Ji bo Şehîd Rêzan Cavîd konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo Şehîd Rêzan Cavîd li Mahabadê konê sersaxiyê hat danîn.

Ji bo Endamê Konseya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê Yûsif Rebanî (Rêzan Cavîd) ê di êrîşa 6’ê Tebaxê ya dewleta Tirk a dagirker a bi ser taxa Sînaa ya bajarê Qamişloyê de şehîd bûbû, li Mahabadê konê sersaxiyê hat danîn. Bi hezaran welatparêzên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê, Dayikên Aştiyê yên Kamyaran, Dêwilan, Sine û Merîwanê, tev li merasima sersaxiyê bûn.

 Dayikên Aştiyê yên bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê jî berê xwe dan Mahabdê û tev li meresimê bûn. Dayik, bi gihîştina ber deriyê malbata şehîd Rêzan Cavîd re, dest bi gotina stranên şoreşgeriyê kir û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.

Serdanên sersaxiyê yên ji bo Şehîd Rêzan Cavîd wê li heman cihê berdewam bike.