OHD’ê derbarê zextên li ser malbata Şenyaşar rapora çavderiyê amade kir

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê, têkîldarî zextên li dijî malbata Şenyaşar ku nobeta edeletê didomînin, raporek amade kir. OHD’ê diyar kir ku zextên li dijî malbatê ji bo pêşîlêgirtina Nobeta Edeletê ye.

(OHD) a Şaxa Rihayê têkîldarî zextên li ser malbata Şenyaşar rapor amade kir.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê Nobeda Edaletê digirin,

OHD’ê “Rapora Çavdêriya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar” li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Ji xeynî endamên komeleyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê tev li civînê bûn.

Rêveberê ODH’ê a Şaxa Rihayê Nîhat Şahîn got: “Piştî nobeta edeletê ji gel piştgiryek mezin ji bo malbatê hat. Bi van piştgiriyan re têkoşîna malbatê hat dîtin. Lewre, li ser malbatê zext jî hene. Armanca me ew e ku bi vê raporê zextên li ser malbatê tên kirin bi raya giştî re parve bikin.”,

Şahîn anî ziman ku dema wan rapor amade dikir parêzeran li gel ferdên malbata Şenyaşar hevdîtin kirine û di berdewama axaftina xwe de behsa lêpirsîn û dozên li malbatê hatine vekirin kir. Şahîn da zanîn ku lêpirsînên derbarê malbatê de hatine vekirin tenê ji bo têkbirina nobeda edaletê ye. Şahîn diyar kir ku bi armanca malbat dest ji berxwedana xwe berde di lêpirsînê de pêşketin çênabe û polîs zextan li ser malbatê dikin û dixwazin peşkê li Nobeda Edaletê bixin. Şahîn bang li sazî û dezgehan pêwendîdar kir ku daxwaza edaletê ya Malbata Şenyaşar pêk bînin.