xizmên windayan ji bo aqûbeta Îbrahîm Kartay bipirsin kom bûn

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê 28 sal in agahî jê nayê girtin, pirsîn.

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 705’an a çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Biryardariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglarê ya Amedê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.

Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven di çalakiyê de axivî û da zanîn ku heta winda bên dîtin wê têkoşîna wan bidome.

Xizmên windayan aqûbeta Îbrahîm Kartay ê di 15’ê Tebaxa 1994’an de li gundê Hûnî ya bi ser navçeya Hênê ya Amedê piştî hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn. Rêvebera ÎHD’ê parêzer Jiyan Ormanli serpêhatiya windakirina Kartay xwend.

Omranli bal kişand ser çîroka windakirina Kartay û diyar kir piştî ku Karay li gund tê destgîrkirin carek din agahî jê nayê girtin. Ormanli xwest faîlên Îbrahîm Kartay ê 28 sal in agahî jê nayê girtin bên dîtin û got: “Em dixwazin di dosyeya Îbrahîm Kartay de heqîqet derkeve holê û lêpirsînek bandor a ku hemû berpirsiyarên sûc kirine bên tespîtkirin û cezakirin bê destpêkirin. Em dixwazin ji bo Îbrahîm Kartay û hemû windayan edalet bi cih were.”

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.